Zuleyha Gulum: Galatasaray warê me yê heqîqetê ye
Polîsên ku êrîş birin ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê li hev civiyan, gelek kes binçav kirin û derb kirin. Zuleyha Gulum a ku bertek nîşanî êrîşê da, wiha got: "Galatasaray warê me yê heqîqetê ye."

Stenbol - Dayikên Şemiyê çalakiya ku her hefte ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza cezakirina kujerên wan pêktînin, di hefteya 900’emîn de li Qada Galatasarayê pêkanîn. Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Xizmên windayan û beşdaran hatin kelepçe kirin û derb kirin
Beriya çalakiyê polîsan bi barîyer û maşîneyên zirxî Cadeya Îstîklalê û Qada Galatasarayê dorpêç kirin. Polîsan ji girseyê re got ew li ser daxwaza Qeymeqamiya Beyoglu ya qedexekirina çalakiyan dê destûrê nedin Dayikên Şemiyê. Girseyê jî diyar kir ku ew ê tevî astengî û qedexeyê jî çalakiya xwe li dar bixin. Pêşiya girseya ku bi wêneyên xizmên xwe yên winda û kulîlkên di destê wan de heta qadê ji aliyê polîsan ve hat qûtkirin. Di mudaxaleya polîsan de gelek kes hatin binçavkirin. Dayikên Şemiyê û beşdarên ku demeke dirêj di bin dorpêçê de hatin hiştin, rastî êrîşa polîsan hatin. Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren, Besna Tosun, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Hevserokên ÎHD'ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, parêzer Jiyan Tosun û parêzer Jiyan Kaya, Davut Aslan û Arat Dînk paş ve hatin kelemçekirin û hatin binçavkirin. Xizmên windayan ên ku qurnefîlên wan avêtin erdê, dema li wesayîta binçavkirinê dihatin siwar kirin hatin derbkirin.
Zuleyha Gulum: Gotinên ku dayik dixwazin bêjin em ê bixwînin
Piştî êrîşa polîsan metna çapemeniyê ya ku Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê bixwînin ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ve hat xwend. Zuleyha Gulum wiha got: “Gotina ku dayîk dixwazin bibêjin em ê li ser navê wan li vir bixwînin. Galatasaray aîdî Dayikên Şemiyê ye. Em weke malbat û parêzvanên mafên ku zarok û xizmên wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di binçavan de hatin windakirin di hefteya 900’emîn a têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê de li Galatasarayê ne. Em dayik, zarok, xwişk û bira, nevî, parêzvanên mafan in ku têkoşîna herî aştiyane û dadmend a cîhanê didin meşandin. Yên ku li Galatasarayê mezin bûne, li Galatasarayê extiyar bûne û li Galatasarayê hatine dinê em in. Yên ku hezkiriyên xwe yên ku dewlet hebûna wan înkar dike, bi wêneyên xwe li Galatasarayê diparêzin em in. Yên ku Galatasaray ji bo hezkiriyên xwe yên bêcih ku kirine goristan em in. Ji ber vê yekê Galatasaray ya me ye. “
"Galatasaray warê me yê heqîqetê ye"
Zuleyha Gulum a got, em li hezkiriyên xwe ku dewletê wan di binçavan de winda kirine, diğerin, axaftina xwe wiha domand: “ Galatasaray cihê lêgerîna me ye. Bila her kes baş bizanibe çi anîne serê windayên me di binçavan de û em naxwazin carek din vê êşê bikişînin. Galatasaray cihê me yê heqîqetê ye. Bila kujer baş bizanibin ku Galatasaray cihê bîra me ye. Lewma em dibêjin Galatasaray ya me ye. Rejîma heyî ya ku berdewamiya zihniyeta ku hezkiriyên me windakirin e. Ev rejîma berdewama rejîmên din guh nade qanûnên xwe jî, dixwaze Galatasarayê ji me bigire. 'Hezkiriyên me li ku ne?' Li şûna ku bi hiqûq û edaletê bersivê bidin qîrîna me, ev çar sal in bi kelemçe, mertal, gazê li pêşberî me radiwestin. Ev qadeke ku di dilê Stenbolê de ji her kesî re vekirî ye. Vê qadê ji hemû Stenboliyan re qedexe dike ku em neyên vir. Dixwaze me bi zext, bi polîs, bi darbeyan, bi dadgehan me bitirsîne. Lê ew şaş in, kes nikare dayikekê bitirsîne ku li zarokê xwe digere, jinek li hezkiriyê xwe digere, zarokek li dê û bavê xwe digere, birayek li birayê xwe yê mezin digere, neviyek li kal û bavê xwe digere. Çimkî hê hovîtên ku me bi çavên serê xwe dîtin, li dinyayê nehatiye afirandin.”
Zuleyla Gulum, daxwazên Dayikên Şemiyê yên wiha rêz kir:
“* Bila aqûbeta windayan were eşkerekirin.
* Bila dawî li bêcezahiştina kujeran ango faîlan were û demildest edalet bicih were.
* Bila carek din kes di binçavan de neyê windakirin.
* Bila Tirkiye Peymana Hemû Kesên Beriya bi Darê Zorê Bên Windakarina ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike, erê bike û bisepîne!
* Hûn çi dikin bikin, em ê qet û qet dest ji qîrkirina ‘zarokên me li ku ne’ bernedin.
* Hûn çi dikin bikin, kesên ku zarokên me winda kirine bi zirxên bêcezahiştinê neyên parastin, divê li pêşberî dadgeriyeke serbixwe hesab bidin! Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Hûn çi dikin bikin jî em ê dev ji azadiya xwe ya kombûnê ya ku bi Destûra Bingehîn hatiye misogerkirin û Galatasaraya ku me ji bo bikaranîna vê azadiyê hilbijartiye bernedin. Hûn çi dikin bikin jî Galatasaray di wijdanê mirovahiyê de ya me ye."
Piştî daxuyaniyê beşdaran ji bo bîranîna windayan qerenfîl danîn erdê û çalakî bi dawî bû.