Xizmên Windayan: 24 sal derbasbûn kujer nehatin darezandin
ÎHD a Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de xwestin ku kujer ango faîlên Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerarş ên di 8-9’ê çileya 1996’an de li Amedê di binçavan de hatin kuştin werin dîtin û darezandin.

Amed – Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 645’em3in de çalakiya “Bila Winda Werin Dîtin û Faîl Werin Darizandin” bi rêya online li dar xist. Vê hefteyê hat xwestin ku kujer ango faîlên Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerarş ên di 8-9’ê çileya 1996’an de li Amedê di binçavan de hatin kuştin werin dîtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yakûp Guven serpêhatiya Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerari xwend.
Cenazeyê Atîlla yê li Amedê hatibû binçavkirin li Semsûrê hat dîtin
Yakûp Guven diyar kir ku Atîlla Korkmaz ê zewicandî di 27 saliya xwe de roja 9’ê çileya 1996’an li semta Batikentê ya Rezana Amedê dema diçû marketê ji aliyê polîsên cilên sivîl li wan hatiye binçavkirin û windakirin û cenazeyê wî di 2’ê çileya 1997’an de li Semsûrê hatiye dîtin. Yakûp anî ziman ku Mahmût Onerari jî li navçeya Licê ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin û malbatê agahî jê negirtiye, cenazeyê Mahmût Onerari jî li gel yê Korkmaz li Semsûrê hatiye dîtin. Yakûp destnîşan kir ku Atilla Korkmaz û Mahmût Onerari piştî hatine binçavkirin bi guleyan hatine înfazkirin.
Yakûp Guven da zanîn ku tevî 24 sal di ser înfazkirina Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerari re derbas bûye hêj faîl nehatine dîtin û got: “Faîlan windayan bibînin û bidarizînin. Windakirinên bi darê zorê û înfazkirina wan sûcê li dijî mirovahiyê ye.”