“Zextên heyî me natirsînin, em bi çar destan xebatên xwe didomînin”
Ji 22 kesên piştî 8 rojan di binçavan de hatin girtin 2 roj berê sewqî edliyeyê hatin kirin 16 kes hatin girtin û şandin girtîgehê. Rojnamegeran bertek nîşanî girtina hevalên xwe, bêdengiya li hemberê girtinan rexne kirin.

MEDÎNE MAMEDOLU
Amed- Ji bo 7 jê jin û 20 jê rojnameger 22 kesên ku di 8'ê hezîranê de li Amedê bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin, du roj berê ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeyê hatin kirin. Rojnamegerên ku piştî 8 rojan di hucreyên yek kesî de hatin girtin, îfadeyên wan yên ji dazgeriyê hat girtin, îfadeyên ku danê sibê hatin girtin heta sibeha roja din dom kir. Dema ji 22 kesên ku îfadeya wan ya dozgeriyê hat girtin yek bi şertê kontrola edlî hat berdan, yên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 16 jê rojnamegerên ku di Dadgeha Sulh Cezayê de bi îdiaya "endama rêxistinê" darizandin hatin girtin û şandin girtîgehê.
Rojnamegerên ku bal kişandin hevpîşeyên wan ên danê sibehê hatin binçavkirin, dîsa danê sibehê hatin girtin, diyar kirin ku bi girtinan re ew ê dest ji lêgerîna heqîqetê bernedin û bi car milan karê xwe hembêz bikin. Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jinê Jinnews Bêrîtan Canozer diyar kir nayê zanîn ku hevalên wê di pêvajoya binçavkirinê de çi hatine sûcdarkirin. Bêrîtan Canozer, diyar kir ku tevî ku delîl û sûcdarkirin nîne jî hevalên wê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bûne hedef, anî ziman rojnamegerên ku li pey heqîqetê diçîn di her pêvajoyê de bi van zextan re rû bi rû dimînin.
“Nûçeyên çekirine weke hêmaneke sûc derxistin pêşberî hevalên me”
Bêrîtan Canozer diyar kir ku di îfadeya dozgeriyê de nûçe û bernameyên rojnamegeran çêkirine ji wan hatiye pirsîn û wiha axivî: “Duh li dozgeriyê di pirsên ku ji hevalên me hatin kirin de em rastî tiştên ku em jê ne matmayî nebûn hatin. Xebatên rojnamegeriyê yên hevalên me kirine weke sûc hatin pêşkêşkirin. Ji hevalên me bernameyên ku çêkirine û pirsên di bernameyan de hatine pirsîn, pirskirin. Rojnamegeriya ku hemû xebatên rojnamegeriyê di nav xwe de dihilgre, li tu cihekî cîhanê weke sûc nehat dayîn, lê mixabin li vî welatî weke her carê, di vê pêvajoyê de jî weke sûc derxist pêşberî me, bû.”
Berîtan Canozer a rexne kir ku di pêvajoya binçavkirinê de ji bilî beşên diyar tu hevkariyeke xurt ji bo hevalên wê çênebû, bi van gotinan rewşa ku di hefteya dawî de jiyîn kurte kir: “ Dema ku li welat mijar dibe Kurd û rojnamevanên Kurd, gelê rojavayê welat ditirse ku li kêleka me bisekinin.” Bêrîtan Canozer axaftina xwe wiha domand: “Em heta sibê li ber edliyeyê li benda hevalên xwe man. Ew pêvajoyek ku em li bendê bûn ku hevgirtin mezin bibe bû. Cesareta wan tunebû ku bi tevayî xwedî derbikevin û li kêleka me bin.Dema ku mijar dibe Kurd çi dibe bila bibe, di mirovên rojavayê welat de di mijara li gel me sekînandinê de dûdilîbûn avadibe.”
“Pêwiste fêm bikin ku em ê bi van pêkanînan neqedin”
Bêrîtan Canozer destnîşan kir ku divê baş were fêmkirin ku çapemeniya Kurd bi polîtîkayên zext, binçavkirin û tirsandinê tune nabe û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji xwe em weke çapemeniya Kurd bi hêzgirtina hev li vir in. Me îro pênûsa hevalên xwe dewr girt. Hêza tu kesî şikandina pênûsa wan neke. Em ê bi girtin û binçavkirinan tune nebin.”
“Em ê bi çar destan karê xwe hembêz bikin”
Rojnameger Ceylan Akbaşli jî dest nîşan kir ku ew ê li şûna hevalên wê yên hatine girtin, bi çar milan karê xwe hembêz bikin û zêdetir bixebitin. Ceylan Akbaşli der barê binçavkirinên hat jiyîn de wiha axivî: “16 hevalên me bêyî delîlên şenbêr hebe hatin girtin. Ew dixwazin rastî negihêje gel. Dixwazin tiştên dikin neyên dîtin. Çapemeniya azad bi salan e dixebite. Heta îro şahidiya gelek îşkence, zindan û her cure zilm û zordariyê kirin, lê dîsa jî dev ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Ne tenê 16 hemû hevalên me jî bigrin, em ê nivîsandina xwe bidomînin. Em ê her roj hin zêdetir zêde bibin. Ger em di 8’an de rabin, em ê di 6’an de rabin û li ser karê xwe bin. Zextên heyî me natirsînin, em bi çar destan xebatên xwe didomînin.”
“Ji bo tiştên gelê Kurd dijî neyê dîtin vê yekê dikin”
Herî dawî Dayika Aştiyê Mûşeher Ulker jî axivî, bi van gotinan bertek nîşanî jî bertek binçavkirinan da: “Rojnamegerên Kurd ji bo ku heqîqet neyê dîtin tên binçavkirin. Ya ku hemû îşkence û zilma ku li ser gelê Kurd hatiye kirin li cîhanê belav dike çapemeniya azad e. Ji bo tiştên ku li ser gelê Kurd dide jiyîn biveşêrê, bi vî awayî êrîşê rojnamegeran dike. Rojnamegerên Kurd hemû binpêkirinên mafan ên li welat tên jiyîn derdixin holê û ji derveyî wan tu kes jî vê yekê nake. Çapemeniya azad dengê gelê Kurd û heqîqetê ye. Hêza tu kesî kêmkirina wê nake. Hevalên me dê bi berdewamî binivîsin û bibin dengê gel.”