Mila: PDK destûr neda ku em biçin Rojavayê Kurdistanê

Heyeta navnetewî ya ji Ewropayê hat Başûrê Kurdistanê û êrişên dagirkeriyê ji nêz ve şopand, daxwaz kir ku êrişên dewleta tirk a dagirker were bidawîkirin.

Silêmanî – Heyetek ji ciwan ên ji şoreşger, rojnameger û çalakvanên welatên cûda yên Ewropayê pêk tên, ji bo ji nêz ve şopandina êrişên dagirkeriyê ya dewleta tirk berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê. Yek ji endama heyetê Mila ya hemwelatiyek Elmanî destnîşan kir ku ew daxwaz kirine ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin lê ji hêla PDK’ê ve hatine astengkirin.

11’ê Hezîranê di Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Dagirkeriyê de li dijî êrişên dagirkeriyê ya dewleta tirk li Silêmanî meşek hat lidarxistin. Lê meş ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat astengkirin û li hemberî çalakvanan xaza firmeskrêj hat bikar anîn.   

Mila ya beşdarî meşê bûbû destnîşan kir ku çalakvan hatine astengkirin û li dijî çalakvanan tûndî hatiye bikar anîn. Her wiha da zanîn ku ew weke rojnameger in rewşa heyî ji medyaya navnetewî re ragihandine û got: “PDK destûr neda ku em ji deriyê sînor derbas bibin. Em ji nivîsandina derbarê çalakiyê de û agahdarkirina kesan pir kêfxweş in.”

Mila da zanîn ku heyeta ciwanan serdana gelek partiyan kirine, êriş û gefên li hemberî Kurdistanê nîqaş kirine û wiha got: “Emê çalakî û rewşa siyasî ya zehmet bi hevalên xwe re nîqal bikin.”