“Divê di avabûna destûra Iraqê ya nû de hemahengî hebe”

Berendama parlamentoya Iraqê Belîse Cebar Ferman bi bîr xist ku valahiyek desturî li Iraqê heye ger bi vî awayî berdewam bikin dê valahiya hikumî serî hilde û hikumet ber bî diktatoriyê be biçe.

TERZÊ TAHA
Silêmanî- Li gorî destura Iraqê divê piştî yekem rûniştina parlamentoya Iraqê di nava 30 rojan de serokomarê nû were hilbijartin. Biryar ew bû ku di roja 7’ê vê mehê de di rûniştina parlamentoya Iraqê de serokomar bihata diyarkirin lê belê piraniya girseya Iraqê beşdarî rûniştinê nebûn. Heta niha Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê li hev nekirine, berendamê her partiyê cuda ye, berendamtiya berendamê PDK’ê Hoşyar Zêbarî ji ber gendeliyan ji aliyê gelê Iraq û dadgeha federal ve hat redkirin. Tenê Berhem Salih heye, ew jî PDK ji vê berendamtiyê nerazî ye. PDK beramberî razîbûna Berhem Salih daxwaza rêveberiya bajarê Kerkûkê dike lê belê rayeya serokomariyê di destên YNK’ê de ye û rayeyên serokê herêmê û serokê hikumetê di destên PDK’ê de ne ji ber vê jî heta niha tu encam bi dest nexistine. 8’ê mehê careke din serokê parlamentoya Iraqê dubare deriyê diyarkirina berendamên ji bo serokomariyê heta sê rojan vekir. Şarezayên destûrê vê yekê weke bêdesturî bi nav dikin, heta niha partiyên Kurdan li ser berendaman hemfikir nîn in. 
"Hikumeta heyî welat ber bi diktatoriyê ve dibe"
Berendama parlamentoya Iraqê Belîse Cebar Ferman da diyarkirin ku beriya niha ev valahiya destûrê tunebû divê alî bi hev re rûnên û li riyên çareseriyê bigerin û wiha got: “Hikumeta piraniya nîştîmanî ji yeksaniyê dûr e û Iraqê ber bi dîktatoriyê vê dibe. Ji ber ezmûna me heye, nabe bi tu şêweyan Iraq biçe ser hikumeta piranî. Ev rewşa heyî tenê hinek ji mafan dide Kurdan lê belê nizane ku Kurd layîqî çi ne. Divê di avabûna destura Iraqa nû de di pergalê de hemahengî hebe, hemû alî beşdar bin, siyaset li Bexdayê dibe gilîkirin ji bo Kurdan. Li aliyek din bi awayeke demokratîk her kes xwe layîq dibîne û xwe weke berendam nîşan dide. Ya herî girîng ew e ku divê di nava Kurdan de berendamek ku tenê ji aliyê hemû aliyan ve hatibe pejirandin hebe û bi awayekî yekdengî bikarin biçin parlamentoya Iraqê.”