Omer Faruk Gergerlîoglu yê li meclisê di “Nobeta Edaletê" de binçav kirin

Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu yê ku wekîltiya wî betal kirin "Nobeta Edaletê" digire, li meclîsê ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin.

Enqere - Polîsan Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu li meclîsê binçav kirin. Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî meclîsê parlementeriya wî betal kir, li Meclîsê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kir. Piştî Gergerlîoglu li meclîsê dest bi nobetê kir, polîsan di saeten serê sibê de tevî cilê wî yên şevê, dema li lavabo dest û ruyê xwe dişişt bi zorê ew binçav kirin.