Xwepêşanderên jin ên Efganî: YE binpêkirinên mafên mirovan rewa dike

Di 27’ê Hezîranê de tevgera ‘Jinên Xwepêşandar ên Bakur’ li deverek girtî li Kunduzê kom bun û pêşwazîkirina şandeyek Talîbanê li Brukselê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve şermezar kirin. Vê yekê li dijî mafên mirovan û edaletê pênase kirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku şandeya Talîbanê li ser vexwendina Komîsyona Yekîtiya Ewropayê serdana Brukselê kir, komek jinên xwepêşander li Efganîstanê xwepêşandanek li dar xistin û ev yek li dijî nirxên mafên mirovan, edalet û rûmeta mirovan pênase kirin. Her wiha dan diyar kirin ku li Efganîstanê ewqasî tepeserkirinên li ser jinan di dome û binpêkirinên mafên welatiyên Efganî belavê welat bûye. Ev gazîkirin û çûyîna Talîbanê dibe ku rêxistinê rewa bike û hewlên cîhanî yên ji bo parastina mafên mirovan lewaz bike.

Tevgerên jinan vexwendina Talîbanê şermezar kirin

Di 27’ê Hezîranê de, endamên tevgera ‘Jinên Xwepêşander ên Bakur’ li deverek girtî li Kunduzê kom bûn û serdana şandeya Talîbanê ya Brukselê û hevdîtina wan bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re protesto kirin.

Beşdaran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku vexwendin û pêşwazîkirina nûnerên Talîbanê rêgezên mafên mirovan, edalet û rûmeta mirovan binpê dike. Dan zanîn ku kiryarên wiha xetereya dayîna rewabûna mezintir a qada navneteweyî ji bo hikûmeta Efganistanê ku berpirsên binpêkirinên berfireh ên mafên bingehîn ên jin û zarokên keç dihilgire.

Ev xwepêşandan piştî vexwendina Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya şandeya Talîban ku di 2’ê Tîrmehê de biçe Brukselê hate li darxistin.

Nakokiya YE bi rêgezên xwe re

Vexwendina nûnerên Talîbanê, ji aliyê parêzvanên mafên jinan, rêxistinên mafên mirovan, tevgerên protestoyê û hejmarek siyasetmedarên Efganî û Ewropî ve rastî bertekên tund hat. Rexnegir bawer dikin ku ev gav bi helwesta diyarkirî ya Yekîtiya Ewropayê ya li ser parastina mafên mirovan û mafên jinan li Efganistanê re nakok e û dikare peyamek nakok ji civaka navneteweyî û gelê Efgan re bişîne.