Desteya Bilind a Rêxistina Jinên Ereb li hev dicive

19’emîn civîna asayî ya Meclisa Rêveber a Desteya Bilind a Rêxistina Jinên Ereb îro despê dike. Dê Wezîr Jin, Malbat, Zarokan û Kesên Temen Mezin Dr. Amal Bilhac Mûsa jî beşdarî civîn bibe.

Tûnis – Wezîra Jin, Malbat, Zarokan û Kesên Temen Mezin Dr. Amal Bilhac Mûsa dê beşdarî 19’emîn civîna asayî ya Meclisa Rêveber û 10’emîn civîna Desteya Bilind a Rêxistina Jinên Ereb ku tê payîn 25’ê Mijdarê li Qahîrê bê lidarxistin bibe. Di van civînan de dê gelek mijar bên gotûbêjkirin. Bi taybet dê li ser mijara xebatên Desteya Bilind a Rêxistina Jinên Ereb ên navbera salên 2023-2026'an û awayên pêşxistina karê rêxistinê û bilindkirina rola wê di xizmeta jinên herêmê de.
Di 23 û 24'ê Mijdarê de Amal dê beşdarî civîna 19’emîn a Mecilsa Rêveber a Rêxistina Jinên Ereb bibe ji bo amadekirina xebatên Desteya Bilin û lêkolînkirina raporên ku jê re hatine şandin ji bo şopandina pêkanîna bernameyên rêxistinê û meşandina karê wê. Her wiha gotûbêjkirina plana bersivdayînê ya ku rêxistinê bi hevahengiya bi dewletên endam re, di nav de Tûnis jî heyî amade kir, ji bo kêmkirina bandora pandemî û karesatên li ser jinên li herêma Ereban.