Zaningeh di serhildanê de ne: Negîn Ebdul Malekî hat qetilkirin

Li bajarên Îran û Rojhilat li kolanan berxwedana xwendekaran berdewam kir, nûçe hat ku xwendekara zanîngehê Negîn Ebdul Malekî hatiye qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Rojhilat û Îranê piştî ku Jina Mehsa Emînî ku ji aliyê polisê qaşo exlaqê yên rejîma Îranê ve hate qetilkirin çalakiyên nerazîbûnê yên destpê kiribûn, didome.

Xwendekaran li gelek dibistanan li zanîngeha Kirmaşan Razî, Zankoya Zanistên Pizîşkî ya Zahidanê, Zankoya Zanistên Civakî ya Tehranê, Zankoya Şerîf, Zankoya Emîr Kebîr, Zanîngeha Tehranê, Zanîngeha Meşhed Ferdowsî û Zanîngeha Îsfahanê xwepêşandan kirin.

Li ser banga Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Pîşeyî jî mamosteyan piştgirî dan çalakiyan. Mamosteyan bi neçûna dersê biryara boykotê dan.

Jina Kurd hate qetilkirin 

Li aliyê din  hat zanîn ku jina ciwan ya Kurd Nigîn Ebdul Malekî  ya 21 salî ya xelkê Qurwe ya ser bi parêzgeha Sine ku xwendekara bijîjkî ya zanîngeha Hemedan ya Teknoliyê bû, di dema xwepêşandanên li dijî rejîmê de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Li gora çavkaniyan di 19’ê Cotmehê jina ciwan a Kurd Nigîn Ebdul Malekî li Hemedanê di dema xwepêşandana dijî qetilkirina Jîna Emînî de, ji aliyê hêzên Îranê ve bi darê elektirîkê  îşkence lê kirine û bi giranî birîndar bibû, piştî vegeriyaye cihê lê mayîna  xwendevanên zanîngehê, li wir ji ber derbeya hêzên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin piştî hêzên Îranê bihîstine Nigîn jiyana xwe ji dest daye, bi ser malên xwenevanan de girtine û gef li xwendevanan xwarine. Heman şevê malbata Nigîn ji bajarê Qurweyê vexwendine Hemedanê. Gorî agahiyan cenazeyê Nigîn di bin dorpêça hêzên rejîmê de hate veşartin.

Dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Nigîn îro xwendevanên zanîngeha Hemedan xwepêşandan lidarxistin û ketine grevê.

Qedexeya têketinê

Xwendevanên zanîngeha Teknolojiya Şerîf yên ku bejdarî xwepêşandanan bûne, ketina wan ya hindirê zanîngehê hatiye qedexekirin. Li gora daxuyaniya rêveberiya zanîngehê de ew xwednevanên ku bejdarî xwepêşanadanan bûye wê rê nedin bikvin zanîngehê.