“Tecrîd ji bo kûrkirina aloziya li cîhanê ye”

Endama Komîteya Lêkolînê yê girêdayî Akademiya Civakî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şêrîn Reşîd der barê ferzkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivî.

HESNA MIHEMED

Şehba- 23 sal in tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Ev tecrîd ji hêla dewletên faşîst ve tê kirin bi armanca şikandina îradeya civakê û kûrkirina aloziya ku niha li cîhanê tê jiyîn. Ji ber ku ew dewlet baş dizanin, fikir û ramanên Rêber Apo riya çareseriya aloziyê ye. Ev jî dibe bend ji siyasetên wan re. Di heman demê de hevdîtin bi malbat û parêzeran re hatiya qutkirin. Jinan azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîtine ji ber vê tekoşîn û xebata wan her ji bo azadiya wî ne. Der barê meşandina tecrîdê û armanca wê de, endama Komîteya Lêkolînê yê girêdayî Akademiya Civakî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şêrîn Reşîd nirxandin kir.

“Di kesayeta Rêber Apo de wateya azadiya rast hat zanîn”

Şêrîn Reşîd bal kişand ser azadî û wateya jiyana wê û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Wateya rast a jiyîna azadiyê, di kesayeta Rêber Apo de tê dîtin, bi riya fikir û felsefeya xwe azadiya rast pêşkêş jinan kir. Jinan jî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin ji ber ku deriyê jiyanê ji wan re vekir nîşan da ku divê tenê jin di çarçoveya malê de nemînin. Bi naskirina kesayeta Rêber Apo azadî bi rengek cuda hat jiyîn. Girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo bandorê li ser azadî û kesayeta jinan jî dike. Ev tecrîd ji hêla dewletên faşîst ên ku li ser navê demokrasiyê bang dikin ve hat ferzkirin. Bi saya ramanên Rêber Apo jin û civak dikaribûn rastiya xwe nas bikin û bijîn ji ber vê yekê xwestin tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bidin meşandin û fikrên wî ji civakê bidin qutkirin, da ku li gorî xwe civakê û bi taybetî jinan bi kar bînin.”

Şêrîn Reşîd di domandina axaftina xwe de diyar kir ku jin bi riya fikrên Rêber Apo çareseriyê ji pirsgirêkan re dibînin û wiha got: “Jin bi riya xwendina fikir û felsefeya Rêber Apo dikaribûn çareseriyê ji pirsgirêkan re bibînin. Ji bo ku em tecrîda li ser Rêber Apo bidin şikandin têkoşînek xurt divê em bimeşînin. Çalakî û berxwedana ku li zindana Îmraliyê û derveyî zindanê tê kirin bû bersiv ji ferzkirina tecrîdê re. Wê jin bi îradeya xwe civakê ji qirkirinê rizgar bikin, ji ber ku felsefeya azadiyê nas kirine. Azadiya Rêber Apo çareseriyek ji şer û aloziya ku niha tê jiyîn re ye. Dewleta tirk jî daxwaz kir ku bi meşandina tecrîdê temenê aloziya li Rojhilata Navîn rû daye dirêj û kûr bike, heya ku berjewendiyên xwe pêk bîne.”

“Azadiya Rêber Apo erka tevahî jinan e”

Di dawiyê axaftinê de Şêrîn Reşîd teqez kir ku rakirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erkek e û dikeve ser milên wan û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîdê li ser wî erkek sereke ye li milê endamên civakê, bi taybetî jinan. Em ê asta xebatên xwe bilind bikin ji bo azadiya Rêber Apo. Rêbertî di alî fikrî de, di zindana Îmraliyê de azad dijî, em ê ji aliyê fizîkî ve wî azad bikin, da ku li ser axa Kurdistanê em bi hev re bijîn.”