Xizmên windayan li aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn

Xizmên windayan di hefteya 693’an de li Amedê hatin cem hev, aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ku li navçeya Pasûra Amedê hatibûn windakirin pirsîn.

Amed- Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 693’emîn de bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber peykera Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyoluyê hatin gel hev. Xizmên windayan, nûnerên ÎHD’ê û saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê çîroka Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ku ji heman malbatê di 6'ê gulana 1994'an de li navçeya Pasûra Amedê hatibûn windakirin hat parvekirin. Çîrok ji aliyê Endamê Lijneya Windayan a ÎHD'ê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

“Ruxmî ewqas delîlan jî darazê kes ceza nekir

Di daxuyaniyê de destpêkê kurê Mehmet Selîm Orhan, Adnan Orhan axivî û diyar kir ku salên dûr û dirêj in dayikên xizmên windayan têdikoşin û wiha got: "Heta ku aqûbeta windayan neyê diyarkirin ne pêkan e mirov qala edaletê bike. Ruxmî ewqas delîlan jî darazê kes ceza nekir. Weke xizmên windayan em ê li aqûbeta windayên xwe bipirsin. Divê heqîqet û edalet pêk were. Ne tenê ji bo me ji bo her kesê edalet lazim e."

Piştî axaftinê, Firat Akdenîz çîroka windakirina her sê kesên windakirî û têkoşîna malbatên wan ji bo hînbûna aqûbeta wan vegot. Di çîrokê de ev xal hatin diyarkirin:

Beriya ku mirov eşyayên xwe kom bikin mal hatin şewitandin

 “Yekîneyên leşkerî yên Tûgaya Komando ya Boluyê di 6'ê Gulana 1994'an de bi ser mezraya Deveboyu ya navçeya Pasûra Amedê de girtin û ji mele xwestin ku ji minareyê ji bo kombûna gundiyan li ber mizgeftê anonsê bike.

Leşker ji gundiyên ku li ber mizgeftê kom bûne re dibêjin ku ew ê malên wan bişewitînin lê pêşiya we ji bo komkirina eşyayên xwe destûr dide. Paşê, berî ku gundî kişandina eşyayên xwe biqedînin, mal tên şewitandin.

Leşkerên ku dubare hatin gund 3 kes binçav kirin

Di 24’ê gulana 1994’an de leşker dubare tên gund û Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan Orhan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî binçav dikin. Rojek piştre jî Salih Orhan serî li hemû saziyên fermî dide. Şahidan da zanîn ku li Qereqola Serîkê hatin binçavkirin, ji wir birin Qereqola Cendirmeyan a Liceyê û herî dawî jî derbasî Dibistana Herêmê ya Licê.

“DMME’ê Tirkiyeyê ji kuştina wan berpirsyar dît û mehkûm kir”

“Piştî ku hemû hewldanên wan bêencam man, malbata Orhan serî li DMME’yê dan. DMME’yê jî di biryara xwe ya di 6’ê mijdara 2022’yan de Tirkiye ji kuştina wan berpirsyar dît û mehkûm kir. Piştî israra malbat û ÎHD’ê, hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî gundê Bagcilar ê Pasûrê di goreke komî de hatin dîtin. Lê heta niha jî hestiyên Cezayîr Orhan nehatine dîtin. ATK’ê di 16’ê tîrmeha 2004’an de hestiyên wan bi postayê ji dozgeriya Pasûrê re şand. Dema malbatê xwest hestiyên xizmên xwe defin bike jî dozgeriyê jê re got ku hestî winda bûne. Piştî israra malbatê û ÎHD’ê jî hestiyên wan li gel hestiyên 6 kesên din li goristana bêkesan di heman gorî de hatine definkirin.”

Çalakî piştî rûniştinê ya deqîqeyek ji bo bîranîna windayan bi dawî bû.