Zeyneb Celaliyan berî temamkirina tedawiyê careke din şandin girtîgehê

Girtîya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, ku cezaya heta hetayê ya Girtîgehê lê hatiye birîn, tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên giran tenê rojek piştî emeliyata xwe, careke din bo Girtîgeha Yezdê hate şandin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtîya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan, ku cezaya heta hetayê ya girtîgehê lê hatiye birîn, di mehên dawî de ji ber gelek miyomên di zikê wê de çêbûyî, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên giran re rû bi rû bû. Zeyneb Celaliyan di rojên borî de bo nexweşxaneyeke taybet a bajarê Yezdê hate birin û emeliyat bû. Lê belê, tenê rojek piştî emeliyatê, berî ku proseya tedawiyê temam bibe, careke din bo Girtîgeha Navendî ya Yezdê hate vegerandin.

Di raporê de hate diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan ji ber xwînrijandinên bi mehan û negihîştina xizmetên tenduristiyê yên têrker zêdetir xirab bûye. Rayedarên Girtîgehê bi bahane û astengiyên cuda gihîştina wê ya ji bo tedawiyê asteng kirine.

Di 25’ê Îlonê de, bi însiyatîfa rêxistina REDRESS û Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar hate weşandin, ku tê de 22 rêxistinên mafên mirovî û 13 parêzvanên mafan tekez kirin ku divê Zeyneb Celaliyan bi lezgînî bigihîje tedawiyê, zextên li ser wê bidawî bibin û bê şert û merc were berdan.

Her wiha, di 30’ê Nîsanê de, 9 raporvanên taybet ên Neteweyên Yekbûyî hişyariyek li ser girtina keyfî ya Zeyneb Celaliyan û bêparkirina wê ji tedawiyê dabûn û bang li rayedarên Îranê kiribûn ku di nexweşxaneyeke serbixwe û sivîl de gihîştina wê ya ji bo lênêrîna bijîşkî were dabînkirin.

Zeyneb Celaliyan ku bi salan e ji mafê dîtina malbata xwe bêpar hatiye hiştin, tevî nexweşiyên wê yên cuda, ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Yezdê ve bi rapora “dikare li şertên girtîgehê li ber xwe bide” hê jî di Girtîgehê de tê girtin. Tê ragihandin ku saziyên ewlehiyê azadiya wê bi şerta “poşmanbûn û tobekirinê” ve girê didin.