'Li şûna ku were darizandin, ji zanîngehên dewleta Tirk derdiçe'

Seroka Partiya Sûrî ya Pêşeroj Şivîn Qulagasî ji zanîngeha Mêrdînê derçûna serçeteyê ku siyasetmedar Hevrîn Xelef qetilkiriye bi tundî şermezar kir û got ku divê Hatim Ebû Şeqra û kesên wî diparêzin werin darizandin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Di 6'ê Hezîranê de li ser medyayên dîjîtal wêneyên derçûna serçeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra ku koma çete Ehrar El-Şerqiyê birêve dibe hatin parvekirin. Hatim Ebû Şeqra kesek ku di dema dagirkirina Serêkanî û Girê Spî de sekerteriya giştî ya Partiya Sûrî ya Pêşeroj Hevrîn Xelef qetilkiriye. Hatim Ebû Şeqra û koma wê ya çete di Tîrmeha 2019'an de ceza ji aliyê xezîneya giştî ya Emerîka girtiye. Tevî vê yekê jî li gel du çeteyên din, ew ji zanîngeha bajarê Mêrdînê ji beşa zanistên siyasî derçû.

Li dijî vê bûyerê bertekên tund li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin. Di vê çarçoveyê de seroka Partiya Sûrî ya Pêşeroj Şivîn Qulagasî helwesta xwe bi ajansa me re parve kir.  

Ehrar El-Şerqiyê û sûcên wî

Şivîn Qulagasî di despêka axaftina xwe behsa girêdana di navbera koma Ehrar El-Şerqiyê û dewleta tirk de kir û wiha  got: "Di aloziya Sûriyê de bi dehan komên çete derketin holê ku her komek ji aliyê hêzeke hegomonîk ve tê birêvebirin. Bi taybet jî dewleta tirk gelek komên çete ku weke Opozîsyona Sûriyê tê binavkirin, birêxistin kir. Koma herî aktîf ku perspektîfên xwe yekser ji dewleta tirk digre, Ehrar El-Şerqiyê ye. Heta agahî derketin ku rêveberiya vê komê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra, li gel Erdogan civiya û lihevkirin çêbû. Ji lewra ev kom bi rengekî çalak beşdarî tevahî pêngavên dagirkeriyê yên dewleta tirk bûye û ji bo vê jî gelek diyarî wergirtiye. Di dema dagirkirina Efrînê di 2018'an de, ji her komê zêdetir Ehrar El-Şerqiyê rola xwe lîst û bi dehan komkujî û kiryar di Efrîna dagirkirî de pêk anîn. Heta niha jî di her bûyereke ku çêdibe de weke destdirêjiya jin û zarokan, talankirina malên gel, jêkirin û şewitandina daran destên wan tê de hene."

'Qetilkirina Hevrîn Xelef sucê şer e'

Şivîn Qulagasî di domandina nirxandinên xwe de bal kişand ser hedefgirtina siyasetmedar Hevrîn Xelef û wiha got: "Dema ku dewleta tirk di 2019'an de dest bi êrîşa dagirkeriyê li ser Girê Spî û Serêkanî kir, careke din bangwaziya koma Ehrar El-Şerqiyê kir ku alîkariyê bide. Li ser vê bingehê heman kiryarên ku li Efrînê pêk hatin, li van herdû deveran jî çêbûn. Yek ji kiryarên herî hovane ku di wê demê de ji aliyê koma Ehrar El-Şerqiyê pêk hat, hedefgirtina sekreteriya giştî ya Partiya Sûrî a Pêşeroj Hevrîn Xelef bû. Hevrîn Xelef jineke siyasetmedar bû ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî dixebitî. Heta ji bo ku vê têkoşîna bi civaka navdewletî re parve bike, di parlementoya Ewropayê de ji bo wê cih hatibû veqetandin da ku weke nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriyê biçe. Li hember kesayeteke bi vî rengî  koma Ehrar El-Şerqiyê ya girêdayî dewleta tirk planeke hevpar danîn û bi rêbazekî hov ew qetil kirin ku bi laşê wê lîstin û dîmenê vê sucî li ser medyayên dîjîtal jî parve kirin."

'Li şûna ku were ceza kirin ji zanîngehan derdiçe'

Şivîn Qulagasî dirêjî da axaftina xwe û behsa derçûna Hatim Ebû Şeqra ji zanîngehên dewleta tirk kir: "Qetilkirina Hevrîn Xelef ji aliyê koma Ehrar El-Şerqiyê ve, ji aliyê navdewletî ve jî bû rojev ku bi dehan car doza darizandina vê komê hat rakirin. Heta ji ber sucên ku ji aliyê vê komê çete ve hatine kirin, Emerîka ceza li wan birî. Lê ji ber ku Hatim Ebû Şeqra û koma wî di bin sîwana dewleta tirk de ewqas suc pêk tîne, ew hatin parastin û ev cezayên derketî pêk nehatin. Ev kom tevahî daxwaz û berjewendiyên dewleta tirk anîn cih, ji lewra îstîxbarata dewleta tirk her tim di bin parastina xwe de hîştin û tevahî sucên pêk anîn veşartin. Me dît ku di hefteya borî de Hatim Ebû Şeqra ji zanîngehên dewleta tirk ji beşa zanistên siyasî derçû û bi rengekî fermî cilên derçûnê lixwe kirin û ev mijar li ser medyaya dîjîtal jî hat belav kirin."

Banga darizandina Hatim Ebû Şeqra

Seroka Partiya Sûrî ya Pêşeroj Şivîn Qulagasî di dawiya axaftina xwe de banga darizandina serçeteyên ku sucên şer pêk anîne kir: "Hatim Ebû Şeqra di nava aloziya Sûriyê de û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sucên şer pêk anî. Li şûna ku ev kes di dadgehên navdewletî de were darizandin, em dibînin ku ji zanîngehên fermî derdiçe. Ev kesê ku mirov dikare weke qatil bi nav bike derçûna wî jî ji beşeke ne normale, a niha diploma zanistên siyasî girtiye û dikare xebatên cuda pê bide meşandin. Diviyabû piştî vê bûyerê bertekên tund derbiketana, lê mixabin me bêdengiyek dît. Pêwîst e der barê vê mijarê de ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî lêpirsînê bidin destpêkirin û ev kes were darizandin. Li şûna ku ev kes ji 6 sal berê di zîndanê de be, a niha dest bi xebatên siyasî kiriye. Em weke Partiya Sûrî ya pêşeroj vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û bang li aliyên pêwindîdar yên navdewletî dikin ku di destpêkê de dewleta tirk ya bi dehan komên çete birêxistin dike were ceza kirin û pişt re jî serçete Hatim Ebû Şeqra were darizandin."