Zêdetirî 80 çalakvanên jin li ser rewşa girtiya Kurd Sida Zade hişyarî didin
Zêdetirî 80 çalakvanên mafên jinan li ser rewşa girtiya siyasî ya Kurd Sida Xedîr Zade hişyarî dan.

Navenda Nûçeyan - Zêdetirî 80 çalakvanên mafên jinan daxuyaniyek belav kirin û tê de hişyarî dan derbarê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Sida Xedîr Zade ku piştî gefên hêzên ewlehiyê li girtîgeha navendî ya Urmiyê hewla xwekujiyê dabû.
Cînayetek sîstematîk a li dijî jinan
Çalakvanên jin ên mafên mirovan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Hewldana întîharê ya Sida Xedîr Zade li Îranê cînayeteke sîstematîk a li dijî jinan e. Em daxwaza piştgirî û weşandina dozên bi vî rengî yên girtiyên jin li Îranê dikin. Em bang li hemû aktîvîstên mafên mirovan, sivîl û siyasî û her wiha hemû saziyên çapemeniyê dikin ku ji bo şert û mercên girtiyên jin destekeke cidî bidin.”
Girtiya siyasî Sida Xedîr Zade ya 32 salî dayika du zarokan e û dema ku di 14'ê Cotmeha 2021'an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin, ducanî bû. Derbarê sedemên girtina wê heta niha ti agahî nînin.