siyaset

  • Desteya Bilind a Rêxistina Jinên Ereb li hev dicive 

    19’emîn civîna asayî ya Meclisa Rêveber a Desteya Bilind a Rêxistina Jinên Ereb îro despê dike. Dê Wezîr Jin, Malbat, Zarokan û Kesên Temen Mezin Dr. Amal Bilhac Mûsa jî beşdarî civîn bibe.

  • Li Parlemena Herêma Kurdistanê runiştina taybet ji bo 25’ê Mijdarê 

    Endamên Lijneya Parastina Mafê Jinan a Herêma Kurdistanê hem li parlemena Herêma Başûrê Kurdistanê hem runiştinên taybet li ser mijara jinê hem jî bêrêziya li hemberî jinên parlementer tê kirin nirxandin.

  • Zîhniyeta baviksalar sedema kêmbûna jinan a di siyasetê de ye 

    Çalakvana siyasî û yek ji berbijêrên hilbijartinan Louisa Malek teqez kir ku kêmbûna jinan di cîhana siyasetê de ji ber zîhniyet û çanda baviksalarî û negihîştina ramana beşdarbûna jinên Cezayîrê di jiyana siyasî de ye.

  • “Emê projeyên xizmetê ji jin û zarokan re dike pêş bixin” 

    Namzeta Partiya Kombûna Neteweyî ya Demokratîk Houria Ulbseer diyar kir ku beşdarbûna jinan di nava civakê de û xwedîderketina li jinên ku hatine çewisandin, mijarên di nava xebatên wan ên hilbijartinê de ne.

  • Di xebatên hilbijartinên şaredariyên Cezayîrê de hewildanên jinan 

    Jinên Cezayîrê hewil didin di hilbijartinên şaredariyan ên ku dê 27’ê Mijdarê bên lidarxistin de vîna xwe bidin dîtin.

  • “Emê bi hevgirtina jinan a mezin azadiyê mîsoger bikin” 

    Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan destnîşan kir ku wê HDP bibe navnîşana çareseriya pirsgirkan û got: “Têkoşîna me ji bo jinan jiyanek azad, ji bo gelan sîyasetek demokratîk û ji bo ciwanan siberojek bi hêvî ye. Me wek HDP di deklarasyona xwe de jî aşkere kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê em ê bibin navnîşana çareseriyê.”

  • "Pêvajoya çareseriya rewşa li Sûriyê bi diyalogê heye" 

    Cîgira Partiya Sûriya Pêşeroj a kantona Kobanê Neda El-Cadir bal kişand ser girîngiya li darxistina diyalogên Sûrî-Sûrî û got: "Çareseriya aloziya Sûriyê bi çareseriyeke demokratîk pêkan e."

  • Meclîsa jinan a HDP: Li dijî tundiya ser jinan emê li qadan bin 

    Meclîsa jinan ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya 10’ê Mijdarê aşkere kir û dan diyar kir ku bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê Roja piştgirî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ewan li Enqereyê bi biryardariyeke mezin ya domandina têkoşîna jinên Navnetewî, civîna xwe ya Meclisa Jinan pêk anî û got: “Em vê 25’ê Mijdarê diyarî rêhevala xwe Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê di encama tundiya mêr-dewletê de hat qetilkirin dikin.”

  • Kurteya dengdana budçeyê: "Jin nikarin bibin mijara siyasetê" 

    Budçeya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bêyî ku di xalekê de guhertin çêbibe bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin.

  • Pervîn Buldan navnîşana tundiyê da 

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bertek nîşanî hedefgirtina serokomar Tayyîp Erdogan a Peymana Stenbolê da û got, "Faşîzm, yekperestî, tundiya baviksalarî ya li ser jinan ev e.

  • Ji HDP'ê Pêşniyara qanûnê 

    Wekîla HDP'ê Huda Kaya ji bo jin paşnavên xwe bikar bînin qanûnek pêşniyar kir.

  • Feleknas Uca aqubeta jinên Efrînê pirsî 

    Sucên TSK û komên çeteyên girêdayî wê li hemberî jinên Efrînê didin meşandin di rojeva parlemana Tirkiyê de ne.

  • Wadha El-Cassem: Projeya Neteweya Demokratîk çareseriya hemû nakokiyên herêmê ye 

    Wadha El-Cassem teqez kir ku bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê wê ewlekarî, edalet û wekhevî bi ser bikeve û wiha got: "Rojhilata Navîn ji aliyê çand û olan ve zengîn e, ji bilî dewlemendiya wê di çavkaniyên binerd û çandiniyê de lewra dê bibe deverek îdeal ji bo jiyanê û penagehek aram ji bo kesên ku dixwazin di ewlehî û aramiyê de bijîn û dê rewşa jiyanê ji bo her kesê baştir bibe."

  • Xebata dîplomasiyê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 

    Endama Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongreya Star Menal Muhemed bal kişand ser rola jinan di xurtkirina têkiliyên bi dewletan re di warê diplomasî de. Her wiha destnîşan kir ku jin diplomasî bi fikrên xwe yên demokratîk, fikrekî azad ava dikin û civakê bi pêş dixin û ji bo wê jî dijmin jinên siyasetmedar û diplomatîk ji xwe dikin hedef.

  • Amel Grami: Divê jin ji bo bidestxistina mafê xwe têkoşînê mezin bikin 

    Siyasetmendara Tunisê Amel Grami di derbarê xebatên jinan ên Tunisê de nirxandinên giring kir û da zanîn ku jinên Tunisî di nava civakê de ji gelek mafên xwe bê par diminin û divê jin li beramberî vê bê mafiyê têkoşinek mezin bike, heta ku bikare li mafê xwe xwedî derbikevin.

  • Evîn Siwêd: Dewleta tirk bi alîkariya destwerdanên derve dagirkeriya xwe rewa dibîne 

    Hevseroka Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Diblomasiyê Evîn Siwêd siyaseta dewleta tirk her wiha gef û êrîşên wê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Dewleta tirk di encama siyaseta faşîzan de gelek aloziyên aborî û civakî afirandiye. Her wiha bi êrîşên li ser herêma me hemû pîvan, zagon û hevpeymanan binpê dike, bi alîkariya destwerdanên derve vê dagirkeriya xwe rewa dibîne. Em aliyekî bingihîn in di çareseriya aloziya li Sûriyeyê de pêwîst e dewletên navneteweyî bi rengekî cidî vê yekê bigrin dest û rê li ber xeterên dewleta tirk bigrin.”

  • Femînîstan xwestin tundiya siyasî ya li dijî jinên Mexribî bi dawî bibe 

    Tevî hebûna jinên Mexribê di siyasetê de, wek hilbijartî û berendam, an jî ji bo navendên biryardanê, çi di parlamentoyê de, çi beşdarbûna di hikûmetê de, çi encûmenên hilbijartî, ev hebûn lawaz dimîne û daxwazên jinan pêk nayne. Tevgerên femînîst vê qelsiyê bi "tundiya siyasî" ve girêdidin ku gelek caran dibe sedema kêmbûn û vekişîna jinan ji siyasetê.

  • "Bêdengiya rejîma Baas û hevkariya dewletan dibe sedema gurkirina şeran" 

    Endama Meclisa Edaleta Jin a Civakî ya herêma Firatê, Felek Yusif li gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê- Rojava û geşedanên dawiyê nirxandin kir û diyar kir ku hevdîtinên serokên dewletan dibe sedema şer, pevçûn û geşkirina aloziyê.

  • Caroline Salibî: Ez bang li jinan dikim ku ger kota neyê pejirandin hilbijartinan boykot bikin 

    Carolîne Salibî teqez kir ku divê komeleyên jinan ji bo piştgirîdayîna jinan û rahênana namzedên jin ji bo hilbijartinan di şiyanên xebata siyasî de kar bikin lewre jin bi rastî xwedan çandeke bilind in û dikarin hemû qeyranên ku em tê de derbas dibin fam bikin û çareseriyan bibînin.

  • Meral Daniş Beştaş: Êdî zam vegeriya zilmê 

    Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê ya li meclisê lidar xist de mijarên di rojevê de nirxand û bal kişand ser kuştinên jinan û zamê.