Navenda Nûçeyan – Bi deh hezaran kes bi îdiaya tevlî xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkir û ji 16’ê Îlonê ve bir didome bûne, hatin binçav kirin. Hejmarek zêde zarok jî hatin binçavkirin û girtin.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, li Tahranê keçeke 14 salî li navenda binçavkirinê jiyana xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku zarok di encama destdirêjiya li navenda binçavkirinê rast hat de, jiyana xwe ji dest da.
Parêzvanên mafên mirovan ya agahiya zaroka 14 salî ji ber cilê xwe yên dibistanê derxistiye hatiye binçavkirin parve kir, diyar kir ku keça bi navê “Masume” li taxên xizan ên Tahranê dijî.




