“Niha dem dema bilindkirina têkoşînê û berxwedana mezin e”

Pervîn Buldan a di 4’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê de axivî, wiha got: “Niha dema bi hevra rê meşandine, dema mezinkirina têkoşîn û berxwedanê ye.”

Riha - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya Xwe ya Asayî li dar dixist. Kongreya ku li eywaneke li bajar cih digre hat lidaxistin re Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê yên Rihayê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêveberên partiyên siyasî û bi hezaran welatî beşdarbûn. Kongreya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, bi hilbijartina dîwanê berdewam kir.

“Tecrîd berdewam dike”

Pervîn Buldan a bal kişand Tirkiye heta gewriya xwe ketiye nava avzêlê deynan, axaftina xwe wiha domand: “ Em hemû jî dizanin û dibînin ku ev yek ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê ye. Hem li Tirkiyeyê hem jî li hemû cihên ku Kurd lê dijîn têgihiştinek ku naxwaze gelê Kurd bibe xwedî gotin û biryaran heye. Ji ber vê yekê em hemû dibînin ku li Girava Îmraliyê tecrîda mutleq a li dijî Birêz Ocalan didome. Îro careke din 3 meh qedexe der barê hevdîtina Ocalan bi malbata wî re hat ragihandin. Wekî ku hevdîtinek hebe, wek çûyin û hatina birêkûpêk hebe, carek din 3 mehan qedexeya hevdîtinê hat dayîn. Ji sala 2015’an û vir ve bi awayekî rêkûpêk hevdîtina malbatê nîne. Ji sala 2015’an û vir ve bi awayekî rêkûpêk hevdîtina parêzer û heyetek serbixwe nîne."

“Hûn ji malbata Şenyaşar re wijdan û leborînek derengdarîn”

Pervîn Buldan bal kişand ser têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û wiha axivî: “ Hûn ji malbata Şenyaşar re wijdan û leborînek derengdarîn. Divê hûn ji malbata Şenyaşar lêborînê bixwazin û mafên daxwazan dikin bidin wan. Ev dayik edaletê diqîre, dixwaze kujerên hevjîn û zarokên wê bên darizandin, edaletê dixwaze. Li vî welatî ne tenê dayika me Emîne Şenyaşar li edaletê digere, ji dayikên Şemiyê yên ku careke din hatin binçavkirin, dayikên ku zarokên xwe di Geziyê de winda kirin, malbatên ku zarokên xwe di qetliama Pirsûsê de winda kirine, ji malbatên kesên li Roboskî û hemû komkujiyan jiyana xwe ji dest dane, deynê me yê edalet û deynê me yê wijdanê heye. Em mecbûr in ku ew deynê edalet û wijdanê bidin. Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bimeşînin.”

“Çawa ku Kobanê neket, dê HDP jî nekeve”

Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser van tiştan: “ Her ku me qala siyaseta demokratîk kir, wan rêya girtîgehan nîşanî me dan. Lê belê me tu carî ji têkoşîna xwe tawîz nedan û me xwe li ber wan netewand. Ez li vê derê dîsa bang li wan dikim û dibêjim ku em ê tu carî serî li ber we netewînin. Bi hêza û moralê ku em ji we digirin re em ê HDP’ê hîn mezintir bikin. Çawa ku Kobanê neket, dê HDP jî nekeve.”

“Em ê bi serketineke mezin aştiyê bînin"

“Em ê di 3'ê Tîrmehê de li Enqereyê kongreya xwe ya mezin pêk bînin. Em ê careke din bi hevra ji salona kongreyê baweriya xwe ya bi kongreya xwe ya mezin, hewcedariya me ya aştiyê, pêdiviya me ya bi azadiyan biqîrin. Em dizanin ku dê ji Rihayê jî beşdariyeke mezin hebe û ked we jî hebe. Em ê di 3'ê Tîrmehê de careke din ji kesên ku welat bi rêve dibin, yên ku me paşguh dikin û yên ku me înkar dikin re bibêjin ku em li vir in, li ser piyane, em ê nehilweşiyan û têkoşîna xwe bidomînin. Niha îro li vir di kongreya rêxistina me ya parêzgeha Rihayê de rêveberiyek nû tê hilbijartin û ez yek bi yek spasiya serokên parêzgehan dikim ku heta niha ewqas ked dane. Ez ji hevalên xwe yên nû werin hilbijartîn re ji bo ku ew ê bi me re di vê xebata dijwar de re bimeşin serkeftin dixwazim. Bila rêya wê hemûyan vekiribe, ez dixwazim her kes zanibe ku em ê teqez bi ser bikevin, em ê bi serketineke mezin aştiyê bînin. Serkeftîn dibêjim."

Ji bo hevserokatiyê re Ahmet Atiş û Aliye Kizildamar hatin hilbijartin

Kongre bi xwendina raporên çalakiyan berdewam kir. Piştre di hilbijartinê de Ahmet Atîş û Aliye Kizildamar ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Rihayê hatin hilbijartin.

Kongre bi gerandina govendên ya bi stranên Hozan Şervan re bi dawî bû.