Li Fransayê kesên ku bixwazin dikarin paşnavê dayika xwe bigrin

Li Fransayê ji bo hemwelatiyên ku 18 salî bikare paşnavê dayika xwe hilbigre, qanûnek hat pêşniyarkirin.

Navenda Nûçeyan - Li Fransayê, ger pêşnûmeya qanûnê were qebûlkirin, her kesê ku bibe 18 salî dê bikaribe paşnavê dayika xwe bigre. Wezîrê Dadê yê Fransayê Eric Dupond-Moretti li ser medyaya civakî ragihand ku êdî li Fransayê hemwelatî ne neçarin ku ji bo guhertina paşnavê xwe hincetek bidin. 
Li gorî nûçeya Euronewsê, Wezîr ragihand ku dê rêziknameyek qanûnî were çêkirin ku kesên dema mezin bibin ger bixwazin dikarîn paşnavê dayika xwe bigire. Tê payîn ku hikûmet piştgiriyê bide pêşnûmeya ku ji aliyê Parlamenterê Tevgera Meşa Komarparêz (LREM) Patrick Vignal ve hatiye derxistin.
Yên ku bixwazin dikarin hem paşnavê bav hem jî dayikê bigirin
Heger pêşnûme were erêkirin, her kesên ku temenê wan bigihêje 18 saliyê, wê mafdar be ku here şaredariyê û paşnavê dayika xwe bigire. Li gorî vê yekê, yên bixwaze dikarim di heman demê de hem paşnavê bav hem jî paşnavê dayika xwe bi kar bîne. Li Fransayê hemwelatî tenê piştî pêvajoyek qanûnî ya dirêj û tevlihev dikarin paşnavê xwe biguherînin. Hemwelatiyekî ku bixwaze paşnavê xwe biguherîne divê ewil Wezareta Dadê bi hincetên mafdar razî bike.
Pêşnûme wê hefteya bê were nîqaşkirin
Wezîrê Dadê Eric Dupond-Moretti diyar kir ku rêzikname ji bo kesên ku rastî serpêhatiyên trajîk ên wekî şideta nav malê û têkiliya ensestê hatine re çareseriyek baş e, ku bi hêsanî ji sendroma paşnav xilas bibin. Pêşnûme wê di rojên pêş de bikeve rojeva Meclis û Senatoyê.