Namzet Nesrîn Cafer: Ez soza parastina wekheviyê didim

Nesrîn Cafer ku di hilbijartinên Cezayîrê de namzeta Partiya Karkeran e, balkişand ser beşdariya welatiyan, dijwariyên ku jin di siyasetê de pê re rûbirû dimînin, pêşiniya parastina komên lawaz û got ku “Ez soza parastina wekheviyê didim.”

NECWA REHAM

Cezayîr – Hilbijartinên yasadanînê yên Cezayîrê yên sala 2026’an ku di çarçoveyek civakî û aborî ya hesas de pêk tên, gaveke girîng a siyasî temsîl dikin. Ew daxwazên welatiyan ji bo nûjenkirina saziyan û beşdariya gel a zêdetir di biryardanê de, nîşan didin ku çavdêriya nêzîk a pêşketinan bi rêya çavkaniyên pêbawer hewce dike.

Di çarçoveya kampanyaya hilbijartinên yasadanînê yên 2’yê Tîrmehê de, rojnamevan û namzeta Partiya Karkeran Nesrîn Cafer nêrînên xwe bi me re parve kir. Nesrîn tekez kir ku bernameya hilbijartinê ya ku ew pê dimeşe ne wekî platformek takekesî ji bo her namzedek tê pêşkêşkirin. Nesrîn da zanîn, wek bernameyek kolektîf ku vîzyon û pabendbûnên siyasî yên partiyê nîşan dide ye.

Soz û Pabendbûnên Lîsteya “Biryarî û Berxwedan”

Nesrîn rave kir ku lîsteya hilbijartinê ya pêşbaz ku di bin dirûşmeya “Biryarî û Berxwedan” de dixebite, ji destpêkê ve belgeyeke sozên ku ji hêla hemû namzedan ve hatine îmzekirin, pejirandiye. Nesrîn ragihand ku ev belge komek prensîb û sozan dihewîne û armanc dike ku bernameya partiyê di qonaxên cuda yên siyasî de bi cih bîne û biparêze.

Di derbarê pêşveçûna kampanyaya herêmî de, wê destnîşan kir ku endamên lîsteyê heta niha li seranserê 57 şaredariyên Cezayîrê serdanên herêmî kirine. Her wiha zelal kir ku çalakî carna ji hêla jinan ve û carna jî ji hêla komên ku ji endamên cuda yên lîsteyê pêk tên ve tên meşandin.

Bertekên sosret

Di derbarê berteka raya giştî ya li hember kampanyayê de, Nesrîn piştrast kir ku ew di destpêkê de ji cewhera pêşwaziya raya giştî bi fikar bûye û wiha domand: “Ji ber rewşa siyasî ya heyî ya li Cezayîrê, hesta bêhêvîtiyê ya di nav hin welatiyan de û nebûna baweriya wan bi îhtîmala bidestxistina guhertinê bi rêya hilbijartinan, bû sedema fikarên min. Lê belê, rastî  berteka ‘sosret’ hatim. Hem ji aliyê namzedan û hem jî ji aliyê Partiya Karkeran ve, bi awayekî xweş matmayî bûm.”

Nesrîn diyar kir ku her çiqas hin welatî hê jî helwestên redkirina dengdanê an beşdarbûna siyasî nîşan bidin jî, piraniya wan tercîh dikin ku fikarên xwe yên rojane bi endamên kampanyayê re parve bikin. Nesrîn wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tiştê ku herî zêde di serdanên xwecihî de bala me kişand, asta êşa teqawîdbûyan bû. Me qet xeyal nedikir ku ev kom çiqas niheqiyê dikişîne. Ev yek pirsgirêkên wan dike yek ji pêşiniyên ku divê di pêşerojê de bên çareserkirin.”

Motîvasyonên namzediyê û rewşa siyasî

Di nîqaşkirina motîvasyonên xwe yên ji bo namzediyê de, Nasrîn Cafer ragihand ku her namzedek armancên xwe hene ku hewl dide bighîje wan û bi riya wan dixwaze şopa xwe li ser jiyana siyasî bihêle. Wê wiha domand: “Biryara min a ji bo namzediyê bi hejmarek faktorên objektîf û subjektîf ve girêdayî ye. Bi taybetî jî, di ronahiya gelek krîzên ku cîhan îro dibîne û zext û dijwariyên ku ew li ser welatên cuda ferz dikin.”

Nesrîn bawer dike ku bandorên rewşa navneteweyî ya heyî li ser Cezayîrê neçar in û ji bo rûbirûbûna gef û dijwariyên cuda, xurtkirin û yekbûna eniya navxweyî pêwîst dike. Wê destnîşan kir ku namzediya wê ya li ser lîsteya Partiya Karkeran di vê çarçoveyê de ye û beşdariyeke siyasî ji bo destekkirina hevgirtina neteweyî û xurtkirina yekîtiya navxweyî temsîl dike.

Beşdariya jinan divê ne tenê ji aliyê kotayan ve be

Di derbarê beşdariya jinan a li jiyana siyasî de, wê tekez kir ku zêdekirina hebûna jinan di saziyên hilbijartî de divê ne tenê li ser kotayan an jî ferzkirina rêjeyên taybetî be. Nesrîn wiha got: “Berî her tiştî, îradeyeke siyasî ya rastîn û reformeke berfireh a pergalê ya têkildarî beşdariya siyasî ya jinan hewce dike. Destkeftiyên yasayî yên ku jinên Cezayîrî bi dest xistine, bi taybetî mafê namzedbûna hilbijartinên meclîsê û herêmî, pirî caran bi astengiyên civakî û çandî yên ku hê jî hene re rû bi rû dimînin. “elek malbat û herêm hê jî red dikin ku jin beşdarî xebata siyasî bibin, her çend ev maf bi qanûnê ve hatibe garantîkirin jî. Ev yek dibe sedem ku gelek jin bi zext û nerazîbûnên girîng ên civakî û malbatî re rûbirû bimînin.”

Parastina komên bêparastin û reforma medyayê

Nesrîn tekez kir ku peyama sereke ya ku ew dixwaze bigihîne ev e ku her çend qanûn mafên wan ên siyasî yên xwezayî dide jinan jî, civak hê jî di hin rewşan de di pratîkê de rê li ber pêkanîna van maf û destkeftiyan digre. Her wiha wê rewşa sektora medyayê û weşanê jî nirxand û anî ziman ku ev qad ji bo mîsogerkirina standardên domdar û zelal, ji bo belavkirina fînansmanê di navbera saziyên medyayê yên cihêreng de, reformên qanûnî yên zelal hewce dike. Wê bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina rêziknameyên qanûnî ku dê pîvanek mûçeyê neteweyî ji bo rojnamevanên ku di sektora taybet de dixebitin ava bike, da ku mafên wan ên pîşeyî û civakî bên garantîkirin.

Nesrîn Cafer tekez kir ku ew sozên pûç yên kampanyayê nade welatiyan, ji ber ku ew sînorên desthilata nûnerekî di Meclîsa Gel a Neteweyî de fêm dike. Ew bawer dike ku rola sereke ya nûnerek; çalakvaniya siyasî, parêzvaniya fikarên rojane yên welatiyan û xebata ji bo bilindkirina dengê wan bo saziyên têkildar e.

Peyama dawî û sozên namzedê

Di dawiyê de, Nesrîn Cafer soz da ku her hewlekê bide da ku qanûnên ku bandorek neyînî li ser hêza kirîna welatiyan dikin red bike. Wê diyar kir ku ew ê piştgiriyê bide hemû destpêşxerî û guhertinên ku edalet û wekheviyê bipêş dixin, mafên komên xeternak diparêzin û beşdarî avakirina çandeke pejirandin û rêzgirtina ji bo cihêrengiyê di hemû awayên wê de di nav civaka Cezayîrê de dibin.