YPJ li kampa Holê 4 jinên kelebçekirî yên rastî îşkenceyê dihatin rizgar kir
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de li fêza 7’an a kampa Holê jinên ku di konekî de hatine kelebçekirin û rastî îşkenceyê dihatin, rizgar kir.

Hesekê - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di qoanxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de du jinên ku di konekî de rastî îşkenceyê hatine û li ser laşên wan şopên îşkenceyê hene rizgar kir. Hat tekez kirin ku her heyanî van kêliyan 4 jinên bi awayekê ku bi zincîran hatine kelebçekirin, hatine dîtin û rizgarkirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku YPJ’ê di roja 9’emîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de jina ciwan a Êzidî Wefa Elî Ebas a di 9 saliya xwe de ji Şengalê hatibû revandin rizgar kiribû. Operasyona Mirovî û Ewlehiyê didome.