Yekemîn Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye

Yekemîn Konferansa Ekolojiyê ya duh bi dirûşma "Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin" li Qamişloyê dest pê kir, bi nîqaşkirina mijara sêyemîn di roja duyemîn de didome.

Qamişlo – Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn duh bi beşdariya 120 kesan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sivîl li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê dest pê kiribû.

Konferansa ku bi dirûşma "Bi paradîgmaya ekolojîk Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin" ji aliyê Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de

Rûniştina roja duyemîn a konferansê ji du mijar; li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de û tevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê.

Di roja yekemîn de mijarên "Di modernîteya demokratîk de ekolojiya û "Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê" hatibûn nîqaşkirin.