Yekitiya Ekolojiyê li dijî texrîbatên ekolojîk civiya

Yekitiya Ekolojiyê ji bo li dijî texrîbatên ekolojîk xeta têkoşînê ya nû diyar bike li Amedê civiya.

Yekitiya Ekolojiyê li dijî texrîbatên ekolojîk civiya

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Ekolojiyê ku bi hatina gelhev a 86 rêxistinên ekolojiyê hatiye avakirin, li dijî tehrîbatên ekolojîk ên bi destûrên AKP’ê yên ji ber kargehên maden, bendav û înşaetê derketine holê ji bo xeteke tekoşînê ya nû diyar bikin li Amedê civiyan.

Li Eywana Konferansê ya ÇandAmedê ku konferans lê tê lidarxistin pankartên “Xwedî li xweza, çand û dîroka xwe derkeve” , “Yekitî, têkoşîn, jiyan” û “Li dijî kedxwariya xweza û kedê yekitî, tekoşîn û piştevanî” hatin daliqandin. Hevberdevka Komîsyona Çandinî û Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Melîs Tantan weke pêkhate beşdar bû.

Hevberdevkê Yekîtiya Ekolojiyê Guner Yanliç ku axaftina vekirinê kir û  got: “AKP û MHP bi salan e ku rûxandinên mezin ên ekolojiyê pêk tînin û li cihên ku ev rûxandin çêdibin têkoşîn û berxwedaneke mezin heye. Deng li her derê bilind dibe. Me Yekitiya Ekolojiyê ji bo piştgiriya van têkoşînan ava kir. Yekitiya Ekolojiyê dê ji niha pê ve jî têkoşîna xwe bileztir û xurtir bimeşîne.”

 Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.