"Em statuya Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriyê biparêzin"

Partiyên siyasî yên herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ser xakên Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Partiyan bang li PDK`ê, tevahî partiyên siyasî û civaka sivîl kir ku li dijî dagirkeriyê xwedî helwestbin.

Kobanê- Dewleta tirk bi awayekî fermî li xakên Başûrê Kurdistanê tev digere û pêngavên dagirkeriyê dest pêkirin. Her wiha di 5'ê vê mehê de jî bi balafireke bê mirov (SIHA) kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk li ser xakên Başûrê Kurdistanê, Partiyên siyasî yên herêma Firatê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Endamên Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê (PDKS), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Kurdî li Sûrîya-El partî, Partiya Çep ya Kurdên li Sûriya li qada jina azad kombûn û alên xwe hildan.
"Êrîşên li ser Mexmûr şermezar dikin" 
Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Komîteya Navendî yê PDKS`ê Gêlo Îsa ve hat xwendin wiha bû: "Em wek partiyên konevanî yên li herêma Firatê êrîşên dagirkerên tirk li ser kampa koçberên Mexmûrê û çiyayên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Li gorî zagonên navneteweyeî mafê çarenivîsê mafekî rewa ye, her netewek bi hêsanî dikarê mafên xwe wergirin, lê Kurd li tevahî beşên Kurdistanê ji bo wî mafî her têdikoşin, ta rojekê ew jî wekî tevahî neteweyên din ên di Rojhilata Navîn de bi maf û azadiya xwe jiyan bikin. Lê dijmin dixwazin kurdan wekî kole bê hestên niştimanî bihêlin, ji ber vê yekê her çirûskek ji bo azadiya kurdan li devereke Kurdistanê diyar dibe, ji aliyên hovên artêşa degirkerên Tirkiyê ve, ew ronahî dikeve bin gefan." 
"PDK'ê hovîtiya xwe li çiyayên Kurdistanê dewam dike"
Gêlo Îsa di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku tirkiyê bi erêkirina PDK'ê hovîtiya xwe li axa Başur berdewam dike û wiha domand: "Dewleta tirk ji serdema osmanî de, ta roja îro her gelê kurd kiriye armanca kiryarên xwe yên qirêj û di wê yekê de domdare. Di dema dawiyê de artêşa tirk bi erêkirina PDK'ê hovîtiya xwe li çiyayên Kurdistanê berdewam dike, lê cihê xemgîniyê ye ku Partîya Demokratîk a Kurdistanê li dewsa li pêş hovîtiya dewleta tirk bisekine û serweriya Başûrê Kurdistanê biparêze, dibe hevkarê artêşa dagirker di kiryarên wan de. Di 5'ê Hizêrana 2021'an de, çekdarên girêdayî bi Partiya Demokratîk a Kurdistanî PDK'ê de bi mabesta ku rewşê li Gerîlla tengav bikin tevgerek li çiyayên Metîna lidarxistin, di encamê de pênç cekdarên PDK'ê jiyana xwe ji dest dan, ev pilanekî sazkirî bû ji aliyê dewleta tirk ve ku dewleta tirk erebeya wan kir armanc, vêca tewan jî baş hatibû amade kirin ku têxin situyê hêza Gerîlla, ev pêlan metirsiyek mezin e li ser destkeftiyên gelê kurd li Başûr û Rojavayî Kurdistanê, hişariyak ji bo van pilanan ji civaka me  pêwîst e."
"Dewleta tirk dixwaze li Başur şerê navxweyî derxe"
 Gêlo Îsa di dawiya daxuyaniyê de hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re bi tundî şermezar kir û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Em partiyên konevanî yên Kurdî li herêma Firatê bi tundî hevkariya PDK`ê ya li gel dagirkerên tirk li dijî şervanên azadiyê şermezar dikin. Her wiha em bang li tevahî gelê kurd û hêzên wê yên siyasî û civaka sivîl dikin, bi taybetî gel û hêzên kurdî li herêma Kurdistanê ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin, rê li pilanên dewleta tirk bigirin û li pêş destwerdanên artêşa tirk li ser Başûrê Kurdistanê bisekinin. Tirkiyeya hewl dide ku şerekî navxweyî derxe holê û ewlehî û aramiya heyî di nava civaka me de têk bibe. Her wiha em bang li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku statuya li herêmê hatî avakirin û serweriya wê ji dagirkerên tirk biparêzin û dewleta tirk wekî degirker nîşan bidin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Na ji birakujiyê re, erê ji berxwedana gelê kurd ya li hember dakirkerên tirk" bi dawî bû.