Navenda Nûçeyan- Şewba kolerayê ya li Yemenê, ji ber gelek sedemên mîna hilweşîna binesaziyê û xizmetên tenduristiyê yên ji ber pevçûnên berdewam, belavbûna ava qirêj, kêmbûna xurekê û kêmbûna derman û karmendên bijîşkî, bi awayekî gelemperî û diyarker didome.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), duh di rapora xwe ya nûvekirina şewba kûrewî de, diyar kir ku li Yemenê di sala 2025’an de kolera û zikêşa giran bi awayekî metirsîdar zêde bûye û ji ber vê yekê Yemen hebûna xwe ya mîna yek ji welatên herî bandordar ên cîhanê didomîne.
WHO’yê, ragihand ku di sala 2025’an de li Yemenê 93 hezar û 496 bûyerên gumanbar ên kolerayê û zikêşa giran hatine ragihandin û di encamê de 248 kes mirine. Ev yek bi mirina 277 kesan a ji her 100 hezar bûyeran re, rêjeya sêyemîn a herî bilind a mirinê ya li cîhanê temsîl dike.
Yemen di şewba kolerayê de di rêza duyemîn a cîhanê de ye
Li gorî raporê, piştî Efganistanê Yemen di sala 2025’an de welatê duyemîn bû ku herî zêde şewbên kolerayê lê hate jiyîn. Her wiha Yemen, piştî Sûdan û Efganistanê di herêma Deryaya Spî ya Rojhilat de di aliyê ragihandina herî zêde bûyer û mirinan de, di rêza duyemîn de ye.
Di Kanûna 2025’an de bûyerên kolerayê zêde bûn
WHO’yê, diyar kir ku di Kanûna 2025’an de tenê hezar û 521 bûyerên nû hatine tomarkirin û ev rêje li seranserê cîhanê di meha Kanûnê de sêyemîn rêjaya herî bilind a cîhanê ye. Di sala 2025’an de, li seranserê cîhanê bi giştî 614 hezar û 828 bûyer hatin rapor kirin û ji van 7 hezar û 598 bûyer bi mirinê biencam bûn. Ev bûyer, li 33 welatên cûda hatin ragihandin.
Yemen di nava welatên herî zêde ji şewba kolerayê bandorbûyî de cih digre
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmarên tirsnak ên di sala 2025’an de li Yemenê derbarê şewba kolerayê û zikêşê ya giran de hatine jiyîn eşkere kir. Ev rewş, nîşan dide ku Yemen di nav welatên herî zêde bandorbûyî yên cîhanê de cih digre.




