Li nava kolanên Amedê rojeva jinan: ‘Edalete’

Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun balkişand ser polîtîkaya şidetê ya li Tirkiyê ser jinan tê meşandin û diyar kir ku dê kolan kolan bigerin ji bo jinan edaletê bixwazin.

Amed – Di çarçoveya kampanyaya “Ji bo her kesê edalet” a ku starta wê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ve hatiye dayîn xebat berdewam dike. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun “Ji bo jinan edalet” ku lingek ê kampanyayê ye nirxand. Remziye da zanîn ku dê kampanya heta hezîranê dewam bike û wiha domand: “Bi zewicandin û di mal de hêlanê hewil didin jinan ji civakê dur bixin. Ji bo bêdengkirina jinan çî ji destê wan tê dikin. Jinên li hemberî vê pergalê radibin jî davêjin girtîgehan.”
"Ji hêza jinê ditirsin "
Remziye Tosun, bilêv kir ku ji bo bêdengkirina jinan deshilat her polîtîkayê dixe meriyetê û wiha pêde çu: “Li her derê welat jin dibin tundiyê dene. Jinên parastina xwe dikin tên girtin, cezayê mêrên şidetê dikin jî dadixin. Mêr ji ceza negirtinê cesaretê digirin. Deshilat ji hêza jinan ditirse. Dema em li demboriyê dinêrin dibînin ku çiqas paş ketine. Li cihê pêşketinê bi saya deshilatê li welat qeyîran mezin dibe. Deshilat dixwaze vê tundiyê jî li ser jinan bide meşandin. Li Turkiyê rojane sê jin tên qetilkirin. Ev hejmarek ne kême, her kes hewceye di vê mijarê de destê xwe dane ser wijdana xwe.  
"Emê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin "
Remziye balkişand ser têkoşîna jinên Rojava û got: “Deshilat dixwaze jinan ji qadê dur bixin. Em dikarin weke mînak Rojava nîşan bidin, sedema ewqas êrîşan ji ber tevger û berxwedêriya jinane. Di van çar salên dawiyê de xwestin çî bi jin û ciwanan bikin em baş dizanin. Emê kolan kolan bigerin û daxwaza xwe ya edaletê berdewam bikin.”