Jinên Karker: Em heqdesta xwe nagirin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" li pirsgirêkên jinên karker ên li ser erd guhdar kir.

 
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" hatina gel hevdu ya bi jinan re didomîne. Meclîsa Jinê ya HDP'ê vê carê çû serdana jinên karker ên demsalî yên li ser erdê îsotan ê li Navçeya Karataş a Edeneyê dixebitin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Tulay Hatimogullari, Fatma Kurtulan, Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, Hevseroka HDP'ê ya Karataşê Suzan Yildirim û gelek jin beşdarî serdana jinên kedkar bûn.  
Jinên di hevdîtinê de pirsgirêkên xwe anîn ziman dan zanîn ew di nava şerdên dijwar de dixebitin û wiha gotin:"Em saet di 05.00’ê sibehê de tên ser erd û heta êvarî dixebitin. Em di bin tava tûj de bi saetan îsotan didin hevdu. Em îsotên didin hevdu dixin qaseyan. Xebata di germahiya Edeneyê de zor e. Heqdestê em digirin jî 85 TL ye. Dema em vê heqdestê bi misrefên xwe didin wê demê tiştek di destên me de namîne. Em berdêla keda xwe nagirin. Binê kon gelekî germ e. Loma zehmet e. Di hewa germ û bi rewa de em nikarin hilmê bigirin. Li vir pirsgirêka paqijiyê jî heye. Makîneya me ya cilşuştinê û firaxşuştinê tune ne. Dema me re jinên kedkar be ev zortir e. Em hem li mal hem jî li ser erd dixebitin. Karê li ser jinê tê barkirin li her derê zêdetir e."
Heyetê rave kir keda jinê ji ber newekheviya zayendî ya ji aliyê îktidarê ve zêde dibe tune tê hesibandin û nayê dîtin. Heyetê rave kir ew ê pirsgirêkên jinên kedkar li her dere bîne ziman û hewil bide çareseriyê jê re bibîne.