Bi Xeta Zer û projeyên ‘Refaha Kesk’ hewl didin Xezayê bikin du beş
Lêkolînera siyasî Joan Saleh, diyar kir ku projeya “Refaha Kesk” ji çareseriyên rast ên ji bo gel zêdetir, der barê pêşeroja şêniyên Xezayê de planeke ku mirov ditirsîne ye û da zanîn ku ev plan bi koordîneya bi Emerîkayê re hatiye amadekirin.
RAFÎF ÎSLÎM
Xeza – Di nava nîqaşên li ser pêşeroja Xezayê tên kirin de, projeyek bi navê “Refaha Kesk” derket holê. Ev proje, plana hevpar a Îsraîl-Emerîkayê ya der barê pêşeroja Xezayê de ye. Vê projeyê plana hevpar a Îsraîl-Emerîkayê ya avakirina bajarek nû li rojhilatê Refahê û berçekirina Xezayê ye.
Tê gotin ku dê ji bo Filistîniyan xanî, dibistan, navendên tendirustiyê û derfetên kar werin avakirin lê di bin vê tabloya pembe de tiştek din xuya ye û gelek kes difikirin ku armancên siyasî û ewlehî yên veşartî hene.
Cihê ku ji bo avakirina bajar hatiye hilbijartin tesaduf nîn e; di nava herêma ku bi navê “Xeta Zer” tê zanîn de cih digre. Ev herêm ji nîvî zêdetir herêma Zîvala Xezayê digre nava xwe, herêmeke berfireh e û di bin kontrola hêzên Îsraîlê de ye.
Ev proje perçeyek ji endezyariya nû ya li ser civaka Filistînê ye
Li gorî Filistîniyan, “Refaha Hesk” bajarekî hêviyê nîn e; planeke ji bo perçekirina Xezayê ye. Herêmeke “kesk” a di bin kontrola hêzên Îsraîlê de ye û di heman demê de herêmeke “sor” a ku di bin bandora Hamasê de bimîne ye. Ev proje perçeyek ji endezyariya nû ya li ser civaka Filistînê ye. Armanc ew e ku mercan çêbikin û têkiliyên neteweyî yên ku bingeha berxwedanê ava dikin qels bikin.
‘Bi koordînasyona bi rêveberiya Emerîkayê re hatiye plankirin’
Lêkolînera siyasî Joan Saleh, got ku projeya bajarê “Refaha Kesk”, yek ji projeyên piştî agirbesta meha Cotmehê, di medyaya Îsraîlê de danasîna wê hatiye kirin e; perçeyek bajarê Refahê yê li Başûrê Zîvala Xezayê dimîne ye û ji bo şêniyên ku di bin rêveberiya Hamasê de dijîn bînin li vê derê bi cih bikin, bi koordônasyona bi rêveberiya Emerîkayê re hatiye plankirin.
Joan Saleh, ragihand ku rûbera bajarê Refahê 64 kîlometrekare ye lê dê hemû nekeve ber îmarê û wiha got: “Hinek herêmên di bin kontrola hêzên çekdar û hêzên Îsraîlê de dê ji derveyî vê werin hiştin. Plan ew e ku li qada nêzî 40 kilometrekareyî li gorî îdiayên meqamên Îsraîlê dê bajarek were avakirin û ji milyonek zêdetir kes werin bicihkirin. Dema ku rewşa heyî û nifûsa heyî li ber çavan were girtin xuya dibe ku ne pêkan û bê mantiq e.”
‘Pêkhatina vê xeyalê gelek dûr e’
Li gorî Joan Saleh plana plana bajarê “Refaha Kesk” hê tenê sêwiranek li ser kaxiz e û wiha domand: “Zîvla Xezayê di nava xirbeyan de maye. Divê ji gelek merheleyan derbas bibe destpêkê xirbe werin rakirin, dûre xaniyên demkî yên bi navê “karavan” tên zanîn werin avakirin, kanalizasyon û bingeha perwerdeyê jî wisa demkî werin avakirin. ev bajar wisa di rojek de ava nabe. Her wiha kesên ku ji bo avakirina Xezayê bexşê bikin û gelek welat vê fikrê napejirînin. Divê were zanîn ku piştiriyek ji bo fînansekirina vê projeyê re tune ye. Aliyên rastgir jî ji ber ku vî bajarî ji bo hêzên Îsraîlê û leşkerên wê wekî barekî mezin dibînin, li dijî derdikevin. Ji ber vê yekê proje, ji derveyî planeke li ser Zîvala Xezayê wêdetir tiştek nîn e.
Cevan Salih, diyar kir li gorî agahiyên ji medyaya Îbranî, ketina bajêr dê di bin kontrolên ewlehiyê yên hişk de be, dê destûr neyê dayîn ku kesên bi Hamasê ve girêdayî ne bikevin hundir û wiha axivî: “Li gorî îdiayên Îsraîlê, ew der bibe "herêmekî bêyî teror”. Lêbelê, niha li herêmê milîsên çekdar hene û ev der cihekî nepenî ku têkildarî pir tişt nayê zanîn e.”
‘Îsraîlê ji nû ve avakirinê, bi bêçekkirina Hamasê ya li Xezayê re girêdide’
Cevan Salih, der barê pêvajoya ji nû ve avakirinê Zîvala Xezayê de jî wiha got: “Ev yek bi dosyayên vekirî û girêdayî ve girêdayî ye. Ji nû ve avakirin, bi şert û mercên bexşvan a bi hebûna Hamasê ya li Xezayê re girêdayî ye. Heta ku Hamas li herêmê bimîne, ji nû ve avakirin pêkneyê. Ji ber ku avahiyên hatine çêkirin dê dîsa werin bombebaran kirin. Îsraîlê jî ji nû ve avakirinê, bi bêçekkirina Hamasê ya li Xezayê re girêdide.
Cevan Salih, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tiştên ku di konferansên ji nû ve avakirinê de hatine gotin, nebûna vîzyonek an planeke zelal ji bo ji nû ve avakirinên li Zîvala Xezayê piştrast dike. Lewma, heta ku vîzyonek hevpar ku mafê mirovî ya xanîyên ku ji ber êrîşan ji sivîlan hatine girtin vegerîne neyê lihevkirin, dê gel di bin şert û mercên heyî de jiyana bidomîne.”