Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Di şexsê Kurdan de li dijî hemû civakê şer tê kirin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay a diyar kir tecrîd êdî bûye nasnameya siyasî ya desthilatdariya AKP’ê, bal lê kişand ku li dijî hebûna Kurdan û gelan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin.

Enqere - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li navenda giştî ya partiyê der barê rojevên Tirkiyeyê yên derketine pêş civîna çapemeniyê li dar xist. Ebrû Gunay, têkildarî civînên Meclisa Jinan, Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî agahî da, der barê tecrîda li ser Îmraliyê û êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nîqaşên hilbijartinê de axivî.

Ebrû Gunayrojevên civînên HDP'ê pêkanî bi van gotinan ragihand: “Weke ku hûn jî dizanin, ji bo nirxandinên rojevên heyî ev du roj in em civîna xwe ya Meclisa Partiyê li dar dixin. Me ji ewil civîna Meclisa Jinan û piştre jî ya PM’ê li dar xist. Îro jî em civîna Lijneya Rêveberiya Navendî li dar dixin. Di serî de êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîd û hilbijartin, gelek mijar bi berfirehî hatin nirxandin. Têkildarî serdema nû plan hatin kirin û erk û berpirsyarî hatin destnîşankirin. Civîna MYK’ê ya di vê mijarê de didome.” 

Şerekî li dijî hebûna kurdan e’

Ebrû Gunay, balkişand êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê;

“Bêguman ev şer, parçeyeke polîtîkaya wan a dijminatiya li kurdan e. Şerekî li dijî hebûna kurdan û destkeftiyên wan e. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi keda xwe û bi bedelên giran şoreşek ava kir û dixwazin vê jiyana ku wekhevî û azadiyê esas digire tune bikin, van qadan veguherînin qada şer û van herêman radestî noker û çeteyên dijminên mirovahiyê bikin. Heke ev dever di destê çeteyan de bûna, dê dengê xwe nekiribûna û bi wan re hevkariyeke qirêjî bikirana. Dema mijar bû kurd, polîtîkaya desthilatdariyê ya tunekirin û emperyal dikeve meriyetê.”

Starta hilbijartinê bi êrîşan hat dayîn’

Ebrû Gunay anî ziman ku şer di şexsê Kurdan de ji hemû civakê re hatiye vekirin û wiha axivî: “Ev şer, di şexsê kurdan li dijî hemû civakê tê kirin û dixwazin tevahiya civakê teslîm bigirin. Vî şerî ji bo dîzaynkirina siyaseta navxweyî û serkeftina hilbijartinê weke stratejiyekê bi kar tînin. Deshtilatdariyê careke din starta kampanyaya hilbijartinê bi balafirên şer, mirin û rûxandinê da. Lewma jî hemû derdorên ku piştgiriyê didin vê polîtîkaya şer a desthilatdariyê û siyaseta wê ya mirinê, di heman demê de piştgiriyê dide kampanyaya wê ya hilbijartinê. Ji ber ku şer bi xwe re tên mirin, êş, xizantî, krîza aborî û talankirina çavkaniyên aboriyê tîne. Desthilatdarî dixwaze bi şer re bi ser neheqî, bêhiqûqî, talan û nelirêtiyên xwe bigire. AKP, kengî ku dibîne talan û nelirêtiyên wê derdikevin holê û dengan winda dike, demildest serî li şer dide. Sedema bingehîn a şerê li dijî kurdan jî ev e.”

‘Em ê teslîm nebin’

Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay got: “Bi navê HDP'ê em careke din ji raya giştî ya demokratîk a vî welatî û gelê me yê bindest re dibêjin; em ê ti carî teslîmî vê siyaseta kuştinê û şer a tifaqa AKP-MHP'ê nebin. Siyaseta li dijî şer û avakirina aştiya civakî ji bo me têkoşîna bingehîn e. Em ê li dijî siyaseta mirinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê jiyanê biparêzin. Di her gava pêvajoya hilbijartinê de em ê bi vê pîvanê tevbigerin.”

‘Bila CPT’yê hûrgiliyên serdana xwe parve bike’

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay anî ziman ku wan her firsendê anîn ziman ku siyaseta şer, xizanî, hilweşandin û mirinê ji ber polîtîkayên tecrîdê ye û got: “Tecrîda giran a li Îmraliyê roj bi roj bêhtir tê kûrkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê nayê qebûlkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan zanîn ku ev 20 meh in tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin û Ocalan di serdana CPT’yê ya di îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê. Ev rewş nîşan dide bê ka tecrrîda li Îmraliyê di asteke çawa de ye. 

Vê rewşê, bêhiqûqiya ku tecrîda girankirî rê li ber vekirî û fikarên heyî kûrtir kiriye. Em careke din bang li CPT’yê dikin ku kitekitên serdana xwe ya dawî bi raya giştî re parve bike û nebe şirîkê sûcên îşkence û tecrîdê yên desthilatdariyê. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, nîşaneya israra desthilatdariyê ya di polîtîkaya neçareseriyê de ye. Bi van polîtîkayên tecrîdê re desthilatdarî di mijara krîza hiqûqî, edalet, mafên mirovan û aboriyê de sûd digire.”

Tu zext û êriş dê nekarin têkoşîna jinan têk bibin’

Ebrû Gunay bal kişand ser êrîş û binçavkirinên li dijî jinan ên piştî çalakiyên 25'ê Mijdarê û wiha got: “Êrişên birêkûpêk ên li dijî partiya me, kurdan, jinan û her kesên ji bo mafên bingehîn û azadiyan dadikevin qadan didomin. Êrişên di 25’ê Mijdarê de û yên pêvajoya piştî wê yên li dijî jinan berdewam in. Di roja sêşemê de derheqê 50 hevalên me yên jin ên TJA’yî de biryara binçavkirinê dan. Yên hatin binçavkirin jî bi sala ye pêşengtiya têkoşîna azadiya jinan a vî welatî dikin û parçeyeke siyaseta demokratîk in. Ji ber ku ev hevalên me li dijî tarîtî, zext, rejîma mêr derdikevin û têkoşîna azadiya jinê didin lewma hedef tên girtin. Hûn nikarin bi tawanbarkirina jinên ku pêşengtiya têkoşîna jinan dikin re bi ser sûcên xwe bigirin. Bi cihêkarî, nefret, tundî û şer re hûn ê nekarin cihê xwe saxlamtir bikin. Hûn çi bikin jî dê her tim ji têkoşîna jinan bitirsin. Dê jin dev ji têkoşîna xwe bernedin û dawî li desthilatdarî û qesra we bînin. ‘jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê olan dide. Parêzer çûn serdana hevalên me yên binçavkirî û gotin ku hatine îşkencekirin, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirîn û bi saetan di otobûsan de hatine sekinandin. Em ê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin. Lê divê ji bîr nekin ku tu zext û êriş dê nekarin têkoşîna jinan têk bibin.”