Xizmên Windayan vê carê jî pirsa Şeyhmûs Eroglu kirin

Li Amedê xizmên windakiriyan, di hefteya 709’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Şeyhmûs Eroglu ku di 21’ê îlona sala 1995’an hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Amed - Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 709’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Şeyhmûs Eroglu ku di 21’ê îlona sala 1995’an di nîvşevekê de ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatibû binçavkirin û ev 27 sal in tu agahî jê nayên girtin, hat pirsîn.

“Gelek tehde û zordarî lê kir da ku bibe cerdevan”

Çîroka Şeyhmus Eroglu ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Firat Akdenîz, serpêhatiya Şeyhmûs Eroglu wiha vegot: “Şeyhmus Eroglu di sala 1930’an de li Mîdyada Mêrdînê ji dayik bû. Zewicî bû û 7 zarokên wî hebûn. Dema li gundê xwe dijiya, leşker û cerdevanan gelek tehde û zordarî lê kir da ku bibe cerdevan. Gelek caran ew û birayê xwe re ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Ji ber zextên heyî, malbata Eroglu neçar ma ku ji gund bar bikin. Çendek salan li Êlihê jiyan. 

“Hemû serlêdanên wan bêencam man”

 

Leşker û cerdevanan di nîvşeva 21’ê îlona sala 1995’an de bi ser mala Şeyhmûs Eroglu de girtin, binçav kirin û anîn Mêrdînê. Malbata Eroglu ji bo aqûbeta kurê xwe bizane, gelek caran serlêdan kir. Lê belê tu carî encamek ji van serlêdanên wan derneket. Berpirsyaran ne serdegirtina malê û ne jî binçavkirina Eroglu qebûl kirin.

“Carek din jê agahî nehat girtin”

Lê belê kesekî ku bi Şeyhmûs Eroglu re hatibû binçavkirin got; ‘Şeyhmûs Eroglu di bin çavan de ye. Gelek îşkence lê hatiye kirin û piştre hatiye berdan.’ Dîsa şahidek din got; ‘Li Mêrdînê hatiye berdan. Di wesayîda tîmên taybet de bû.’ Ji roja binçavkirina Eroglu ve heta niha tu agahî jê nayê girtin.”

Piştî xwendina çîroka Şeyhmûs Eroglu, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre bi dawî bû.