Xwendekarên Qamişloyê: Em ê bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û bijîn

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, mamoste û xwendekaran li dijî biryara sînordarkirina fêrkirina Zimanê Kurdî bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza parastina mafê fêrbûna bi zimanê dayîkê kirin.

Qamişlo – Di 27’ê Tebaxê de, biryara sînordarkirina fêrkirina Zimanê Kurdî bi tenê sê dersan di hefteyê de, ji aliyê hikûmeta demkî ve hate derxistin. Ev biryar li seranserê Rojavayê Kurdistanê bû sedema nerazîbûna mamoste, xwendekar û malbatan.

Gel, rojane çalakiyên cuda cuda li dar dixe û daxwaza parastina mafê fêrbûna bi zimanê dayîkê dike. Di vê çarçoveyê de, îro jî mamoste û xwendekaran li pêşiya Rêveberiya Devera Qamişloyê xwepêşandanek li dar xistin û nerazîbûna xwe ya li hemberî vê biryarê nîşan dan.

‘Ziman ne tenê fêrbûna tîpan e, hebûn, nasname û bingeha domandina gel e jî’

Têkildarî xwepêşandanê, mamoste Rojîn Mûsê jî axivî û wiha got: “Biryara ku di derbarê zimanê Kurdî de hatiye derxistin, nîşana tunekirina hebûna gelê Kurd e û ev biryar mafê gelê Kurd binpê dike. Eger tenê Kurdek  li cîhanê bimîne jî, têkoşîn û berxwedana xwe dê bidomîne. Ziman ne tenê fêrbûna tîpan e, her wiha hebûn, nasname û bingeha domandina gel e.”

Xwendekar Silava Elî jî dilsoziya xwe ya bi zimanê Kurdî re, bi van gotinan anî ziman: “Em ji bilî zimanê Kurdî zimanekî din naxwazin. Em Kurd in û em ê bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û bijîn.”