‘YPJ felsefeyek mirovî û hêzek ji bo guhertinê ye’

Bi boneya 13’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê YPJ, li bajarê Kobanê merasîmeke leşkerî pêk hat. YPJ’ê diyar kir ku bi saya rola ku di rûbirûbûna bi DAIŞ’ê re de lîstine, bûne hêzek xwedî mîrateyeke têkoşînê ya cîhanî.

Kobanê – Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê di sala 2013’an de wekî hêzek leşkerî ya serbixwe ya jinan hat damezrandin. Armanca avakirina YPJ’ê, birêxistinkirina beşdariya jinan a di parastina xwe û parastina civakên xwecihî de bû. Her wiha wekî yek ji avabûnên herî berbiçav derketine holê ku hebûna jinan di xebata leşkerî de saz kiriye.

Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê, îro li bajarê Kobanê ji bo salvegera 13’emîn a damezrandina xwe merasîmeke leşkerî ya mezin li dar xist. Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê Dilbirîn Kobanê bi vê boneyê axivî û wiha got: “Yekîneyên Parastina Jinê ne hewce ne ku xwe îspat bikin, ji ber ku YPJ’ê bi têkoşîna xwe ya li dijî nEheqî û tundiyê destaneke dîrokî nivîsandiye û me barê mîrateyên mezin rakirin ser mile xwe. Ji ber ku em îlhama têkoşîna xwe ji dîroka jinên xwedî tekoşîn ku jiyana xwe ji bo welat û gelê xwe feda kirine, digirin.’’

Dilbirîn Kobanê destnîşan kir ku tevahiya civaka navneteweyî deyndarê tekoşîna Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê ye, ji ber ku gelek qurbaniyên mezin ên ku wan ji bo jiholêrakirina DAIŞ'ê dane û wiha got: “Bi saya têkoşîn û fedekariyan îro em bûn modelek bêhempa li seranserê cîhanê û piştî vê têkoşînê, kes nikare îradeya jinan têk bibe û wan ji mafên wan ên rewa bêpar bike. Ji ber ku me soz daye gelê xwe ku em ê heta henaseya xwe ya dawî wan biparêzin.”

‘YPJ felsefeyek mirovî û hêzek ji bo guhertinê ye’

Dilbirîn Kobanê diyar kir ku YPJ li ser bingeha parastina gel û welat ava bûye û wiha pê de çû: “Yekîne li ser bingeha parastina ax û gel hatine damezrandin û ev yekîne ne tenê hêzeke çekdarî ne, her wiha felsefeyek mirovî û hêzek ji bo guhertinê ne û yekgirtiyek ji bo hemû gelan in. Em her tim ji bo gelê xwe têkoşiyan, me tu carî niheqî nepejirand û em napejrînin jî.  Ji ber vê yekê, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin û hêjayî felsefeya Rêber Ocalan bin, ku wî ji bo me jinan pêşkêş kiriye.”

Piştî merasîma leşkerî, şervanên jin bi qîrîna dirûşmeyan bi meşê ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan û ji wir ber bi mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku derbasî Sûriyeyê bû li gundê "Elbelour" lê dima, ji bo pîrozkirina rojbûna 77’emîn a Rêberê Abdullah Ocalan ku sibê ye, ber bi wir ve çûn.