Namzeda Iraqî ya ji hilbijartinan hat dûrxistin: Biryar ne adil e

Namzeda Iraqî Loudia Raymond ji ber rexneyên xwe yên têkildarî dadweriya Iraqê, ji hilbijartinên hat dûrxistin. Lodudia bertek nîşan da û got: “Ev biryar ne adil e, armanc dûrxistina ji hilbijartinê ye. Divê rêz ji azadiyê re bê girtin.”

RECA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Di 11’ê Mijdara 2025’an de dê li Iraqê hilbijartinên parlementoyê pêk bên. Di hilbijartinê de dê 329 kursiyên parlementoyê bên diyarkirin. Namzeda Iraqî Loudia Raymond ku bi awayekî serbixwe ji bo koteya Xirîstiyanan beşdarî hilbijartinên parlamentoyê yên dawiya vê salê bû, ji ber rexneyên xwe yên têkildarî dadweriya Iraqê, di 24’ê Tîrmehê de ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve der barê wê de biryara dûrxistina ji hilbijartinên kotaya Xirîstiyanan hat dayîn.

Namzeda Iraqî Loudia Raymond, li dijî biryara dûrxistina xwe ya ji hilbijartinên Encumena Dadwerî îtîraz kir lê di 12’ê Tebaxê de îtîraza wê hat redkirin. Loudia Raymond, ji ber ku kotaya Xirîstiyanan kursiyek ji Besrayê nagire nava xwe, li paytext Bexdayê namzediya xwe danîbû. Ji ber ku kursî li Hewlêr, Dihok, Nînowa, Kerkûk û Bexdayê hatine belavkirin, ew ji bo Bexdayê hat berbijêrkirin. Cara ewil bû Xirîstiyanek ji Besrayê ji bo Meclîsa Nûneran hatibû berbijêrkirin.

‘Ji ber ku min rexne kir ji hilbijartinan hatim dûrxistin’

Loudia Raymond, der barê hûrgiliyên biryara dûrxistina xwe ya ji hilbijartinan de axivî û da zanîn ku ev biryar li ser îdiayên "teqîn û heqeratê" hatiye girtin lê di rastiyê de ev yek helwesteke siyasî û rexneyek li rastiya gendel bûye. Loudia Raymond, wiha axivî: "Ev biryar ne adilane ye, armanc dûrxistina min a ji pêşbirka hilbijartinê ye. Ev biryar, ji ber rexneyên min ên li ser dadwerî û komîsyonê bûn. Biryara derxistina min bi hinceta ku min serêdana xwe ya namzediyê li ser bingeha sertîfîkaya dibistana navîn pêşkêş kir e. Lê qanûnên heyî destûr dide vê yekê. Min li dijî biryarê îtîraz kir, ji be rev biryarek neheq e û kesayeta min hedef digre. Dadweriyê bersiva îtîrazê da û diyar kir ku ez îfadeyên xwezaya mezhebî û teşwîqkirina tundiyê dikim. Hemû nivîsên min îfadeya redkirina van herdu bendan in û bi tu awayî min tundî yan jî mezhebpersetî teşwîq nekiriye.”

‘Min bi riyên qanûnî xebatên xwe meşand’

Loudia Raymond, dûrxistina xwe ya ji hilbijartinan mîna "dijwar û êşê" pênase dike û wiha li gotinên xwe zêde dike: "Ew ne encama xeletiyek zagonî bû, encama helwestên wêrek û rexneyên eşkere yên li ser gendelî û siyaseta kursiyên kotayê bû. Ev tohmet weke amûrek ji bo bêdengkirina min û dûrxistina ji pêşbirkê hat bikaranîn. Ev jî asta sînordarkirinên li ser dengên serbixwe eşkere dike. Ez li dijî gendelî û paşguhkirina çarenûsa pêkhateyên xwecihî axivîm. Ev rexne, li hinek aliyên bi bandor nehatin kirin û ev doz pir caran ne mîna mekanîzmayek rasteqîn a ji bo parastina navûdeng, mîna amûrek siyasî tê bikaranîn. Min bi riyên qanûnî xebatên xwe meşand."

‘Ez dixwazim bibim dengê azad ê ku nûnertiya jinan dike’

Loudia Raymond, bal kişand ser motîvasyona sereke ya ji bo namzediya parlamentoyê li ser navê pêkhateya Xirîstiyan a li Besrayê û wiha gotinên xwe berdewam kir: "Motîvasyona min ji hesta berpirsiyariya li hemberî pêkhateya Xirîstiyanan ku bi paşguhkirin û tundiyê re rûbirû dimînin tê. Namzediya min ji bo vegerandina dengê rasteqîn ê Xirîstiyanan hewldandek bû. Ez dixwazim parastina mafên wan ên ku hatine desteserkirin bikim û bibim dengê jinan ê azad ku nûnertiya jinan dike. Rewşa siyasî û aborî ya li Iraqê, dikare bi riya têkoşîna li dijî gendeliyê, reformkirina pergala hilbijartinê û piştgirîkirina aboriya herêmî û projeyên berhemdar bê baştirkirin. Divê edalet û wekhevî ji bo hemû pêkhateyan bê mîsogerkirin.”

Divê hemû mirov li dijî hewldanên bêdengkirina dengên azad wêrek bin’

Loudia Raymond, destnîşan kir ku ruxmê namzediya wê nehatiye qebûlkirin jî bi zehmetiyan re rûbirû maye û wiha got: "Yek ji binpêkirinên ku ez rast hatim, tacîza siyasî û hewldanên xirabkirina navûdengê min bû. Lê ez bi awayekî bi biryar, xebatên qanûnî û bi dengdana dengê xwe li dijî van êrîşan derketim. Ji bo xurtkirina dadwerî û hesabdayînê li Iraqê, pêdivî bi reforman heye. Divê zagonên têkildarî azadiya derbirînê werin sererastkirin, pêşiya bêdengkirina nerazîbûnan bê girtin. Peyama min ew e ku divê hemû mirov li dijî hewldanên bêdengkirina dengên azad wêrek bin û mafê xwe yê hilbijartina nûnerên xwe biparêzin. Divê em bi awayekî bi îsrar diyar bikin ku pêwist e ji azadiya derbirînê re rêz bê girtin.”

Hêjayî gotinê ye ku Ludia Raymond ji sala 2018'an vir ve li Besrayê beşdarî çalakiyên sivîl û xwepêşandanan dibe û di sala 2020'an de piştî xwepêşandanên Cotmehê hatibû hedefgirtin û rastî hewldanên kuştinê hatibû.