DEM’ê namzedên xwe yên jin eşkere kir

Berdevka Meclisa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglu di çalakiya danasîna namzedên hevşaredarên jin de axivî û got: “Hevserokatî xeta me ya binefşî ye, sedema têkoşîna me ye.”

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ji bo hevserokên jin ên ku wê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de destnîşan bikin, li Amedê çalakiyek danasînê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û gelek jin tevli çalakiya danasînê ya li oteleke bajêr bûn.

Li salona ku çalakî hat lidarxistin pankartên “Bi vîna jinê re demokrasiya herêmî”, “Dema jinan vîna jinan” û “Demê cêniyan îradeyê cêniyan" hatin daliqandin. Her wiha li salonê pankartên “Jin Jiyan Azadî” û “Li dijî tundiya dewleta mêr bi vîna jinê re demokrasiya herêmî” bi 11 zimanan hatin daliqandin.

‘Em bi vê hêvî û moralê diçin hilbijartinan’

Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî. Halîde Turkoglû diyar kir ku wan şahidiya kêliyên dîrokî kirine û got ku bi vê hêvî û moralê diçin hilbijartinên 31'ê Adarê. Bi domdarî Halîde Turkoglû destnîşan kir ku bi pêşhilbijartinan pîrozbahiya demokrasiyê li dar xistine û hemû beşdar silav kilr. Turkoglû, da zanîn ku wan bi feraseta demokrasiyê ji asta herêmî dest pê kirine û ev tişt anî ziman: “Bi vê kelecanê em ber bi hilbijartinê ve diçin. Me vîna xwe ya ji bo hilbijartina herêmî nîşan da. Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet. Pergala hevserokatiyê ya ku me di warê siyasî de pêk anî, nûnertiya wekhev û hevserokatiyê jî di nav de ye, îro ketiye meriyetê. Ev modêl ne tenê ji bo jinan di meriyetê de ye. Ev pergal rê dide ku mêr jî bêyî kedxwariyê di jiyana wekhev de cih bigire. Zîhniyeta yekperest û feraseta netewedewletê ya ku heta îro bi hişmendiya serdest a mêr hatiye, hewl dide bi pêş bikeve. Îro ev feraset bi rêya qeyûman hewl dide xwe ava bike. Ev modêl jî modêla jinê ye.”

‘Hevserokatî sedema têkoşîna me ye’

Di berdewamê de Halîde Turkoglû bilêv kir ku hikûmetên heyî zayendperest in û ev nirxandin kir: “Qada me di rêveberiyên herêmî de ava kiriye vê hikûmetê dihejîne. Ev modêl di heman demê de qonaxa têkoşîna jinan a bi hezaran salan nîşanî me dide. Nêzî 200 sal in di navbera mafê dengdanê û mafê nûnertiyê de cudahî heye û li hemberî vê yekê têkoşîn jî heye. Pergala me ne tenê ji têkoşîna jinên kurd ên li Kurdistanê, ji têkoşîna jinên cîhanî jî feyz digire. Hevserokatî xeta me ya binefşî ye, sedema têkoşîna me ye. Çiqas êriş bikin jî m ê têbikoşin. Namzeta me ya Sêrtê Safiye Alagaş diviyabû îro li vir bûya lê hate binçavkirin. Ne rojnamegerî ne jî hevserokatî sûc e. Em ê ji bo vê têbikoşin.”

‘Karê me yê destpêkê şandina qeyûman e’

Halîde Turkoglû, daxuyand ku desthilatdarî dixwaze bi tayînkirina qeyûman rejîmeke yekperest bide avakirin û destnîşan kir ku ew ê di 31’ê Adarê de qadên civakî û siyasî dîsa ava bikin. Turkoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewil em ê qeyûman bişînin. Niha gelek hevalên me yên ku pergala hevserokatiyê xistine meriyetê di girtîgehan de ne. Desthilatdariyê gelek saziyên me yên jinan girtin lê em ê dîsa wan vekin. Li Amedê tundiya li dijî jinan zêde bûye û sedem jî qeyûm in. Navendên jin û ciwanan bûne cihê tiryakê. Her wiha tax jî kirine cihê tiryakê. Em ê hesabê vê yek bi yek bipirsin.”

‘Em ê polîtîkaya xwe ya riya 3’emîn bixin meriyetê’

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka bi riyên demokratîk hatine destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û aştiyê, hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Em ji bo jiyana nû ava bikin dimeşin û em ê bedel jî bidin. Weke DEM Partiyê em ê polîtîkaya xwe ya rêya 3’emîn bixin meriyetê.”

Strana hilbijartinê hat nîşandan

Piştî axaftina Halîde Turkoglû, sînevîzyon hat nîşandan. Şaredara Dêrikê ya Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) Ayşe Karadag silav da beşdaran. Herî dawî jî strana jinan a DEM Partiyê hate parvekirin.Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari derket ser dikê jin bi Kurdî, erebî û Tirkî silav kir. Tulay Hatimoglullari got wê ji girtîgehê silavên Gultan Kişanak, Figen Yuksekdag, Zeynep Boga, Leyla Guven, Semra Guzel, Ayşe Gokkan aniye û wiha got:"Em sozê didin. Heta em derabeyên ji hesin bihelînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heger îro em li vê eywanê bin bi saya têkoşîna li dijî zihniyeta mêr a 5 hezar salan e. "

Tulay Hatîmogûllari: Me bi saya têkoşîna tevgera jinên Kurd xwe gihand vê rojê

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku tişta niha li vir tê kirin li tu derên cîhanê nîn e û wan bi saya têkoşîna tevgera jinên Kurd xwe gihandine vê rojê. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku pêşhilbijartina wan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû cîhanê dê bibe mînak û wiha berdewam kir: “Gel bixwe namzedên xwe hilbijart û ev tiştekî gelek bi qîmet e. Nêzî 5 hezar hevalên me ji bo vê pêşhilbijartinê ked dan. Em spasiya wan dikin. Em di pêvajoyeke gelek dijwar de ne. Li her derê şer heye. Li her dera cîhanê faşîzm, netewperestî û hişmendiya mêr serdest e. Em dizanin her tim hedefa wan jî jin in. Weke Gulten Kişanak got; ‘Weke jin em ê bi hilweşandina desthilatdariya wan a mêtînger re kariyera xwe mezin bikin.’”

Em ê serkeftina 31’ê Adarê diyarî bikin

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari ji Şîliyê heta Arjantînê, ji Meydana Tehrîrê heta Rojava, ji Bexdayê heta Hewlêrê hemû jinên cîhanê ku dibêjin “em serî natewînin û têdikoşin” re silav şand û axaftina xwe wiha qedand: “Slav ji Klara Zetkîn, Roza Luxemburg, Behîce Boran, Şîrîn Tekellî, Sakîne, Sevê, Hevrîn Xelef re. Werin em soz bidin wan ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de yek bi yek şaredariyan bi dest bixin, bi taybetî namzetên hevşaredar ên jin, bi şandina qeyûman, bi feraseta azadîxwaziya jinê demokrasiya herêmî xurttir bikin. Berpirsiyarî herî zêde dikeve ser milê me jinan. Em bi vê wesîleyê soz didin ku em ê serketina 31’ê Adarê diyarî hemû jinên di girtîgehan de ne, diyarî dayikên xwe yên di greva birçîbûnê de ne û Nobeta Edaletê dimeşînin bikin. Tevî ku cenazeyên zarokên wan bi kargoya PTT’ê hatin teslîmkirin jî dayikan dev ji gotina aştiyê bernedan. Ji bo we tevan serkeftinê dixwazim.” 

Piştre jî yek bi yek hemû namzed li ser dikê hatin vexwendin û danasîn.