Enahîd Qesebiyan: Ji dîrokê heya niha planên qirkirinê dewam dike

Bi boneya salvegera 107’emîn a komkûjiya Ermeniyan Endama Komîteya danehev û rêxistinkirina gelê Ermen Enahîd Qesebiyan bang li civaka navneteweyî kir ku dosyaya komkujiya Ermenan veke û hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di nava şerên ku li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê de bi pergalî û hevalbendî diqewimin, hemû gel û pêkhate para xwe ji qetilkirin, serjêkirin, revandin, îşkence û helandina nasname û hebûna xwe girtin û digirin. Di destpêka sedsala 20’an, di dema Şerê cîhanî yê yekem (1914 –1918) û tevgera azadiya ermeniyan di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de pêk hat. Dewleta Osmanî di 24’ê Nîsana sala 1915’an de fermana nefiya Ermeniyan derdixîne, di wê komkujiyê de li gor agahiyên cûda di navbera milyon û nîvek ji gelê Ermenî hatin qetilkirin. Di her dû dehsalên beriya vê komkujiyê de bi dehhezaran ermenî hatin kuştin. Endama  Komîteya Danehev û Rêxistinkirina Gelê Ermen di encumana civaka Ermen ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Enahîd Qesebiyan derbarê qirkirina li ser civaka Ermen de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku divê ji dewleta Tirk hesab bê xwestin ku hebûna xwe li ser van komkujiyan daye avakirin.

“Li dijî gelê Ermen polîtîkek hevbeş hatibû plankirin”

Enahîd Qesebiyan da zanîn ku komkujiya di derheqê gelê Ermen de pêk hat li ser sê qonaxan bû û wiha pêl da axaftina xwe: “Di şerê ku di Rojhilata Navîn û giştî cihanê diqewime hemû pêkhate para xwe ji qetilkirin, koçberkirin, revandin û işkenceyan girtin û heya niha jî digrin. Di Şerê Cihanê yê Yekemîn de Gelê Ermen ji aliyê dewleta Osmanî ve rastî komkujiyek hat, ew komkujî bi armanca tunekirina nasname û şaristaniya gelê Ermen li ser sê qonaxan pêk hat. Qonaxa yekemîn de biryar hat girtin feylesûf, siyastmedar, Zaniyar û helbestvan ên ermen werin girtin yanî mêjiyên Civaka  Ermen hedef girtin. Wê demê nêzî 250 kes hatin girtin û darizandin. Di qonaxa duyemîn de pêkanîna komkujiya Sêfo bû. Çima ev komkujî bi Sêfo ango Şûr tê naskirin gelo? Ji ber ku di vî şerî de ne bi çekan, bombe û balafiran, lê bi şûran û alavên herî tûj, ew qetilkirin. Bi şûr serê zarokan jê kirin, zikê dayikên dûcanî qelaştin û ew û zaroka/ê wê tev kuştin. Di qonaxa sêyemîn de koçberkirin û qetilkirina Ermenên mayî pêk hat. Gelê Ermen, Aşûr û Suryan piştî komkujiya Sêfo berê xwe dan Iraqê, da ku xwe bispêrin dewleta wan, da ku ji nû ve xwe ava bikin û êşa komkujiyê ji bîr bikin. Lê li herêma Sêmêlê ya ku dikeve navbera Iraq û Îranê de ye, ew gelê ku ji komkujiyan reviyan û xwe spartên Iraqî, di sala 1933’an de bi komkujiyeke nû re rû bi rû man. Xirîstiyaniyan hêvî dikirin ku wê Iraq wan ji Osmaniyan biparêze lê di vir de polîtîkayeke hevbeş li dijî wan hatibû plankirin.”

“Planê qirkirinê dewam dike”

Enahîd Qesebiyan diyar kir ku komkojiya Sêfo di derheqê her pêkhateyekî bû û wiha anî ziman: “Komkojiya Sêfo ne tenê li ser gelê Ermenî bûn, Aşûr, Suryan û Êzidî jî hebûn, mirov dikare bêje ku ji dîrokê ve heya niha pilanên qirkirina gelan li ser destê dewletan pêk tê. Dewlet li ser hisabê xwîna mirovan erdnigariya xwe mezin dike û tu mafê mirovahiyê li gel xwe naparêze. Di şerê ku di roja me ya îro diqewme de em dikarin bêjin şerê cihanê sêyemîn ew jî li ser qirkrina gelan planek hebeş tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê planên qirkirinê Osmanî dewam dike dixwaze demografiya herêmê biguhere û dîrok û nasnameya gelan tune bike. Dapîrên aşûrî, suryanî, ermenî û keldaniyên wê demê ku heya niha kêm ji wan dijîn, ew kêliyên qirkirinê ji bîr nekirin e û ji neviyên xwe re rastiya dijminatiya Osmanî û hevkarê wê vedibêje. Kêliyên herî zehmet tînin ziman, li gorî dapîran ku xelkên ermen, Suryan berê xwe didan dêra pîroz da ku xwe biparêzin lê ew Dêr tevî wan dihatin şewtandin. ”

“Divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin”

Enahîd Qesebyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bêdengiya dewletan a li hemberî sucên dewleta Tirk şermezar dikin. Bêdengiya wan hevkariya wan e. Em wekî civaka Ermen bi ked û xwedî derketina li nasnameya xwe û rêxistinkirina gelê Ermen emê bersiv bidin planê qirkirinê. Em bang li civaka navdewletî û Rêxistina Mafên Mirovan dikin ku dosyaya komkujiya Ermana vekin û daxwaz dikin ku hesab ji Dewleta Tirk bê xwestin.”