Ebru Gunay a HDP’yî: Me pêvajoya xwenûkirinê da destpêkirin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku piştî hilbijartinê pêvajoya xwenûkirinê dane destpêkirin û diyar kir piştî ku civînên lijneyên partiyê bi dawî bûn, dê li ser esasê rexne-rexnedayînê kongreya xwe ya mezin li dar bixin.

Enqere - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî pêvajoya jinûvesazkirin û bernameya xebatên partiya xwr li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê pêkanî. Ebru Gunay, spasiya hemû derdorên di hilbijartinê de piştgirî daye wan kir û da zanîn ku piştî hilbijartinê pêvajoya xwenûkirinê dane destpêkirin.

MYK a HDP’ê dê di 2’ê hezîranê de bicive

Ebru Gunay, anî ziman ku hem di warê siyaseta welat û hem jî di warê xebata partiyê de serdemek li pey xwe hiştine û got: “Me piştî hilbijartinan pêvajoya nirxandinan da destpêkirin. Ji ewil civîna şêwrê ya hevpar a hevserokên HDK, KCD, HDP, DBP û hevberdevkên Partiya Çepên Kesk hate lidarxistin. Piştre jî hevserokên pêkhateyên HDP’ê û hevberdevkan civîn li dar xist. Di van civînan de hate nîqaşkirin bê ka dê nirxandina piştî pêvajoya hilbijartinê di bin kîjan sernavan de bên kirin û bi kîjan rêbazan ben domandin.

Ebru Gunay anî ziman ku dê bi koma me ya meclisê re civîna komê ya ji çapameniyê re girtî were lidarxistin û diyar kir ku MYK dê di 2’ê hezîranê de bicive, dê di 4-5-6’ê hezîranê de Meclisa Jinan, Meclisa Partiyê û hevserokên bajaran civînan li dar bixin û planan amade bikin.

‘Em ê bi mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê xwe serdema nû amide bikin’

Ebru Gunay wiha got:

“Armanca me ya esasî ew e ku mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê karîger bikin û ji bo serdema nû amadekariyan bikin. Piştî ku civînên Navenda Giştî xelas bûn, em ê bi gelê xwe re, bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re civînan li dar bixin û pêvajo dê ji hemû aliyan ve bên nirxandin. Du armancên esasî yên van amadekariyan hene. Ya yekemîn; dê kêmaniyên di pêvajoya hilbijartinê de û beriya wê derketin holê ji holê bên rakirin; mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê were karîgerkirin û ji xeletî 3u kêmasiyên xwe dersan bigirin. Bêyî ku hincetekê nîşan bidin, tekane armanca me xwenûkirin e. Ya duyemîn; bêyî ku hincetekê nîşan bidin, em ê hemû tiştên muhasebeya tê kirin li me bar dikin pêk bînin, ji bo vê xwe hem ji hêla polîtîkayan û hem jî ji hêla rêxistinî ve nûjen bikin û encamên rêxistinî yên muhasebeya nû biafirînin. Ji ber pêvajoya hilbijartinê me pêvajoya konferans-kongreya mezin paşde xistibû û bi vê yekê re ew pêvajo niha dîsa dest pê dike. Em ê bi van nîqaş û nirxandinên dikin re teşe bidin pêvajoya naveroka konferans û kongreya mezin; bêguman em ê bi gelê xwe, bi endam û rêxistinên xwe re rêya konferans û kongreya mezin ava bikin.

‘Rêya me diyar e’

Em ê pêvajoya civînan pir bi lez temam bikin. Rêya me diyar e; ji bo ku ji hêla siyasî, rêxistinî û polîtîk ve xwe nû bikin û muhasebeya vê serdemê bikin,  em ê ji dewreyeke rasteqîn û çêker a rexne-xwerexnekirinê re derbas bibin. Em dixwazin bi vê yekê re bi hêzeke xurt, bi îradeyeke mezin û bi zanyarî û mirûzeke bilind ber bi kongreya mezin ve biçin. Em ê vê serdema muhasebeya birêxistinkirî bêyî ku guh bidin manîpulasyonan temam bikin. Em ê têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî, azadî û edaletê pêşve bibin.

‘Bi înîsiyatîfên şexsî re dê ev serdem neyê pêşwazîkirin’

Di vê çarçoveyê de em ê ji bo vesazkirineke nû ya siyasî, rêxistinî û zîhnî, bi gelên xwe re nirxandinan bikin. Em ê hemû biryarên xwe li ser vê bingehê bidin. Dê rexne û xwerexnekirin jî li ser bingeha vê berpirsyartiya sazûmanî were kirin. Lewma bi biryarên şexsî û bi înîsiyatîfên şexsî re dê ev serdem neyê pêşwazîkirin, kêmaniyên heyî bi vî awayî çareser nabin. Banga me ya ji bo hemû hevalên me yên partiyî jî ev e; werin em muhasebeya vê serdemê bikin, ji pêvajoyeke rasteqîn a rexne-xwerexnekirinê re derbas bibin, bi hemû îradeya me veguhestiye siyasetê re bên ba hev û bi moraleke mezin biçin kongreyê. Armanca me ev e. Hemû partiyiyên me yên dixwazin bibin kirdeya pêvajoya nû, hevalên me yên kedkar bila tev li pêvajoya xwejinûveavakirinê û ya rexne-xwerexnekirinê. Serdema nû ji bo me nû dest pê kir. 

Em ê pêvajoya muhasebeyê bi kongreya mezin temam bikin. HDP partiya gel e. Ya ku partî afirandî gelê me ye. Bi saya têkoşîna wan heta roja me hatiye. Partiya me û ji bo hedefên me yên ji vir û şûnde jî em ê li gorî daxwaza gel pêş bikevin. Em ê bajar bi bajar, tax bi tax, gund bi gund vê pêvajoyê bi hev re temam bikin. Em ê bi hêzeke pir xurtir û pir bi biryartir ji vê pêvajoyê derkevin. Partiya me, pêşenga îradeya guherînê ye. Em ê di serdema nû de hem rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin hem jî em ê siyaseta Tirkiyeyê ya ku gelên me dixwazin biguherînin.” 

Dîroka kongreya mezin dê piştî nîqaşên bi gelê me re were diyarkirin

Ebru Gunay, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand. Ebru Gunay li ser pirsa “Kongreya mezin dê kengî were lidarxistin?” ev bersiv da: “Dîroka kongreya mezin dê piştî nîqaşên me yên bi gelê me re were diyarkirin. Dê li gorî bendewarî û daxwazên gel pêş bikeve. Em ê van pêvajoyan di demekî kin de derbas bikin, xeta têkoşînê pêş bixin û di rêya siyaseta demokratîk de bimeşin.”

‘Namzetiya Demîrtaş ya serokkomariyê ji ber rewşa wî ya hiqûqî nehat nirxandin’

Ebru Gunay, ji bo pirsa têkildarî Demîrtaş û namzetiya serokkomariyê jî ev bersiv da:

“Têkildarî hevpeyvîna Demîrtaş li ser hev çendek pirs hatin kirin. Jixwe têkildarî gotinên spekûlatîf ên tên kirin, Demîrtaş bi xwe jî bersiva pêwîst da. Hevserokê me yê giştî yê dema berê bû. Dema me ev nîqaş dikirin, lijneyên me yên partiyê, hevalên me yên di nava HDP’ê de û niha girtî jî hebûn. Her wiha bi pêkhateyên HDP’ê re nîqaş hatin kirin. Dema me pêvajoya hilbijartinê jî dimeşand, dema stratejî diyar dikir jî me ev nîqaş bi hev re kirin. Lewma jî namzetiya wî (Demîrtaş) ya serokkomariyê ji ber rewşa wî ya hiqûqî nehat nirxandin. Jixwe dema pê re hevdîtin hatin kirin jî wî namzeteke jin pêşniyar dikir. Dema me ev pêvajoya bi hev re dirêsa, hem di nîqaşên bi Tifaqa Ked û Azadiyê de hem jî bi yên pêkhateyên me re de me wiha got; ji ber erdhejê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya siyasetê dest pê kir û me jî helwesta xwe di vê çarçoveyê de diyar kir. Rexne û xwerexnekirinên wî ji bo me binirx in. Weke partî em ê kongre û konferansên xwe tevî gelê xwe li dar bixin û biryarê bi hev re bidin.”

Ebru Gunay, ji bo pirseke têkildarî Partiya Hur Davayê jî ev bersiv da: “Dê helwesta me ya li hemberî rêxistinên sûcên wan zêde neguhere.”