Hevserokên HDP’ê: Em ê tu carî serî netewînin

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî girtina partiya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku desthilatdariyê bi rêveberiya xwe ya derbekar navê xwe li dîrokê daye nivîsandin û wiha hat gotin: “Bila desthilatdariya AKP-MHP’ê vê yekê baş bizanibin, ew çi dikin bila bikin, em ê tu carî serî û çokên xwe netewînin, ji siyaseta demokratîk tu carî tawîz nedin û berxwedana xwe ya demokratîk bi têkoşîneke bi biryar bidomînin.”

 
Enqere – Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn, bi daxwaza girtina HDP’ê li Dadgeha Makezagonê (AYM) doz vekir. Îdianameya têkildarî mijarê piştî ku ji dadgeha bilind re hat şandin hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li ser daxwaza girtina partiya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşandin. 
'AKP dê hesab bide'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku roja ku wekîltiya parlamenterê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu bi hesabên siyasî yên desthilatdariyê û binpêkirina hiqûqê hatiye xistin, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind der barê partiya wan de doza girtinê vekiriye û wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP’ê hiqûqa ku bi xwe ve girê daye, ji bo dîzaynkirina siyasetê wekî çov bi kar tîne. Doza girtina partiya me, ji bo demokrasî û hiqûqa welat derbeyeke giran e. Vê desthilatdariyê navê xwe bi rêvberiyeke derbekar li dîrokê da nivîsandin. AKP bi doza girtina partiya me, bi darazê diyariyeke kongreyê daye MHP’ê. Dozger û dedgerên ku bi talîmatên siyasî hereket dikin bila bizanibin ku dema ev desthilatdarî biguhere, ew ê li pêşiya hiqûqê hesab bidin.” 
“Em ê berxwedana xwe ya demokratîk bi têkoşîneke bi biryar bidomînin”
Di daxuyaniya de hat destnîşankirin ku rewşa heyî ji ber bêzariya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, ji ber ku desthilatdarî ji aliyê polîtîk ve di hilbijartinan de serkeftî nebûye, dixwaze partiya wan ji siyaseta demokratîk tasfiye bike û wiha bi dawî bû: “Ev êrîşkariya wan, ji ber tirsa wan a mezin e. HDP ne tenê partiyek e, fikir û raman e. Bi milyonan mirov li dora vê fikrê kom bûne. Bi milyonan mirov dê xwedî li vîna xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derkevin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê meşrûyeta xwe ji dest dane, hewl didin bi zor û zextê xwe li ser piyan bigrin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bila vê yekê baş bizanibin ew çi dikin bila bikin em ê tu carî serî netewînin û ji siyaseta demokratî tawîz nedin.”