siyaset

  • Rîhan Loqo: Çeteyên DAIŞ'ê rûyê dewleta tirk ê rastî ne 

    Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rîhan Loqo êrîşên DAIŞ'ê yên li Hesekê wiha nirxand: "Dewleta tirk bi riya çeteyên DAIŞ'ê dixwaze projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmê têk bibe."

  • Aisha Kawadrî: Li Cezayîrê rêjeya jinan di saziyên biryardayînê de kêm bûye 

    Aisha Kawadrî di wê baweriyêdeye ku sepandina prensîba kotayê ji aliyê Cezayîrê ve, bû sedem ku ew tevlî du ji sê parên welatên cîhanê bibe ku kotayên hilbijartinan pêk anîne, da ku ev hevsengiya hêzê rast bike û rêjeya jinên hilbijartî zêde bike. Li 84 welatan, yanî ji sedî 44 ji cîhanê, ev kota xwedî hêzeke qanûnê ye.

  • "Rêveberiya Xweser nûnertiya gelê herêmê dike" 

    Cîgira cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir 8’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Kobanê pîroz kir û got: "Piştî damezrandina Rêveberiya xweser em birêvebirina xwe dikin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Ev proje gelek neteweyan di nava xwe de dihewîne û li pêş e."

  • Daliya Henan: Ger DAIŞ zindî bibe cîhan tevahî dikeve tehlûkeyek mezin 

    Endama Rêveberiya Ofîsa Jinan a MSD’’ê Daliya Henan têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de li ser girtîgeha çeteyan a taxa Guwêran li Hesekê her wiha êrîşên dewleta tirk li ser gundewarên Eyn Îsa û Şengalê nirxandin kir û got: “Bûyera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Guwêran ne bûyereke bê hesab bû, her kes di ferqa xetera van çeteyan de ye. Hin hêz mîna dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê di vê êrîşê de alîkar bûn û pêwîstiyên lojîstîk û taktîkî pêşkêşî DAIŞ’ê kirin ji bo ku ev êrîş bi encam bibe. Pêwîst e gelê me li hemberî van tevliheviyan heydar be û her kes parezvaniya axa xwe bike. Ger DAIŞ zindî bibe cîhan tevahî li hemberî tehlûkeyek mezin e.”

  • Li Ammanê Konferansa Giftûgoya Kurd-Ereb hat lidarxistin 

    Li Ammanê konferansa Giftûgoya Kurd-Ereb bi dirûşma “Ereb û Kurd: Giftûgo Riya Pêşerojeke Hevpar e” hat lidarxistin.

  • Aynûr Paşa: Ji ber pirsgirêkên mezin ên di Rojhilata Navîn de dewleta tirk tecrîdê giran dike 

    Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê parêzer Aynûr Paşa der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aliyên wê yên hiqûqî de nirxandin kir û wiha got: “Heya ji dewleta Tirk tê dixwaze birêz Ocalan ji hemû polîtîkayên ji derve diqewimin qut bike, di encamê de her carê daxwazên parêzeran û malbatê ya ji bo hevdîtinê red dike. Pirsgirêkên mezin di Rojhilata Navîn de hene û guhertinên siyasî û civakî yên li ser rûyê erdê çêdibin ji rewşa tecrîda girankirî ne cuda ne.”

  • Cîhan Xelîl: Pêwîst e li beramberî xeteriyên siyasî û aborî em têkoşîna xwe dewam bikin 

    Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xelîl têkildarî dijwariya aloziya li Sûriye nirxandin kir û got: “Gelek welatên derve destwerdanên berjewendiyan li Sûriye didin meşandin bê ku bibin aliyên çareseriyê. Pêwîst e em destê xwe bidin hev û li beramberî xeteriyên siyasî û aborî têkoşîna xwe dewam bikin.”

  • "Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoyên dijwartir derbas kiriye" 

    Hevseroka Meclîsa Edaleta Civakî Nesra Xelîl têkildarî êrîş û gefên dewleta tirk yên li ser herêma Firatê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêvajoyên dijwartir derbas kiriye, ji ber vê ewê bi hev re vê qonaxê jî derbas bikin.

  • "Erîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkçûna Tirkiyeyê nîşan didin" 

    Alîkara Hevserokatiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Leyla Qehreman diyar kir ku bi êrîşan, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de jinan, hemû gelên herêmê hedef digrin.

  • Pervîn Buldan: Yekane rêya derketina ji krîzê hilbijartin e 

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a ku di 4'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Êlihê de axivî, diyar kir ku yekane rêya derketina ji krîzê hilbijartine û wiha got: “Em ji vê derê bang dikin; eger hûn ji xwe bawer dikin biryara hilbijartinê bidin. Em bi hev re serî li gel bidin, em ê bibînin gel kê tercîh dike. Em bi her awayî amade ne.”

  • Ebru Gunay: Em ê ampûlê vemirînin 

    Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, ji yurdên cemaetê heta krîza aborî mijarên girîng ên rojeva Tirkiyeyê nirxand.

  • Stêr Qasim: Pêwîstiya me bi destûreke demokratîk a rola jinan tê de pêşeng heye 

    Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeye Stêr Qasim têkildarî rola jinan di nivîsandina desûrê de nirxandin kir û wiha got: “Dewletên desthilatdar bê proje û nêrîna ji civakê û jinan destûra xwe dinivîsandin. Destûrên di Sûriyeyê de dîsa tu xizmet ji jinan re pêşkêş nekirin ji ber destûra Sûriyeyê ne li gorî prensîbên navdewletî ye. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em dixwazin wî şeklê destûrê demokratîk bidin diyarkirin heya asteke bilind em pîvanên demokratîk li ser esasê projeya Neteweya Demokratîk pêk tînin. Jin roleke sereke di pêşnegiya civakê de dilîzin û bingeha serkeftina şoreşa veguhertinê ne. Di nêrîna me de dê di Sûriyeya nû de jin xwedî cihek bi nirx bin û rola wan di destûrên demokratîk de hebe.”

  • Di girtîgehên Başûrê Kurdistanê de jin û zarok gelek zehmetiyan dikşînin 

    Parlamentera Parlamantoya Herêma Federal a Kurdistanê û berpirsa Lijneya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê Bedriye Îsmaîl da diyarkirin ku zarokên li gîrtîgehan di rewşeke gelek xirab de ne û dayikên girtî nikarin şîr û pêwîstiyên zarokên xwe dabîn bikin.

  • Meclisa Jinan a HDP’ê: Dê jin desturê nedin vê lîncê 

    Meclisa Jinan a HDP’ê destnîşan kirin ku parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ne bi tenê ye û ji bo xwedîderketinê banga bihêzkirina piştevaniyê kirin.

  • Fezlekeya di derbarê Semra Guzel de ji Serokomariyê re hat şandin 

    Fezlekeya di derbarê wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hatî amadekirin ji Serokomariyê re hat şandin.

  • “Di siyaseta Îraqê de aqilê mêrsalarî rêgire li pêşiya pêşketinê” 

    Li Îraqê hewla ji bo lihevkirina aliyên siyasî berdewam e, lê belê hikumetek jin tê de nebe, dixwazin. Endama serkirdeya YNK’ê Rabîhe Hemed di derbarê hikûmeta Îraqê ya nû bê avakirin de destnîşan kir ku ji ber aqilê mêrsalarî rola jinê di parlementoyê de nîne.

  • "Têkoşîna jinan a li dijî berjewendiyên welatên kapîtalîst wan dike hedef" 

    Hevseroka Komîteya Têkiliyên Civakî ya Rêveberiya sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Zahîde Îshaq di hevpeyvînek ji ajansa me re ev yek piştrast kir: “Hedefgirtina Sakîne Cansiz û herdu rêhevalên wê, di kesayeta wan de têkoşîna jinan hedef girtiye. Tevî ku Fransa hemû delîl di destên wê de hebûn jî komkujiya Parîsê veşart."

  • Çinar Salih: Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi dîzayna nû heye 

    Lêkolîner Çinar Salih têkildarî aloziya li Sûriyeye û berjewendiyên hêzên garantor li herêmê, her wiha rola wan di kûrkirina vê aloziyê de nirxandin kir û wiha got: “Astana civîneke berjewendiyan e û tu çareserî ji bo doza Sûriyeyê bi pêş nexistiye. Hêzên garantor li herêmê pêwîstî bi çareseriyê nabînin. Piştî şikestina DAIŞ’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de êdî ew şerê mezin nemaye lê Sûriye ber bi îstîqrareke neyînî ve çûye. Dîsa jî rewşa herî bi aram di tevahî Sûriyeyê de rewşa herêmên me ye û çareserî di destên me de ye ji ber em xwedî projeyeke demokratîk in. Rojhilata Navîn pêwîstiya wê bi dîzaynê heye û em esasê vê dîzaynê ne.”

  • Şîmal Ulkem: Dem dema azadiya jinê ye 

    Endama Koordinasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem têkoşîna tevgerên jinan a salê nirxand û got: “Ger em jin xwedî bername, pilan û wêrekiyek mezin in wê demê tiştek li pêşiya me nikare bibe asteng. Em dikarin hemû sînoran derbas bikin, dorpêçan bişkênin, tecrîdê ji holê rakin, mêtîngeriyê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkbînin û şoreşa jinê li Kurdistanê mîsoger bikin. Ez bi vê hêvî û baweriyê dibêjim dem dema azadiya jinê ye.”

  • Tara Hisên: Ger jin pêşengî nekin demokrasî pêk nayê 

    Cîgira hevseroka Tevgera Azadî û Komeleya Kurdistanê Tara Hisên rojeva siyasî sala 2021’an û tayîbetî bûyerên bandor li siyaseta herêma Başûrê kurdistanê û Iraqê kirine, pêre jî çalakiyên jinan nirxandin û diyar kir ku di vê salê de jinan gelek destkeftiyên girîng bi dest xist lê belê ya girîng ewe ku yekrêziya jinan hîn zêdetir bihêz bibe, ji ber yekrêziya jinan dikare sala 2022’an bike sala gihîştina armanc û pêşîlêgirtina tundîtûjî û dagirkeriyê.