"Nûnertiya jinan di parlamentoyê de kêm dimîne"

Gelek parlamenterên jin destnîşan kirin ku nûnertiya jinan di parlamentoyê de kêm dimîne û daxwazên jinên Mexribê pêk nayne, ji ber ku prensîba hevsengiyê ya ku di destûrê de hatiye diyarkirin tune tê dîtin.

HENAN HARIT 

Mexrib- Di navbera salên 2002 û 2021'ê de hejmara jinan di parlamentoya Mexribê de zêde bû, ev jî dînamîzma ku ji aliyê sîstema "kotayê" ve hatiye çêkirin, nîşan dide, ruxmî nîqaşên li ser wê, ji ber ku qanûna organîk a têkildarî Meclisa Nûneran a jimara 27.11 ku di çarçoveya reformên destûrî û qanûnî de derketibû, ji hejmara kursiyên ku ji bo jinan hatine veqetandin ji 30’î bo 60’î bilind bû. Piştre parlamenteran ji 395 kursiyan hejmara kursiyên jinan ên "kota" gihandin 90 kursî ku ev bû sedem 95 jin bikevin parlamentoyê.

Gelo parlamenterên jin ên li Mexribê hebûna xwe ya di Meclisa Nûneran de çawa dinirxînin? Beşdariya wan çawa ye? Nirxa lêzêde ya ku ew didin çi ye? Çawa dixwazin rastiya jinan di civakê de biguherînin?

Nûnertiya hevseng

Parlamentera Partiya Tevgera Gel Aziza Bouguereda, guhertinên qanûnên hilbijartinê yên li Mexribê di dawiya serdema hikûmeta berê de wekî reformên girîng ên riya demokratîk a welat xurt dikin nirxand.

Têkildarî hebûna jinan di gelek saziyên hilbijartî de, ev yek diyar kir: "Parlamentoya niha bi nûnertiya jinan a ji herêman bi hêz tê naskirin, ev yek dikare weke destkeftiyek girîng were dîtin, ji ber ku hemû partî di Meclisa Nûneran de cih digrin, zêdebarî hin çalakiyên jinan.

Aziza Bouguereda her wiha got: "Hebûna jinan di parlamentoyê de hebûneke hevseng e, ne tenê di asta hejmarî  di heman demê de bi amadebûna rastîn, çi di komîteyên daîmî de, çi di dema civînên giştî de, hem jî bi riya pêngavên qanûnî û çavdêriyê.

Nirxên lêzêdekirî

Der barê nirxên lêzêdekirina jinan a li Parlamentoya Mexribê de jî Aziza Bouguereda ev yek diyar kir: "Jixwe jin weke nirxeke zêde ya parlamentoyê tê dîtin û bêyî hebûna jinan ne pêkan e ku saziyên hilbijartî werin dîtin. Ez difikirim ku ev pirs dikare bi awayekî berevajî jî were pirsîn ango li ser nirxa zêde ya ku mêr pêşkêşî parlamentoyê dikin? Tê wê wateyê ku di vî warî de berpirsyarî di navbera jin û mêr de tê parvekirin û divê her du jî rola ku di destûrê de ji wan re hatiye spartin, bi cih bînin û ew bi hev re dikarin nirxa lêzêdekirî peyda bikin ger hesta berpirsiyariya wan a bilind hebe, ji ber ku armanca dawî xizmeta ji bo welat û gel e.

Têkildarî rola ku parlamenterên jin di pêşxistina rewşa jinên Mexribê de dilîzin, Aziza Bouguereda wiha behs kir: "Ji dema beşdariya du jinan ji parlamantoyê re heya erkên cuda yên qanûnî yên ku hejmara parlamenterên jin tê de zêde bû, meyla li ser pêşxistina statuya jinên Mexribê her dem hebûn. Di vê mijarê de ez pêşniyar dikim ku pirsgirêka jinan di pirsên devkî û nivîskî de were pêşkêşkirin û di zagonsazî û di nirxandina polîtîkayên giştî de were destnîşankirin. Her wiha rêziknameya navxweyî ya Meclisa Nûneran di bin sernavê "Wekhevî" de beşek taybet jê re veqetandiye ku armanca wê piştgirî û bihêzkirina destkeftiyan di hemû waran de û bihêzkirina wan di asta qanûndanînê de, şopandina karê hikûmetê û nirxandina siyasetên giştî û dîplomasiya parlamentoyê ye.

Cudakariya erênî

Ji aliyê din ve, parlamenter Salwa Damnatî, Endama Koma Sosyalîst a Meclisa Nûneran destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 8'ê Îlonê hebûna jinan di parlamentoya Mexribê de nûnertiya xwe zêdetir kiriye, bi taybetî piştî ku lîsteya ciwanan hatiye rakirin û li lîsteya herêmî ya jinan hatiye zêdekirin ku ev yek cihêkariyek erênî dike ku bû sedema zêdebûna nûnertiya jinan li parlamentoyê de.

Salwa Damnatî bal kişand ku ji aliyê din ve kota tenê mekanîzmaya aktîfkirina hebûna jinan di nava saziya qanûndanînê de ye lê ew bersivê nade berdewamiya kar û hewldanên mezin ên ku dike. Ji ber ku nekarîna hebûna jinan ji yek serdemê zêdetir berdewamiyê peyda nake ku ew wê dike karekî navbirî piştî her pêvajoya hilbijartina qanûnî tê nûkirin.

Cudahiya berbiçav

Li ser mijarên jinan ên ku parlamenterên jin dixwazin parastina wan bikin, Salwa Damnatî da xuyakirin ku niha di nava korîdorên parlamentoyê de nîqaş li ser pêwîstiya ji nû ve guherandina Qanûna Malbatê tê kirin, ji ber bertekên ku malbatên Mexribê ji wan êş dikşînin, bi taybetî ji ber ku rêjeyên bilind ên jihevketina malbatê û bilindbûna rêjeya hevberdanê.

Der barê nirxandina beşdarbûna jinan di parlamantoya Mexribê de jî Salwa Damnatî got: "Cudahiyek berbiçav heye, bi taybetî di navbera piraniyê û komên muxalefetê de û wiha domand: "Lê belê beşdariya jinan di parlamentoyê de gelekî bi bandor e, ji ber ku piraniya wan bi karekî mezin radibin, ew astengiyên ku jinên Mexribê pê re rû bi rû ne pêşkêş dikin, nemaze li deverên gundewar, ji ber neheqiya ku li wan tê kirin, bi taybetî di warê desteserkirina mafên wan ên rewa de.

Pêşveçûnek biçûk

Ji aliyê din ve, Nûnera Federalî Hanan Fetras di wê baweriyê de ye ku nûneratiya jinan di parlamentoya Mexribê de, tevî ku di parlamentoya niha de zêde bûye, kêm dimîne û daxwazên jinên Mexribê pêk nayne, ji ber ku prensîba wekheviya ku di destûrê de hatiye destnîşankirin, wendayî tê hesibandin.

Hanan Fetras amaje bi wê yekê jî kir ku di vê çarçoveyê de divê rola partiyên siyasî di bidestxistina wekheviyê de bê zelalkirin, çi partiyên siyasî yên ji bo hikûmetê hatine avakirin yan jî ji bo opozîsyonê hatine avakirin be. Her wiha diyar ku ew di wê baweriyê de ye ku partiyên hikûmetê ava dikin divê bi aqilmendiyê di nava partiyên xwe de bi tevlikirina jinan di rêveberiya partiyê de û gihandina serkirdayetiyê nîşan bidin, ji ber ku ezmûna meydanî îsbat kiriye ku ew dikarin berpirsyariyê bigrin ser xwe.

Hanan Fetras got ku rastiya rewşê îsbat dike ku aliyên siyasî yên ku hikûmetê pêk tînin, di nava pêkhateyên xwe yên navxweyî de, ji pêkanîna wekheviya tê xwestin dûr in, ji ber serdestiya zîhniyeta baviksalarî li ser wê yan jî nebûna îradeyek rasteqîn ji bo derxistina qanûnên pratîkî ku armanca wan bidestxistina wekheviya rasteqîn e. Ev yek jî di gelek dezgehên rêvebirina sazî de, di nav de hikûmet û meclisên herêm, parêzgeh, herêm û komên xwecihî yên ku di bin serweriya mêran de ne, xuya dike.

Guhertina rastiyê

Parlamenter Hanan Fetras diyar kir ku partiyên siyasî weke aktorên siyasî hê jî ji pêkanîna wekheviya zayendî dûr in ku ev yek di pêkhateyên wan ên navxweyî de diyar dibe û da zanîn ku îro pêwîstiyek lezgîn bi guhertina vê rastiyê heye bi riya îradeyeke rasteqîn ji bo pêkanîna wekheviyê bi çarçovekirina jinan û tevlikirina wan de. Her wiha da zanîn ku bi awayekî wekhev di çavkaniya biryarê de, ji ber ku hebûna qanûnek diyar di axaftina li ser dadperweriyê û wekheviyê têrê nake lê divê ew di pratîkê de di warê xizmetguzariya giştî de, û encûmenên cuda yên hilbijartî û di hemû astên berpirsiyariyê de were cîbicîkirin.

Hanan Fetras anî ziman ku her çend jin di parlamentoyê de hejmarek kêm pêk tînin jî bandorên erênî li ser gelek mijaran dikin, wek zêdekirina bûdçeyên ku ji bo hin beşan tên veqetandin, pêdaçûn an sererastkirina zagonên girêdayî zayenda civakî û tundtirkirina qanûnên li ser şîdeta li ser bingeha zayendî û zewicandina zarokên biçûk.

Lihevkirina nêrînan

Jin di parlamentoyê de li ser lihevkirina nêrînan dixebitin, nemaze dema ku kêmaniyek ji kursiyan hebe ji bo ku bi yek dengî û bi daxwazek hevbeş kar bikin, ji ber ku pejirandina yekdengî ya herî girîng e.

Nûnera Federalî Hanan Fetras axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tevî ku jin di meclisê de qels in jî hebûna wan tiştekî erênî ye. Ew dikarin xizmeta doza jinan bikin, mafên wan biparêzin û destkeftiyên qanûnên bi wan ve girêdayî biparêzin. 

Hêjayî gotinê ye ku parlementoya Mexribê di hilbijartinên 8’ê Îlonê yên dawî de, bi armanca bidestxistina wekhevî û derfetên wekhev ji bo jin û mêran, qanûna ku hilbijartinên qanûnî bi rê ve dibe, sererast kiribû bi riya guhrtina daîreya hilbijartinê ya neteweyî “Navçeyên herêmî (îdarî)” digel şertê ku her lîsteyek namzedên jin bigre nav xwe ku hejmara wan ji sê parên hejmara kursiyên ku ji bo her "herêma hilbijartinê ya herêmê" hatine veqetandin kêmtir nabe.