Daliya Henan: Ger DAIŞ zindî bibe cîhan tevahî dikeve tehlûkeyek mezin

Endama Rêveberiya Ofîsa Jinan a MSD’’ê Daliya Henan têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de li ser girtîgeha çeteyan a taxa Guwêran li Hesekê her wiha êrîşên dewleta tirk li ser gundewarên Eyn Îsa û Şengalê nirxandin kir û got: “Bûyera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Guwêran ne bûyereke bê hesab bû, her kes di ferqa xetera van çeteyan de ye. Hin hêz mîna dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê di vê êrîşê de alîkar bûn û pêwîstiyên lojîstîk û taktîkî pêşkêşî DAIŞ’ê kirin ji bo ku ev êrîş bi encam bibe. Pêwîst e gelê me li hemberî van tevliheviyan heydar be û her kes parezvaniya axa xwe bike. Ger DAIŞ zindî bibe cîhan tevahî li hemberî tehlûkeyek mezin e.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Di 20’ê Çileyê de şaneyên çeyetên DAIŞ’ê êrîşî girtîgeha çeteyan a taxa Guwêran li bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev girtîgeh 5000 çeteyên DAIŞ’ê yên ku piştî operasyona Baxozê hatin girtin dihewîne. Her wiha di heman demê de dewleta tirk a dagirke bi van êrîşên DAIŞ’ê re gundewarên Eyn Îsayê topbaran dike û li Şengalê jî bi balafirên keşfê wesayîda Meclisa Şengalê ya Leşkerî topbaran kir. Ev hemû bûyer bi hev re diyar dikin ku planeke lihevkirî li dijî herêmê heye. Têkildarî armanca hewldanên ji nû ve ji bo zindîkirina DAIŞ’ê her wiha êrîşên dewleta tirk li ser Eyn Îsa û Şengalê, Endama Rêveberiya Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Daliya Henan nirxandin kir. 
Daliya Henan armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dawiyê li ser girtîgeha çeteyan a li taxa Guwêran nirxand û wiha dest pê kir: “Bûyera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Guwêran ne bûyereke bê hesab bû, her kes di ferqa xetera van çeteyan de ye. Ev çete ji hemû welatên cîhanê ne û li welatên Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriyeyê bi cih bûne. DAIŞ’ê di Sûriyeyê de şerekî hov da meşandin û kiryarên wan weke sûcên şer hatin dîtin. Hemû rê û rêbazên şeran weke qetilkirin, serjêkirin, tecawiz, revandin li ser civaka Sûriyeyê dan meşandin. Helbet em ji bîr nekin berxwedaniya hêzên QSD’ê li dijî vê terora ku tevahî cîhan jê di nava metirsiyê de ye, di encamê de şervanên me dikaribûn dewleta wan a ku xeyal dikirin li ser axa Sûriyeyê ava bikin, hilweşandin. Bi dawîkirina DAIŞ’ê li Baxozê hejmareke gelek mezin ji van çeteyan hatin girtin û zêdetirî 5000 hezar çete îro di girtîgeha Hesekê de ne. Xetera zindîbûna DAIŞ’ê heya niha berdewam dike ji ber şaneyên wan ên razayî aktîf in û weke bombeyek li ber teqînê ne. Tevî ku bi dehan bangewazî li dewletan hatin kirin ku werin çeteyên xwe bibin yan jî ji bo van çeteyan dadgehek navneteweyî bê danîn jî mixabin heya niha ev bangewazî bêbersiv in. Ev ne cara yekemîn e hewldanên êrîşên bi vî rengî çêdibin û di girtîgehan de jî pir caran isyan çêbûne lê vê carê diyar dibe ku çeteyên DAIŞ’ê ji pir aliyan ve xwe bi rêxistin kirine û bi planeke mezin êrîşên xwe pêk anîn.”
“Dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê naxwazin çeteyên DAIŞ’ê biqedin” 
Daliya Henan destnîşan kir ku alîkariya dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê ji van çeteyan re heye û ji bo ev êrîş pêk were plan çêkirine û alîkarî dane û wiha domand: “Gelek hêz di vê êrîşê de alîkar bûn her wiha pêwîstiyên lojîstîk û teknîkî pêşkêşî DAIŞ’ê kirine da ev êrîşa komploger pêk were. Di serî de dewleta tirk ew hebûna esasî ya vê êrîşê ye ji ber ku me dît di şerê dagirkeriya Serêkaniyê de dewleta tirk yekser kampa Eyn Îsa ya jinên çeteyên DAIŞ’ê topbaran kir da ev çete derfetên xwe bibînin birevin. Di kampa Holê de jî hewldanên jinên DAIŞ’ê hene birevin ji bo wê rojane bûyerên qetilkirinê di wir de jî çêdibin. Her wiha hewldanên wan ên jinûvezindîkirinê dewleta DAIŞ’ê hene û li ser raya giştî vê yekê eşkere dibêjin ku weke cografî tişt di destên wan de nemaye lê weke zîhniyet û fikir heya niha zindî ne. Ev dide diyarkirin ku xetera hebûna wan li ser tevahî cîhanê heye. Bila her dewlet were van çeteyên xwe yên qirêj ji welatê me bibe yan jî bila xwe berpirsyar bibînin. Tevî ev deh sal in şer li Sûriyeyê diqewime û mudaxele ji aliyê dewletên derve ve çêdibe jî her wiha hovîtiya ku bi destên çeteyên DAIŞ’ê dihat kirin jî me dîtiye tu carî daxuyaniyên cidî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve nehatine dayîn û li dijî axa dewleta xwe bê berpirsyar in. Bi van êrîşên dawiyê yên çeteyan re li Hesekê hikûmeta Sûriyeyê, têkoşîna şervanên me li dijî terorê weke sûcê şer nîşan dide. Em dizanin pir çek û çete di bendên wan ên kontrolê yên Hesekê de derbas bûne. Bi hezaran mirov li Sûriyeyê hatin qetilkirin û koçberkirin, hin herêm hatin dagikirin ma rejîma Sûriyeyê van hemûyan nabîne heya îro van daxuyaniyên bêwate dide. Mesele bê berpirsyarî ye û tenê berjewendî ne û ev yek gelek pirsên me piştrast dike ku bi rastî jî hemû hêzên serwer bi mayîna DAIŞ’ê re ne. Ji bo ewlehî û îstîqara çênebe her wiha doza Sûriyeyê çareser nebe hemû hêzên xwedî berjewendî di nav tevgerê de ne.”
“Ger çeteyên DAIŞ’ê dîsa zindî bibin dê cîhan bi tevahî bikeve tehlîkeyê”
Daliya Henan êrîşên dewleta tirk li ser Eyn Îsayê bi êrîşên DAIŞ’ê re li ser girtîgeha Guwêran nirxand û wiha pêde çû: “Di salvegera 4’emîn a êrîşên li ser Efrînê de, dewleta tirk bi êrîşeke nû, bi armanca dagirkeriyê êrîşî gundewarên Eyn Îsayê kir, di heman rojê de êrîşên çeteyên DAIŞ jî çêbûn ev dide diyarkirin ku dewleta tirk careke din dixwaze bi riya DAIŞ’ê ewlehiye li herêmê têk bibe. Dixwazin bi van tevliheviyan kaxez tevlihev bibin û şer gur bibe. Pêwîst e gelê me jî li hemberî van tevliheviyan haydar bin û her kes parezvaniya axa xwe bike û bi berpirsyarî tevbigerin. Dewletên navneteweyî tu berpirsyariyê nagirin li ser milê xwe û hem nahêlin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çeteyên DAIŞ’ê bên cezakirin. Ji ber ew dizanin ger dadgeha navneteweyî ji bo van çeteyan bê çêkirin wê qebûlkirineke fermî bi herêmên me bê çêkirin û amûrên ku pê tevliheviyan li herêmê didin çêkirin û projeyên wan ên dagirkeriyê wê êdî biqede û niha jî DAIŞ ew amûrê wan e. Di serî de dewleta tirk naxwaze îstîqrar li herêmê çêbibe û bi rengekî eşkere alîkariyê dide çeteyan di bin navê em ewlehiya xwe diparêzin de bikaribe projeya xwe ya osmanî pêk bîne. Ger çeteyên DAIŞ’ê dîsa zindî bibin û li herêmê belav bibin dê cîhan bi tevahî bi tehlûkeyên mezin re rûbirû bimîne.”
“Bûyerên êrîş û planan ji hev qut nîn in”
Daliya Henan herî dawî êrîşên balafirên dewleta tirk bi hedefgirtina Şengalê nirxand û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Piştî avakirina Şengalê û birêxistkirina saziyên wê her wiha komkirina civaka Êzidî li derdora xweseriya xwe, ev yek ji bo dewleta tirk weke hestiyekî di gewriya wê de maye ku nikaribû bi riya çeteyên DAIŞ’ê Şengalê dagir bike. Li ku derê demokrasî hebe dewleta tirk êrîş dike, di encamê de kiryarên xwe li her derê li dijî civakan dide meşandin û weke xeterê li ser projeya xwe ya milî dibîne. Ji bo wê bûyer ji hev qut nîn in ji êrîşa çeteyan li ser girtîgehê bigire heya Şengalê plan hene û dixwazin rêveberiya heyî hilweşînin û baweriya di navbera gel, netew û rêvebriyê de têk bibin. Gelê me bi coşeke mezin li kêleke şervan û rêveberiya xwe ye û di wê baweriyê de ye ku wê îradeya wan bi serkeve û planên qirkirinê negihêjin serî.”