Berdevka PYD’ê: Dewleta Tirk li hember îradeya jin û gelan têk çû

Berdevka PYD’ê û hevseroka Ofîsa Têkiliyan Sema Bektaş bal kişand êrîşên dewleta Tirk û wiha got: “Em niha di pêvajoyek giran re derbas dibin lê em ê bi hêz û baweriya xwe bikaribin li hemberî êrîşan bisekinin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Dewleta tirk ji 12’ê Çileyê ve êrîşî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û di encama êrîşan de heta niha nêzî 80 cihên binesazî û xizmetguzariya herêmê bûne hedef. Her wiha di van êrîşan de 7 welatî di nav de jinek û 2 zarok birîndar bûne. Li dijî êrîşan berxwedana gel didome û gel li dijî êrîşan çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Têkildarî mijarê berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk û Hevseroka Ofîsa Têkiliyan Sema Bektaş axivî.

‘Di êrîşan de binesazî û welatî tên armancgirtin’

Sema Bektaş di serî de êrîşên dewleta Tirk û armanca êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: “Êrîşên dewleta Tirk ev ne cara yekemîn e. Di nava salekî de nêzî 4 caran bi awayekî hovane êrîşî binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û di encamê de herêmên xizmetguzarî armanc digre. Di heman demê de di nav van êrîşan de welatî dibin armanc. Ev êrîş tê çi wateyê em dizanin, îro li yekemîn ên ku beramberî binpêkirinên dewleta Tirk û siyaseta wî a sedsala 21’emîn sekinî, gelê Kurd û gelên herêmê ne. Pergala demokratîk ku îro bi piştgiriya vî gelî tê kirin, di heman demê de şervanên azadiyê têkoşînek bêhempa dimeşînin, ji ber vê dewleta Tirk êrîş pêk tîne. Dewleta tirk teqez dike ku li hemberî berxwedana şervanên azadiyê, jin û gel têk diçe. Em dizanin, her dem dewletên heyî dema bixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin, naxwazin xuya bikin ku binpêkirin pêk tê lê em îro dibînin li ber çavên her kesê binpêkirin çêdibin. Dewleta Tirk dema êrîş dike, baş dizane ku sûc dike, ji ber di êrîşan de welatî û binesaziya herêmê hedef digre.”

‘Siyaseta Erdogan têk çûye’

Sema Bektaş destnîşan kir ku planên ku Erdogan li hemberî gelê Kurd dikir, hemû têk çûne û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Berxwedanek mezin li hemberî êrîşan pêk tê. Dewleta Tirk ji destpêka şoreşê ve heta niha êrîşî herêmên me dike û dixwaze pergala me têk bibe lê pêk nehat û rastî berxwedanek mezin hat. Îro ev gel li ser piyên xwe ma, lewma dewleta Tirk ewqas kîna xwe li hemberî herêmê nîşan dide. Îro li seranserê cîhanê têkoşîna jinan û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye naskirin. Li tevahî parzemînên cîhanê, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd  re pêngav hene. Ev hemû gihîştine wê astê ku Erdogan kîna xwe li hemberî van nîşan bide. Siyaseta ku Erdogan dixwest pêk bîne, hemû têk çû lewma êrîş dike û dixwaze herêmên me vala bike. Di heman demê de dixwaze koçberiya gelan çêbibe. Her kesê dît ku dewleta Tirk çawa nexşe derxistiye, ji bo herêmên me dagir bike.”

‘Dewleta Tirk binketina xwe bi êrîşan vedişêre’

Sema Bektaş sedema êrîşên dewleta Tirk wiha anî ziman: “Îro şervanên azadiyê berxwedanek mezin dikin û şervanên me destanên lehengiyê dinivîsînin. Îro şervanên me di mercên herî zehmet de ku çekên herî giran dewleta Tirk li hemberî wan bi kar tîne, li ber xwe didin û îradeya şervanên me, êrîşên dewleta tirk şikand. Lewma êdî li hemberî berxwedana şervanan nema li ber xwe dide, bi van hincetan êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û welatiyan armanc digre. Her ku dewleta tirk li hemberî şervanên azadiyê bi bin dikeve, êrîşî me dike. Dixwaze kîn û nefreta xwe li vir vala bike. Dewleta tirk binketina xwe ya di hundirê Tirkiyeyê de di aliyê siyasî, dîplomasî û aborî ve dixwaze bi van êrîşan veşêre. Di ragihandina Tirkiyeyê de wisa nîşan didin ku weke tiştên pir mezin kirine lê gelek tiştên ku radigihînin ji rastiyê dûr in.”

‘Dewleta Tirk dixwest bi riya çeteyan bigihîje armancên xwe’

Sema Bektaş êrîşên dewleta Tirk li hemberî zindana çeteyên DAIŞ’ê ku di 16’ê mehê de pêk anî û armanc bi wê çi bû wiha parve kir: “Dewleta Tirk di destpêka şoreşê de bi riya şerê wekaletê re, ev komên çete bi kar anî û piştgiriya wan kir. Ev rastî bi belge ye û li ber çavên her kesê ye. Eşkere hat dîtin ku dewleta Tirk komên çeteyan, dişand herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî çete li van herêman bin ketin, dewleta Tirk yekser mudaxeleyê herêmê kir ku me dît çawa êrîşî Efrîn û Serêkanî kir û dagir kirin. Beriya 2 salan şerê ku li Hesekê çêbû, careke din destên dewleta Tirk tê de hebû. Dewleta Tirk her dem dixwaze komên çeteyan ji bo xwe û berjewendiyên xwe bi kar bîne ku piştgiriya van komên çete jixwe diyar e. Îro ev çete di girtîgehan de ne, gelek caran dewleta Tirk êrîşî girtîgehên çeteyan kir xwest careke din DAIŞ zindî bibe û ewlehiya herêmê bikeve xeterê. Heta niha kîna binketina çeteyên DAIŞ’ê di dilê dewleta Tirk de maye. Îro hemû der hesabên çeteyan dikin û dizanin xeteriya wan heye. Îro DAIŞ li van herêman têk çûye lê hê jî şaneyên wan ên veşartî hene, dewleta Tirk dixwaze careke din wan zindî bike û di herêmê de ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.”

‘Bi yekitiya jinan dê êrîş têk biçin’

Sema Bektaş berxwedana gel li hemberî êrîşan silav kir û wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk gelek rêbazên şer meşand, rast e gelek êş hatin kişandin lê gel dikaribû destkeftiyên xwe biparêze. Her ku êrîş zêde dibin, ewqas helwest, berxwedan û têkoşîna gel bilind dibe. Îro merasîmên şehîdan çêdibin bi hezaran mirov tevli dibin, helwestên xwe nîşan didin. Bi pêşengiya jinan çalakî tên lidarxistin. Em gelek gavên mezin ên serkeftî davêjin, her ku em gav davêjin êrîş jî zêde dibin, çiqas êrîş hebin ewqas helwest jî zêde dibin. Êdî sedemên dewleta Tirk ku nîşan dide ez êrîşî leşker û sazî dikim, her kes dibîne ne wisa ye û her kes bi zelalî rastiya heyî dibîne. Pêwistî di vê demê de bilindkirina asta têkoşîn, berxwedan, dîplomasî, siyasî û rêxistînî heye. Di heman wextê de wek gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe divê em hevgirtina xwe zêde bikin. Ev destkeftiyên ku bi dest ketine, bi yekitiya van gelan pêk hatine. Em niha di pêvajoyek giran re derbas dibin, lê em ê bi hêz û baweriya xwe bikaribin li beramber êrîşan bisekinin. Em xwedî ezmûnin ku me beramber çeteyên mîna DAIŞ’ê şer kiriye. Em xwedî ezmûnin ku îro li beramber Tirkiyê li ber xwe didin. Divê destkeftiyên xwe biparêzin, ji ber ev destkeftî ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû jin û gelan in. Îro bi dehan rêxistinên jinan hevkariyê bi Kongra Star û bi rêxistinên jinan re dikin. Îro jin dixwazin têkoşîna xwe bikin yek. Em dikarin bibêjin bi yekbûna têkoşîna jinan, li hemberî êrîş û şerên heyî ku çawa dirûşma “Jin jiyan azadî” bû yek wê yekbûna têkoşîna jinan jî bikaribe li hemberî pergal û êrîşa heyî raweste. Bawerî û hêviyê me gihîştand wê astê ku ewqas destkeftiyên me hene. Li tevahî cîhanê mezin, têkoşînek mezin a jin û gelan heye û wê ev yekitî me bigihîjîne serkeftinê.”