‘Hilbijartinên şaredariyan dê ji bo jinan bibe destkeftiyek’

Endama Meclisa Jin a PYD’ê Ahîn Elî têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, girîngiya kotaya ji sedî 50’î ya ji bo jinan, destkeftiyên ku dê jin bi vê hilbijartina şaredariyan bi pergala hevserokatiyê bidest bixin axivî.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da diyarkirin ku di 30’ê Gulana 2024’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Di 17’ê Nîsanê de Rêxistina Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan bi daxuyaniyekê ragihandin. Ji bo 121 şaredariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê hilbijartin pêk werin Kongra Star bajar bi bajar dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hevşaredariyê kirin.

Têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, girîngiya temsîliyeta hevbeş, destkeftiyên ku dê jin bi vê hilbijartina şaredariyan bi pergala hevserokatiyê bidest bixin endama Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ahîn Elî ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Yekem car e ku jin bi îradeya xwe beşdarî hilbijartinan dibin’

Ahîn Elî bal kişand ku jinan bi coş û heyecanek mezin berê xwe didan navenda hilbijartinan û ji bo pêşhilbijartinên diyarkirina namzetên jin ên hevşaredariyê dengê xwe didan. Ahîn Elî wiha axaftina xwe domand: “Di dîrokê de cara yekemîn e ku jin bi îradeya xwe di hilbijartinan de cih digrin û dengê xwe didin. Jinan bi coş û kelecaneke mezin berê xwe dan navendên hilbijartinê yên Kongra Star û dengê xwe dan. Ev gaveke serkeftî ye ku îro jin bi rengekî demokrasî û edaletê hilbijartinan pêk tîne. Avakirina civakek azad bi destên jinan were avakirin û pêşxistin. Sedsala 21’ê sedsala azadî, pêşengî û rêveberiya jinan e. Dîrok bi vê sedsalê tê xemilandin.”

‘Rêveberiya Xweser bi pêşengiya jinan tê pêşxistin’

Ahîn Elî di berdewama axaftina xwe de der barê girîngiya hebûna jinan di şaredariyan de wiha got: “Di 17’ê Nîsanê de Kongra Star û PYD’ê îtfaqa ji bo avakirina şaredariyên demokrasî îlan kirin. Pêşhilbijartinên ku hatin çêkirin yek ji bendên wê tifaqê bûn. Em bawer in ku wê rojek were li her derê daxwaza sîstema Rêvberiya Xweser were kirin ji ber ku ev sîstem bi pêşengiya jinan hat pêşxistin û birêxistinkirin.”

‘Pêşhilbijartin bersiva li dijî êrişan e’

Ahîn Elî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser heremê û got: “Ji ber rewşên dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem hilbijartinên me dereng diman. Ev dibû sedem ku di hinek cihan de gelek kêmasî û pirsgirêk derkevin. Lê bi îrdeya jinan, bi şoreşa jinan me biryara xwe da û dest bi xebatên hilbijartinan kir. Em jin di vê pêvajoya hesas de lidarxistina pêşhilbijartinên şaredariyan bersivek baş dibînin.”