Jinên Yemenî ji navendên biryardanê tên dûrxistin

Jinên siyasetmendarên Yemenî diyar kirin ku hebûna jinan di siyasetê de tê wateya hebûna nîvê civakê, dema jin di cihên biryardanê de cihê xwe bigrin, dikarin rastiya aborî ya li welat jî diyar bikin.

RANIYA EBDULLAH

Yemen- Her çendî xebat, di warê siyasî de ji bo geşedana civakan girîng e û beşdariya jinan faktoreke sereke ye jî di vî warî de, li Yemenê jin tevî serkeftinên ku bi dest xistine jî ji warê siyasî û biryardayînê de hatine dûrxistin gelo sedem çi ne û jin girîngiya beşdarbûna xwe ya siyasetê çawa dibînin?

Rojnamevan Widad El-Bedawî dibêje ku li Yemenê mêr bawer dikin siyaset tenê bi wan re sînordar e, jin ji siyasetê fam nakin û wiha domand: "Mêrên Yemenî bi matmayî li jinên welatên ên siyasetmedar dinêrin lê jinên Yemenî kêm dibînin û dema ku ew di warê siyasetê de dixebitin bi nêrînek xirab li wan dinêrin. Ev yek bûye sedem ku gelek jin, ji siyasetê dûr bikevin û bandorek mezin li hebûna wan di astên biryardayînê de kiriye."

“Hebûna jinan a di cihên biryardayînê de di aliyê geşedan û pratîkî de pêvajoyê diyar dike”

Widad El-Bedawî diyar kir ku hebûna jinan di siyasetê de tê wateya hebûna nîvê civakê û hebûna koma herî mezin û xebatkar di civakê de bi giştî. Her wiha dibêje ku hebûna jinan di cihên biryardanê de û di aliyê geşedan û pratîkî de, rastiya aborî ya li welat û hebûna jinan a di pêvajoya aborî de diyar dike û wiha didomîne: “Ji ber wê jî ger jin bi awayekî bi rêkûpêk tevnegerin em ê weke gelekî pêşneketî bimînin, ji ber wê jî divê jin di cihên biryardanê de û di pêvajoya siyasî de bibin xwedî hêz."

Der barê damezrandina jinan di parlamentoya Yemenê de jî Widad El-Bedawî got: "Beriya şer û pevçûnan, li hemberî 300 mêran, jinek di parlamentoyê de hebû û ev neheqî û neqanûnî ye. Jinan bi derxistina hin namzedan û bi hebûna xwe ya di komîteyên parlamentoyê de roleke mezin lîstin.”

“Siyasetek li ser bingeha şiyanên rastîn ên jinan divê pêk were”

Seroka Rêxistina Hevbendî ya Ciwanan û Pêşketinê Emanî El-Cobanî di wê baweriyê de ye ku siyaset hemû aliyên jiyana civakî, aborî, çandî û xizmetguzarî ye û anî ziman ku her welatekî ku rêzê li mafên mirovan û mafên jinan bigre û hemû pêkhateyên civakî nas bike, dê rê bide ku jin beşdarî siyasetê bibin. Emanî El-Cobanê got: “Jin pêkhateyên bingehîn û girîng ên civakê ne divê di aliyê siyasî de xwedan şiyana xwe bin, da ku bikaribin siyasetê bikin û derfet hebe ku siyasetek li ser bingeha şiyanên rastîn ên jinan pêk bînin, ne nûnerek şeklî bin."

“Pevçûnên ku li welat didomin tevlîbûna jinan di aliyê siyasî de ji holê rakiriye”

Emanî El-Cobanî behsa wê yekê kir ku parlamento ji bo her dewletek demokratîk bilindtirîn zagonsaziya berfireh e û wiha lê zêde kir: "Qanûnên ku tên derxistin ne ji bo beşekî taybet in, ew ji bo tevahî civakê ne ku jin jî di nav de ne. Ger zagon bêyî beşdariya jinan bin, wê demê ev zagoneke xirab e ku ne li gorî pêdiviyên jinan û ne jî pêdiviyên wan ên di asta civakê de pêk tine."

Emanî El-Cobanî bal kişand ku jin li Yemenê di siyaset û parlamentoyê de cih nagirin û wiha got: "Niha jin ji bo beşdariya siyasî hewldanên mezin didin û tevî van hewldanan jî encam ne têrker in her wiha pevçûnên ku li welat didomin, tevlibûna jinan a di aliyê siyasî de ji holê rakiriye."

Çalakvana mafên mirovan Sabah Ferhan di wê baweriyê de ye ku rewşa niha û aloziya li welat di çend aliyan de, ji aliyê siyasî ve jî gelek pirsgirêk û şikestinan pêk aniye û wiha behs kir: "Jin ji ber qedexeyên ku li ser wan hatine ferzkirin dûrî aliyê siyasî ketine lê di gelek çalakiyên civakî û mirovî de cih girtine û derketine hole. Jinan, beriya mêr dest bi xebatên mirovî kirin, di dema şer û pevçûnên ku bi salan e li Yemenê didomin de jî jin dixebitîn."

Li gorî Sabah Ferhan, jinên Yemenî di navendên beşdarbûna siyasî û biryardayînê de tên paşguhkirin û dûrxistina wan beriya her tiştî ji partiyên siyasî tê û wiha got: "Em hebûna jinan di partiyan de red nakin lê ew ji partiyê bi xwe hatine marjînalîzekirin, destûr nayê dayîn ku bibin namzedên partiyê û bi nêrînek biçûk li wan tê mêzekirin."