Zehra û Hebûn ji bo civakek azad ji jinan re tev digeriyan
Endama Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîda Xelîl salvegera yekemîn a komkujiya Helincê bi bîr anî û ev tişt got: "Zehra û Hebûn rolek girîng di nava civakê de bi taybet di nava jinan de dilîstin û armanca wan ew bi ku civakek azad ji jinan re ava bikin."
HESNA MIHEMED
Şehba- Bi geşkirina agirê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin rolek girîng di vê şoreşê de lîstin û bûn xwedî berhem û hebûn. Di şoreşê de jinan karîbû xwe di hemû warên jiyanî de îsbat bikin û li dijî êrîş, kiryar û komkujiyên dagirkeriyê şoreşa xwe parastin. Her ku jinan pêşketinên berbiçav çêdikirin, dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê bi riya komkujî û êrîşên xwe jinan kirin hedefa xwe. Herî dawî jî di 23'yê Hezîrana 2020'an de dewleta tirk bi balafirên keşfê êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de ji Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya salvegera 1'emîn a komkujiya Helincê, Endama Kongreya Star a herêma Efrînê, Wehîda Xelîl nêrîna xwe parve kir.
"Komkujiya Helincê berdewamiya komkujiya Parîsê ye"
Wehîda Xelîl di kesayeta Zehra, Hebûn û Emîne de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Em di kesayeta Zehra, Hebûn û dayê Emîne de hemû têkoşerên jin bi bîr tînin. Em ji dîrokê bigre heta roja îro, komkujî û qirkirin li dijî gelê Kurd pêk tên her wiha di van komkujî û êrîşan de yekemîn jin dibin hedef. Hêzên dagirker û hegemon dixwazin di şexsê jinan de civakê lawaz bikin. Her wiha jinên ku dixwazin di riya azadî û wekhevî de bimeşin û civaka xwe ber bi ronahî ve bibin dibin armanc û rastî êrîşên hov. Ji wan jinan yek jî komkujiya Helincê bû ku rêveberên jinan hatin hedefgirtin. Komkujiya Helincê berdewamiya komkujiya Parîsê ye. Her wiha di şerê 9'ê Cotmehê de siyasetmedara jin Hevrîn Xelef jî bûbû hedefa êrîşên hov."
"Zehra û Hebûn ji bo civakek azad ji jinan re têdikoşiyan"
Wehîda Xelîl wiha behsa berxwedan û îradeya jinan di nava civakê de dike: "Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze civaka me qir bike. Her wiha dewleta tirk di êrîşên xwe de destpêkê jinan hedef digre lê êdî civaka me van êrîşan qebûl nake û ji her demê zêdetir bertekên xwe nîşan dide. Her wiha şoreşa me bi xwîna bi hezaran pakrewanên azadiyê pêk hat û gel jî îlhama xwe ya berxwedanê ji pakrewanên xwe digre. Pergala desthiltdar dixwaze jin bindest û kole bijîn, dema jinek îradeya wê xurt be û ji bo azadiyê têdikoşe, yekser dibe armanc û bi riya kuştinê wê jina azad tune dikin. Lê desthilatdar jî bila bizanibin jinên ku tên qetilkirin hêrsa rêhevalên wan zêde dibe û hîn zêdetir ber bi armanca jiyana azad ve dimeşin. Loma îrade û hebûna jinan metirsiyek li ser pergalên desthilatdar ava dike. Zehra û Hebûn rolek girîng di nava civakê û bi taybetî di nav jinan de dilîstin û armanca wan ew bû ku civakek azad ji jinan re ava bikin. Her wiha dixwestin jin bi rêxistinkirî û zana bin. Dewleta tirk wan kir armanc û qetil kir. Lê tu caran xwîna wan li erdê namîne, em ê şopa wan berdewam bikin."
"Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin"
Wehîda armancên dewleta tirk a dagirker ji hedefgirtina jinan anî ziman û wiha bi dawî kir: "Planên dewleta tirk a dagirker ku li ser jinan bi rêya komkujî û êrîşan tên kirin yek e. Planeke siyasî li hember îradeya jinan tê kirin. Van rojên dawî jî dîsa dewleta tirk a dagirker xebatkara HDP'ê li bajarê Îzmîrê Denîz Poyraz şehîd xist. Lê bila desthilatdariya AKP'ê jî bizanibe, her jineke ku qetil dike, bi hezaran şopdarên wê hene. Em ê heta dawiyê xeta pakrewanên xwe biparêzin û bişopînin. Em ê xebatên wan bidomînin da ku armanc û xeyalên wan ên azadiyê ji bo tevahî jinan pêk bînin. Em tu carî berxwedan û çalakiyên xwe yên li hemberî êrîşên dagirkeriyê ranawestînin."