Xwendekarên Îranê her der veguherandine qada çalakiyê

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên ku dest pê kirin didomin, xwendekarên zanîngehê gelek qadan veguherandin qada çalakiyê. Di xwepêşandanan, banga berdana xwendekarên girtî hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekarên Îranî û Rojhelat ên ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê qebûl nakin, çalakiyên xwe gihandin asta herî jor. Di vê çarçoveyê de xwepêşandan ji zanîngehan ber bi kolanan ve belav bûn. Rejîma Îranê jî bi tundî êriş dibin ser xwendekarên ku çalakiya wan weke “greva xwendekaran” bi nav dikin. Hêzên rejîmê yên ku avêtin ser gelek dibistanan êrîşên xwe didomînin û gelek xwendekar binçav kirin û girtin. Li aliyê din gel li hemberî weke garnîzon bikar anîna baxçeyên dibistanan bertek nîşan dide.

Ji gel piştgiriya xwendekarên

Îro li Erdbîl, Zanistên Bijîşkî, Necef Azad a Îsfehan, Zanîngeha Tebrîz Nebî Ekram, Zankoya Zanist û Teknolojiyê ya Mazenderanê, Zankoya Teknolojiya Şîrazê, Hunerên Bedew ên Tehranê û li gelek zanîngeh û akademî, xwendekaran bi dirûşma “Zindan ne cihê xwendekaran e” çalakî li dar xistin. Ji bo piştgirîkirina çalakiyên xwendekarên li bajarên Îran û Rojhelatê, gel daxwaza berdana xwendekarên li Girtîgeha Êvînê kir.