Yêkitiya Jinên Ereb hewl dide cudakariya li dijî jinan ji holê rake
Li Misirê di pêşengiya Yekitiya Jinên Ereb de, projeyek bi navê “Misogerkirina bidestxistina jinan a mafên xwe yên mirovî” tê meşandin û hewl tê dayîn hemû cureyên cudakariya li dijî jinan ji holê rakin.
ASMAA FATHI
Qahîre- Jinên Misirê di pergala baviksalarî de ji gelek mafan bêpar tên hiştin û bi cudakariyê re rû bi rû dimînin. Rêxistinên sivîl ên li Misrê di van salên dawî de, li gel zêdebûna tundiya li dijî jinan, bi armanca ji vê cudakariyê re çareseriyek bibin, li ser qanûnê disekinin û alîkariya jinan dikin ku bigihîjin mafên xwe. Piştî ku diyardeya tundiyê di raya giştî de bû rojev, bi taybetî Yekitiya Jinên Ereb û gelek sazî çûn nîqaşkirina mekanîzmayên der barê pêşxistina mafên mirovan ên jinan de. Projeya bi navê “Misogerkirina bidestxistina jinan a mafên xwe yên mirovî” ku pêşengiya wê Yekitiya Jinên Ereb dike, armanc dike ku hemû cureyên cudakariya li dijî jinan ji holê rake.
Projeyek bi piştgiriya hikûmet û civakê ye
Projeya ku ji bo li Misirê jin û zarokên ke mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin tê meşandin, li parêzgehên Îskenderiye û Şerqiyeyê pêk tê û mekanîzmaya projeyê jin weke perçeyek bingehîn a ji mafên mirovan digrin dest. Her wiha di projeyê de ji bo hikûmet û civak di her warî de piştgirî û asankariya mafên bingehîn ên jinan bikin xebat tên meşandin.
"Ji aliyê Fona Jinên Afrîkayê ve hat fînansekirin"
Rêvebera Projeyan a Yekitiya Jinên Ereb Mona Elî El-Dîn diyar kir ku proje nû ye û wiha got: “Beriya vê piştî çend nîqaşên bi saziyên xêrxwaz û rêveber re, ji bo danîna bingehê hevdîtin hatin kirin. Proje ji aliyê Fona Jinên Afrîkayê ve hat fînansekirin. Proje dê 4 belgeyên polîtîk ên li ser mafên jinan ê kar, zewaca di temenê biçûk de û sîstema pêşkêşkirina xizmetên hikûmetê bi giranî ji bo jinan û kesên xwedî pêdiviyên taybet bi encam bibe.
“Ji bo di qanûnan de mafê jinan hebe”
Mona Elî El-Dîn wiha axivî: “Hewldana kar a vê projeyê cur be cur nîşan dida; di destpêka van de me xwest jin û zarokên keç der barê mafên xwe de perwerde bibînin, wan bi xizmetên heyî re bidin naskirin û gihandina wan misoger bikin. Her wiha em dixwazin kapasîteyên rêxistinên sivîl û saziyan bi pêş bixin û piştgiriya civakê jî zêde bikin. Ev proje ji bilî di qanûnên Misirê de pêşxistina mafên jin û zarokan, bi armanca pêşxistina mafên wan e.”
Mona Elî El-Dîn diyar kir ku di çarçoveya projeyê de bi gelek komele û saziyên di nava parêzgehên Îskenderiye û Şerqiyê de kar dikin re têkilî danîne û bi taybetî jinên xwedî pêdiviyên taybet jî di nav de ji bo jinan agahî û xizmetê misoger bikin tor hatine avakirin.
Rola medyayê ya di projeyê de
Nivîskar û pispora medyayê Fatima Khair diyar kir ku proje ji bo li parêzgehan di qadan de dixebite xwedî girîngiyeke mezin e û rola medyayê di gihandina peyamên bi taybetî ji karên sivîl û aliyên din hatine armanckirin de pir girîng e.
Di heman deme de beşdar bi moderatoriya nivîskar Fatima Khair beşdarî rûniştinek nîqaşê ya li ser projeyê bûn û di vê rûniştinê de, li ser projeya ku hat pêşkêşkirin, li ser pêşniyarên ku têkildarî parametreyên xebatê, kitekit, vîzyon û medyayê ne nîqaş kirin.