REPAK: Xeyalên Nagîhan Akarsel emaneta me jinên Kurd in

REPAK’ê di salvegera 3’an de Şehîd Nagîhan Akarsel bibî anî û got: “Wê ji bo me jinan çandeke berxwedan û tekoşînê ya bi heybet hişt. Îro, xeyalên wê emaneta me jinên Kurd in.”

Navenda Nûçeyan – Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) di salvegera 4’an a şehîdbûna Nagîhan Akarsel bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.

Daxuyaniya REPAK’ê wiha ye:

Di 4’ê Cotmeha 2022’an de, li Başûrê Kurdistanê, li bajarê rewşenbîrî Silêmaniyê, êrîşeke hovane li dijî endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojîyê Nagîhan Akarsel hat kirin. Di encama vê êrîşê de, Nagîhan Akarsel şehîd bû. Bi vê boneyê, di 3’yemîn salvegera şehadeta wê de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û li ber bîranîna wan sonda xwe ya pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.

Bê guman, xaka Kurdistanê bûye hêlîna jinên nemir. Ev erdnîgarî dergûşa çanda mirovbûn û civakbûnê ye. Ev çand bi mejî, ruh, vîn û hêza wijdanî ya jinên Kurd teşe girtiye. Ji xwedawenda kevnar Nînhursag heta Nagîhan Akarsel, bi hezaran jinên zana, jîr û pêşeng, wekî xelekên zincîrekê, kevneşopiya berxwedanê hunandine. Berxwedana jinên Kurd ji bo maf, azadî û wekheviyê bi qasî dîrokê kevnar e. Yek ji van jinên bi hêz Nagîhan Akarsel bû, ku bi raman û çalakiyên xwe mohra xwe li dîroka jinên Kurd û gelê Kurd da.

Wekî rojnamevan û akademîsyen, wê têgihiştina xwe ya li ser pirsgirêkên jin û girîngiya azadiya jinan gelekî pêşxistibû. Bi salan wekî rojnamevan û edîtor di nav medyaya Kurdî de ked da. Her wiha, di damezrandina Akademiya Jîneolojîyê de bi xîret û hewldanên mezin rolek girîng lîst. Ji Bakur, heta Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê, wê bi evîndarî, coş û kelecan di perwerdekirina jinan de xebat kir. Heta nefesa xwe ya dawî, wê ji bo pêşxistina Jîneolojîyê bêwestan xebitî.

Xeyalên wê emaneta me jinên Kurd in

Nagîhan Akarsel bi xebatên xwe bû damezrînera ramana avakirina pirtûkxane, arşîv û navenda lêkolînê ya jinên Kurd. Bi raman, têgihiştin, hezkirin û çalakiyên xwe, wê karî bibe sembola yekrêziya jinên Kurd. Fikra pirtûkxaneya jinên Kurd daxwaza wê ya yekitiya neteweyî nîşan dida, û di vê wateyê de ew remzeke neteweyî ya pir bi qîmet e. Wê bi gotin, helbest, lêkolîn, analîz û xebatên xwe yên domdar xwest tekoşîna jinan gerdûnî bike. Bi zanista Jîneolojîyê, wê her tim heqîqeta jinan lêkolîn kir û teşe da. Xeyala wê ya herî mezin avakirina cîhaneke bê tundî û bê dagirkerî bû. Wê tu carî dev ji xeyalên xwe berneda, bû şopdarê wan û di vê rêwîtiyê de xeyalên hemû jinên azadîxwaz kir çavkaniya tekoşîn û lêgerîna xwe.

Nagîhan Akarsel rêwîtiya lêgerîna heqîqeta jin û civakê kir. Di meş û axaftinên xwe de bi wêrekiyeke mezin tevgeriya. Hêz û wêrekiya xwe ji nirxên çandî yên jin û gelan wergirt. Tu gotin, pênase an hevok têrê nake ku kesayetî û berxwedana Nagîhan Akarsel were vegotin. Wê ji bo me jinan çandeke berxwedan û tekoşînê ya bi heybet hişt. Îro, xeyalên wê emaneta me jinên Kurd in.

Wê ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê peywira xwe bi serfirazî pêk anî. Belavkirina zanista Jîneolojîyê û avakirina yekitiya demokratîk a jinên Kurd wê bibe bersiva herî xweş ji bîranîna wê re. Li hemberî pergala kujer a baviksalarî û nîzama dagirker, em wekî jin divê hêza pirsîna hesabê ji her demê bêtir xurt bikin. Li hemberî vê pergala jin û jiyan-kuş, tenê bi avakirina jiyaneke azad û demokratîk em dikarin tolê hilînin. Bi van hestan, em di 3’yemîn salvegera şehadeta Nagîhan Akarsel de careke din hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û sonda xwe ya pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.”