Ebru Gunay: Dixwazin destkeftiyên Kurdan bên tunekirin

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay diyar kir ku Tirkiye xwe ji şer re amade dike û diyar kir ku gel hewl dide xeniqîne.

Navenda Nûçeyan - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ebrû, têkildarî geşedanên siyasî û polîtîkayên serdema nû axivî. 

Ebrû da zanîn ku 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a partiya wan bi coş derbas bûye û wiha got: “Di dawiya hefteyê de jî me civînên Meclisa Jinan û Meclisa Partiyê li dar xistin. Di civînan de geşedanên girîng ên li Tirkiye û herêmê hatin nirxandin. Me pir xurt dest bi serdema nû kir.” 

“Modela Rojava ji bo gelan hêvî ye”

Bi domdarî Ebrû bal kişand ser 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava û ev tişt anî ziman: “Li dijî polîtîkayên yekperest û înkarger ku herêm veguherandiye gola xwînê û kiriye navenda zextên emperyalîst, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş pêk anî. Ev şoreş îro jî tevî hemû alozî, pirsgirêk û şerên li Rojhilata Navîn, weke alternatîfa çareseriyê derdikeve pêş. Em vê şoreşa ku gelan, jinan û komên baweriyan pêk anîn pîroz dikin. Ev modêla hatiye avakirin, hêj niha jî bo hemû gelan hêvî ye.” 

Di berdewamê de Ebrû, anî ziman ku modêla Jiyana Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encama bedelên giran de hatiye avakirin, îro jî rastî êrişan tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja destpêkê heta niha ev modêl rastî êrişên giran tê. Bi komkujî û hewldanên dagirkeriyê re rû bi rû ma. Tarîtiya DAIŞ’ê, li ser arastekirina hêzên herêmî û navneteweyî li herêmê komkujiyên mezin kirin. Ne tenê barbariya DAIŞ’ê hewl da vê şoreşê bifetisîne. Barbariya DAIŞ’ê tenê weke rûyê dijminatî û êrişkariya li dijî vê şoreşê xuya dikir. Bi têkçûna DAIŞ’ê re hêzên rasteqîn ên dijminatiya jiyaneke hevpar û şoreşê dikirin dest bi êrişan kirin.”

“Kujerên komkujiya pirsûsê tên parastin”

Ebrû, bi domdarî qala Komkujiya Pirsûsê kir û da zanîn ku mebesta ji vê komkujiyê ew bû ku piştevaniya bi Kobanê re were têkbirin. Ebrû, axaftina xwe wiha domand: “Ev êrişa li dijî mirovahiyê, di heman demê de bû gava ewil a serdemeke nû ya şer û pevçûnan. Ji wê rojê heta niha jî li Tirkiyeyê şerê li dijî mirovahiyê tên kirin. Bi van êrişan re Tirkiye xistin nava aloziyan. Krîza heyî girantir bû û veguherî cihekî wisa ku jiyan lê nepêkan e. Tevî ku bi ser komkujiyê re demekî dirêj derbas bû jî, kujer hêj jî tên parastin. Dê têkoşîna me ji bo edaletê bidome û dê hemû komkujer hesaba vê bidin.” 

“Çareserî li vê erdnîgariyê ye”

Ebrû Gunay, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ku nûnertiya têkbirina tarîtiya DAIŞ’ê û hêviya jin û gelan e, îro di bin gefa êrişên Tirkiyeyê de ye û ev nirxandin kir: “Ev êrişên Tirkiyeyê ku bi salên dûvdirêje didome, bûn sedema mirina bi hezaran kesan, bajêr hatin rûxandin û gel neçarî koçberiyê hatin kirin, dîsa ketin rojevê. Weke ku hûn jî dizanin Serokkomar Erdogan di van demên dawî de hemû hevdîtinên dîplomatîk ji bo êrişeke li dijî vê herêmê dike. Di hemû hevdîtinên bi NATO, DYA û Rûsyayê de hewl dide destûra êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire da ku destkeftiyên kurdan têk bibe. Lê çareseriya pirsgirêka kurd ne li Bexda, Tehran, Moskov û Washingtonê ye. Çareserî li vê erdnîgariyê ye. Çareserî jî ew e ku gelên li ser vê erdnîgariyê bi awayekî wekhev û azad bijîn.” 

“Dê êrişeke gengaz a Tirkiyeyê rê li ber karesatên nû veke”

Herî dawî jî Ebrû ev tişt anî ziman: “Ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, ji bilî êrişan tu rêyeke din nabînin. Welat bi welat, paytext bi paytext li pey vê digerin. Baş e sedema vê dijminatiya ewqas mezin çi ye? Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aştî û jiyaneke wekhev serdest e. Tarîtiya DAIŞ’ê û zîhniyeta ku jin dikirin kole li ser vê xakê hate têkbirin. Gelo hûn ji ber vê yekê ewqas aciz in? Çeteyên DAIŞ’ê bi rehetî ji sînorên Tirkiyeyê derbas dibin û pêşengên wan xwe li herêmên di bin serweriya Tirkiyeyê de vedişêrin. Em careke din li vir dibêjin ku di vî şerî de ne ew kesên dijminatiya li kurdan dikin, qesr û çete lê gelê kurd dê bi ser keve. We bi hezaran caran ev yek ceriband lê her carê jî têk çûn. Dê êrişeke gengaz a Tirkiyeyê rê li ber karesatên nû û bihêzbûna çeteyên DAIŞ’ê veke.”