Rojnamevanên jin ên Yemenê ji bo parastina mafê rojnamevanan bang kirin

Rojnamevanên jin ên beşdarî lansmana rapora Çavdêriya Azadiya Medyayê ya li Yemenê bûn, diyar kirin ku dorpêça metirsiya li dijî mafên rojnamevanan berfireh dibe û rojnamevanên jin dibin hedefa tundiya dîjîtal û tacîzê.

RANIYA ABDULLAH

Yemen – Bi zêdebûna binpêkirinên li dijî rojnamevanan re, rewşa medyayê ya Yemenê her diçe xirabtir dibe. Ev yek jî çavkaniya xwe ji kêmbûna parastinên yasayî û sînordarkirinên berdewam ên li ser weşan û gihîştina agahdariyê digre û metirsiyên der barê xebatên rojnamevaniyê de kûr dike, serxwebûna saziyên medyayê di warê ewlehî û siyasî de lawaz dike.

Lansmana Çavdêriya Azadiya Medyayê li Yemenê rapora 6 mehan a bi sernavê ‘Rojnamevanên bêparastin’ roja 26’ê Tebaxê li dar xist. Di lansmanê de Cîgirê Serokê Mîsyona Keyaniya Hollandayê li Yemenê Bart Veenstra; peyamnêrê Yemenê yê Tora Al Arabiya; pisporê ragihandin û agahdariyê ji Ofîsa Dewletên Kendavê û Yemenê ya UNESCO’yê û nêzî 80 rojnamevan, hem bi awayekî fizîkî, hem jî onlîne, amade bûn.

Çavdêriya Azadiya Medyayê ya Yemenê, ‘Marsedak’, di navbera Çile û Hezîrana îsal de 42 binpêkirinên li dijî rojnamevan û xebatkarên medyayê belge kir. Di nav wan de 2 bûyerên kuştinê û 11 bûyerên girtin û binçavkirina kêfî hebûn. Çavdêriyê hişyarî da ku asta parastin û berpirsiyariyê li welat kêm dibe.

Zexta ewlehiyê

Di raporê de bûyerên weke; kuştin, binçavkirin, bangîkirin, lêpirsîn, tacîzên ewlehî û dadwerî, êrîş, gef, kişkandin, astengkirin û tepeserkirina karê rojnamegeriyê hatine belgekirin.

Raporê 19 bûyerên tundiya dîjîtal ên ku rojnamevan û xebatkarên medyayê yên jin hedef digrin, ji heqaret û şantajê bigre heta tacîz û binpêkirinên nepenîtiyê, belge kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku berdewamiya hedefgirtinê, dibe sedem hinek rojnamevanên jin çalakiyên xwe yên medyayê kêm bikin an jî ji nivîsandina hinek mijaran dûr bikevin.

Bûyerên ku hatine belgekirin

Li gorî raporê, kuştina 2 rojnamevanan, birîndarkirina rojnamevanek, 7 bûyerên tacîza ewlehî û dadwerî yên têkildarî karê medyayê, 5 êrîş, 5 bûyerên astengkirin û astengkirina karê rojnamegeriyê, 4 bûyerên kişkandinê û 3 bûyerên gefxwarinê hatin belgekirin. Her wiha binpêkirinên li dijî saziyên medyayê û bûyerek şantaja onlîne jî cih digrin. Hadhramaut bi 10 bûyeran hejmara herî zêde ya binpêkirinan ket qeydan, Aden bi 8 bûyeran û Taiz bi 7 bûyeran ked qeydan.

Saziyên hikûmetê û rêxistinên pê ve girêdayî, bi 18 bûyeran, di serê lîsteya saziyên ku bi binpêkirinan hatine tawanbarkirin de cih girtin. 10 bûyerên ji kesayet û çalakvanên bi bandor, 6 ji Hûsiyan, 6 ji saziyên nenas û 2 jî ji Konseya Demkî ya Başûr re hatin şandin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku kêmbûna hejmara bûyerên li deverên di bin kontrola Hûsiyan de hatine tomarkirin, nayê wateya ku qadek baştir ji bo azadiya medyayê heye.

42 binpêkirin

Rojnamevan Neîm Xalid da zanîn ku tevî kuştina rojnamevan Mihemed Ayda, di demek ewqas kurt de, 42 binpêkirinên ku hatine belgekirin, nîşaneya tepeserkirina azadiya fikir û derbirînê ne û got: “Ragihandina rastiyê bûye bedela jiyana rojnamevanan.”

Neîm Xalid bang li rêxistinên navneteweyî û Ereb, saziyên pêwendîdar kir ku mekanîzmayeke parastinê bi lezgînî ji bo rojnamevanan ava bikin, bi taybetî ji bo rojnamevanên jin ên ku rasterast rastî binpêkirin û kampanyayên sîstematîk di qada dijîtal de tên û got: “Rojnamevanên jin niha neçar in ‘xwe-sansurê’ wekî çareya dawî ji bo zindîmayîn û dûrketina ji hedefbûnên nû pêk bînin.”

‘Atmosfera çavtirsandinê didome’

Rojnamevan Îlham el-Feqîh, diyar kir ku sansur ji bo parastina wê û malbata wê ji etîketkirina siyasî û gefên berdewam bûye bijarteyeke pêwîst. Ezmûna xwe ya şexsî, zext û dubendiya ku pê re rû bi rû maye parve kir û got: “Atmosfera çavtirsandinê bi kuştina hevjînê min, rojnamevan Ebdul Semed el-Qadî, ji ber gotin û pabendbûna wî ya ji bo azadiya çapemeniyê gihîştiye lûtkeyê. Tirsa berbelav, ligel kuştin û girtinan, rojnamegeriyê kiriye pîşeyek ku êdî xwendekarên zanîngehê jî jê dûr dikevin.”

‘Belgekirina binpêkirinan gaveke girîng e’

Sekretera Çavdêriya Azadiya Medyayê ya Yemenê Buşra el-Axberî, destnîşan kir ku weşandina rapora periyodîk a nîvê yekem ê vê salê ku 42 binpêkirinan ji kuştin û girtina kêfî bigre heta gefên rasterast û îstîsmara prosedurên yasayî û ewlehiyê ji bo sînordarkirina karê rojnamegeriyê hat belgekirin, gavek girîng e û wiha got:

“Rojnamevanên jin ên Yemenî ji vê pêla tundiyê bêpar nîn in û raporê bi taybetî 19 bûyerên binpêkirinên dîjîtal ên ku wan dikin hedef belge kir. Di nav wan de kampanyayên reşkirinê û tacîza dîjîtal hene. Ev hejmar nîşaneya metirsiyê ye. Bandora qadeke civakî ya muhafezekar ku karên jinan di medyayê de bi nêrîneke teng dibîne, zêdetir dike û gelek jinan neçar dike ku dev ji pîşeyên xwe berdin.”

Binpêkirin zêde dibin

Li gorî rêxistina çavdêriyê, ji sala 2015’an vir ve hejmara giştî ya binpêkirinên belgekirî gihîştiye nêzî 2 hezar û 717’an; di nav wan de kuştina 72 rojnamevan û xebatkarên medyayê, 540 girtinên kêfî û 320 bûyerên binpêkirinên ku rêxistinên medyayê hedef digrin hene.

Rêxistinê bang li rayedar û aliyên pêwendîdar kir ku ewlehiya rojnamevanan bigrin bin temînatê, dawî li girtinên kêfî bînin. Her wiha xwest biryarên dadgehê bi cih bînin, lêpirsînên bi bandor li ser binpêkirinan bidin destpêkirin û berpirsiyar hesab bidin, rojnamevanên jin ji tundiya dîjîtal biparêzin, serxwebûna rêxistinên medyayê xurt bikin û bêcezatiyê bi dawî bikin.

Navenda çavdêriya bal kişand ser xeterên ku rojnamevan li Yemenê ji ber mekanîzmayên lawaz ên parastin û hesabdayînê pê re rû bi rû dimînin û bang kir ku ji bo pêkanîna qadeke ewletir ji bo xebata medyayê tedbîrên lezgîn bên girtin.