Xizmên windayan li aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya 699’emîn de aqûbeta Hûseyîn Ertaş ku ji aliye 4 kesan ve hatibû revandinê û hatibû şewitandin pirsîn. Çalakvanan ji bo çalakiya hefteya 700'emîn jî banga tevlîbûnê kirin.

Amed– Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mîrovan (IHD) a Amedê, di hefteya 699’emîn çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan Amedê li dar xistin. Endam û rêvebirin Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.

Di çalakiyê de aqûbeta Hûseyîn Ertaş ku di 8'ê tîrmeha 1995’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliye 4 kesan ve hatibû revandinê û hatibû şewitandin hat pirsîn. 

Ji bo çalakiya hefteya 700'emîn banga tevlîbûne

Di çalakiyê de destpêkê rêvebira ÎHD Ezgî Sila Demîr axivî û erîşa ku hefteya borî li Qada Galatasarayê li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê hatibû kirin şermezar kir û ji bo çalakiya hefteya 700'emîn a  hefteya bê banga tevlîbûnê kir. 

Hertim leşkeran gef li Ertaş dixwarin”

Piştre endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz axivî û serpîhatiya Hûseyîn Ertaş xwend. Akdenîz, da zanîn ku Ertaş ji gundê Emrûdê yê navççeya Qoserê ye û 9 zarokên wî hebûne û wiha got: "Debara xwe bi sevaltî û cotkarî dikir. Hertim li gund leşkeran gef li Ertaş dixwarin û cerdevaniyê lê ferz dikirin. Gundiyên Emrûd ku cerdevaniyê qebûl nakin ji gund derdikevin û gund ji aliyê leşkeran ve tê şevitandin. Malbata Ertaş jî ji gund derdikeve û li Qoserê bi cîh dibe. Piştî hatina Qoserê 4 kes bi çekan û wesayîta Torosê tên mala Ertaş û bi gefê wî dibin qeraqolê. Her çiqas malbata Ertaş ji qeraqolê dipirse bersiva 'Em nizanin, li ba me nîne' digire."

“Malbat doz vedike û hê jî tu gavek nehatiye avêtin”

Firat Akdenîz di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku cenazeyê Ertaş bi awayekî şewitandî  di 13 tîrmeha 1995'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatiye dîtin û ew tişt got: "Otopsiya Ertaş li Serêkaniyê li navendeke tenduristiyê tê kirin û piştre agahî didin malbata wî. Malbat cenazeyê Ertaş teşhîs dike û dibe gundê Emrûdê vêdişêre. Di sala 2006'an de jî malbat doz vedike û hê jî tu gavek nehatiye avêtin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.