‘Dewleta Tirk li pêşiya çareseriya krîza Sûriyeyê dibe asteng’

Endama Desteya Serokatiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed teqez kir ku girîng e gelê Sûriyeyê yek be li dijî hemû aliyên ku bûne sedema krîza Sûriyeyê, kûr kirine û bûne asteng li riyên çareseriyê bigerin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Dewletên ku destwerdana kar û barên Sûriyeyê kirine krîza ku 12 sal in li welat heye kûrtir kirin, li pêşiya çareseriya wê dibin asteng. Der barê êrîşên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siyaseta dagirkeriyê ya dewleta tirk de, Endama Desteya Serokatiyê ya Encûmena Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed axivî.

Canda Mihemed anî ziman ku tu çare xuya nake tevî ku 12 sal di ser krîza Sûriyeyê re derbas bûne û got: “Ev jî ji ber gelek sedemên girêdayî hikumeta Sûriyeyê ye ku diyalog an însiyatîfên rizgarkirina welat nepejirand, li gel dewletên herêmê yên destwerdana kar û barên navxweyî yên Sûriyeyê kirine û di serî de dewleta Tikiyeyê roleke neyênî lîstiye gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine.”

‘Dewleta tirk piştî hilbijartinên parlamento û serokomariyê êrîşên xwe zêde kir’

Di berdewamiya axaftina xwe de Canda Mihemed bal kişand ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk li ser heremê û got: “Dewleta Tirk piştî hilbijartinên parlamento û serokatiyê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û binsaziya herêmê armanc digre.”

‘Ger ji êrîşên Tirkiyeyê nebûya me niha ber bi çareseriyê ve gavan avêtibû’

Canda Mihemde diyar kir ku ne ji destwerdana Tirkiyeyê di kar û barê şerê li welat de bûya wan ê gavên mezin ber bi çareserkirina krîzê ve bavêta û ewlekarî û aştiya herêmê pêk bianiyana û got: “Hewldanên Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe û berfirehkirina herêma xwe ya biyografîk bi riya siyaseta guhertina demografîk temenê krîza Sûriyeyê dirêj kir. Tirkiye ditirse ku projeya netewa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were ji ber ku ew hewl dide Tirkiyeyê vegerîne serdema Osmaniyan.”

Canda Mihemed a bang li gelên Sûriyeyê kir ku rola xwe di çareserkirina krîza welat de bilîzin, wiha got: “Banga me ji bo hemû gelên Sûriyeyê û hêzên demokratîk ew e ku rola xwe bilîzin. Diyaloga Sûrî-Sûrî tenê bingeha pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê ye ku divê li derdora projeya netewa demokratîk kom bibe û pêşeroja xwe hilbijêre.”

‘Divê gelên Sûriyeyê girêdayî axa bin berê xwe nedin koçberiyê’

Canda Mihemed di dawiya axaftiina xwe de got: “Em hêvî dikin sûcdarên ku komkujiyan li Sûriyeyê pêk anîne bên cezakirin. Divê gelê Sûriyeyê girêdayî doz û axa xwe be û bi berdewamî daxwaza mafên xwe ji bo jiyana aştiyane bi ewle bike berê xwe nede koçberî û penaberiyê. Encûmena Sûriyeyê Demokratîk bi berdewamî kar dike ku yekitiya hêzên siyasî ava bike ji bo çareyek siyasî ji gelê Sûriyeyê re bibîne û bigihîjînin ewlekarî, aramî û aştiyê.”